Rojnameya Ronahî

8’Ê Adarê mîrateya tekoşîn û serkeftina jina ye

Deriya Çiya/Qamişlo

8’ê Adarê roja Cîhanî ya Jinan rojeke navneteweyî ya jinên kedkar e. Di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî roja 8’ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand.

8’ê Adarê, li hevhatina rêngê jinê yên ji xemla biharê ye; Her jinek li pey şopa çîroka xwe bi gerandina tevna rengan, dîwarên dorpêçayî yên tirsê radike. Her sal li seranserî cîhanê 8’ê adarê weke roja jinan a cîhanî tê pêşwazîkirin. Mebest ji vê rojê balkişandina li ser kedxwarî û bê mafiya sîstema desthilatdar a li cîhanê ye.

Kurte dîroka 8’ê Adarê

Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970’ê de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800’ê tê. Di 8’ê adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan. Her çendî ku jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900’î de destpê dike.

Di sala 1903’an de li Amerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî “Koalîsyona Sendîkayên Jinan” hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908’an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana “roja jinan” tê pejirandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909’an de bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Koalîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da.

Pejrandina roja 8’ê Adarê

Di sala 1910’an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya Diduyan hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate pejirandin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez hate diyarkirin, yekem Roja Cîhanî ya Jinan di 19’ê Adara 1911’an de li Almaniya, Australya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku keyê Prusyayê di sala 1848’an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de, jin karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn. Pîrozkirina 8’ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972’an de bi rêxistineke mezin ya bi navê “Tevgera Adarê” ya li Sidneyê hate destpêkir. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbera salên 1975-1985’an weke “Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî” îlan kir, di 16’ê kanûna 1977’an de jî 8 adarê weke “Roja Cîhanî ya Jinan” îlan kir ku were pîrozkirin.

 “Şoreşa Jinê” li Rojava

Dema em li rastiya jinên Kurd dinêrin, em dibînin ku di asta têkoşîn û hewldanê de ji jinên Amerîkî ku bûne sedema binavkirina roja jinan ne kêmtirin. Jinên kurd xwe îspat kirine û bûne mînaka fedekarî û rizgariyê. Ew jî ji îdeolojiya Rêberê Abdullah Ocalan fêr bûne ku yekemîn feylesofê azadiya jina ne.

Dîroka Kurdan bi navên jinên ku nûnertiya doza xwe û gelê xwe kirin hatiya nivîsandin û xwe feda kirin ji bo vekirina rêya azadiyê ji tevahiya gelan re. Navên jinên ku nayên jibîrkirin û di bîranîna her Kurdekî de maye weke “Zeyneb Kanacî, Sakîna Gasnes, Viyan Soran, Şîlan, Brîtan, Zîlan, Mezgîn, Zekîya Alkan, Leyla Qasim û bi dehan jinên pêşeng yên ku bi canê xwe riya azadiyê ji bona gel û mirovahiyê ronî kirin.

Bingeya jiyana azad, ji fikir û felsefeya Rêber Apo ye

Rêber Apo di lêgerîna xwe ya zarokatî de û her weha lêpirsîna bi berdewam a hişmendî û pergala mêr-dewlet de wateya rast ya azadî û wekheviyê di nebûyîna yedekê pergal û hevkarî nekirina wê de dît. Ji lewra Rêber Apo, di destpêka tekoşîna azadiyê de bi kuştina zilamtî, şoreşa zîhnî di kesayeta xwe de pêk aniye û modela pêşengiya tekoşîna rast di Kurdistanê de pêşxistiye. Rêber Apo, bi diyarkirina pîvanên azadiyê rê li ber pêşxistin û kûrkirina felsefeya jiyana azad û manîfestoya rizgariya jin, cîhanekî ji derveyî cîhan û hişmendiya mêr ji bo jin, gelê Kurd û her weha mirovahiyê afirandiye.

Bi vî awayî kariye di demek kin de ferqa fikir, felsefe û paradîgmaya xwe diyar bike û weha di serî de jin û civaka Kurdistanê li dora tekoşîna azadiyê kom bike. Hêza jina Kurd bi zanistiya ji fikir, felsefe û hevrêtiya Rêber Apo girtiye, îro bûye yekem hêza şoreşa civakî û çandî li Kurdistanê, asta herêm û cîhanê de jî  pêşengiya jiyanî kirina paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jinê dike. Ji lewra îro Kurdistan bûye navenda şoreşa zihnî û civakî. Ev şoreş jî bi rêya kesayeta jinên azad yên ku bi fikir, bîrdozî û paradîgmaya Rêber Apo karîne xwe ava bikin, pêk hatiye. Bi pêşveçûna tekoşîna azadiya jin, dîroka jin li kurdistan, Rojhilata navîn û Cîhanê ji nûve tê nivîsandin. Îro dîroka winda bûyî ya jin tê zindîkirin û bi watekirin. Dîroka 8’ê adarê jî yek ji wan dîrokane ku bi bilindbûna tekoşînê wate û girîgiya xwe bi destxistiye.

 Bi boneya vê rojê pêwîste her jin tekoşîna xwe nûtir û bi hêztir bike

Li ser vê bingehê, bi boneya roja 8’ê Adarê roja jinan ya cîhanî pêwîste di vê rojê de jin li qadan bin û banga xwe ya jiyana azad û wekhev bilind bikin. Di vê rojê de pêwîste cardin em hevpeymaniya xwe ya serxistina tekoşînê nû û bi hêz bikin. Ji bo avakirina jiyan û cîhanek azad li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jin, tekoşînê berfirehtir bikin. Yekîtiya rih, rêxistin, fikir, tekoşîn û jiyanê ava bikin. Bi tekoşîna xwe ya hundûrîn bighînin hebûna xwe ya rastîn û bi tekoşîna dijî pergala mêr cîhanek demorkatîk ya jinan û

gelan ava bikin. Berpirsyariya ruhê 8’ê Adarê vê biryardariyê ji her demê zêdetir li ser me tevahî jinan ferz dike.