Rojnameya Ronahî

Bi barîna baranê re çandinî li herêma Cizîrê geş dibe

Birûc Resûl/Qamişlo

Îsal rewşa çandiniyê li Herêma Cizîrê li gorî salên borî pir baştir e. Lê yek ji zehmetî û astengiyên ku li pêşiye çotkaran derket, êrişên dewlata Tirk a dagirker bû ku bênesaziyên Herêmê û jêderên sotemaniyê hatin armancgirtina, vê yekê jî bandoreke neyinî li ser rewşa çandiniyê bi giştî kir.

Çandinî ji bo berdewamkirina jiyana mirovan jêdereke bingehîn e, herwiha ji bo welatan jî deriyê wergirtina berhemên ji bo kel û pel û tovê ji bo çandiniyê û xurtkirina milê aboriyê ye. Herwiha di hemû milê jiyanê de, çandinî ji bo peydakirina pêdiviyan xwedî roleke sereke û pir girîng e.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heman ev yek derbasdare, başbûna rewşa çandiniyê û bidestxistina berhemên çandiniyê ji bo welatiyan û Rêveberiya Xweser xwedî giringiyeke berbiçav e. Di heman demê de bandorî yekser li rewşa lawirvaniyê jî dike, ger rewşa çandiniyê ne baş be; bandoreke neyînî li hemû warên jiyanê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Derbarê rewşa çandiniyê li Herêma Cizîrê , rêveberê Berhemên Şînatiyê ya Herêma Cizîrê Mitez Ehmed, Rêveberê berhemên şînatiyê a kantona Qamişlo Amar Osman û cotkarê bi navê Abdxaliq Remo ji Rojnemeya me re axivîn.

Cotkar ji mûsima îsal bi hêvî ne

Abdxaliq Remo diyar kir ku bi barîna baranên herî dawî rewşa çandiniyê pir baş e û wiha got: “Cotkarên herêmê îsal piraniya erdên xwe genim û kemûn çandin. Pisporên çandiniyê dibêjin ku rewşa çandiniyê heta niha di asta herî baş de ye. Zivistana îsal baran baş barî. Barana ji bo cotkar û xwediyên sewalan girîng e; ji ber ku dihêle giya berî çandina zeviyan zû mezin bibe ku di encamê de barê lêçûna dermanê giyayan li ser cotkaran sivik dibe. Di heman demê de baran dihêle cotkirina erdê jî hêsantir bibe. Di salên borî de ji ber barîna dereng a baranê em neçar man ku zeviyên xwe ku dereng cot bikin, eger baran bi wekî rêjeyan zivistanê baş bibare dê mûsima çandiniyê gelekî serkeftî be.”

Astengî

Abdxaliq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker, li ser bênesaziyên herêmê, bandoriyeke pir mezin li ser çandiniyê hat kirin ku êdî mazot nema tê peydakirin, ev jî dibe asteng li pêşiya cotkaran, ji ber ku em jenetoran bikar tînin da ku em erdê xwe av bidin, em bi hêvîne ku ev pirsgirêk were çareserkirin û mazotê ji bo jeneratorên çandiniyê bê belavkirin.”

‘Li gorî salên dawî rewşa çandiniyê ya îsal gelekî baş e’

Rêveberê berhemên şînatiyan a bajarê Qamişlo Amar Osman da diyarkirin ku îsal rewşa zeviyên avî baştir e û wiha got: “Di vê salê de me ji cotkaran re serî sedî 60 me xeta çandiniya genim da, lê cotkaran zêdetir çandin nêzî 90 ji sedî hat çandin, her wiha rêjeyek mezin ji kemûnê jî hat çandin. Rastî çandinî bi awayek pir baş hat birêxistin kirin. Lê tenê êrişên dewleta Tirk a dagirker ku li ser herêmên me bandoriyek neyinî li pey xwe da avakirin, erdên çandiniyê bê av ma ji ber cihê sotemenî û elektirîkê hatin armancgirtin. Di heman demê de bilindbûne nirxên semad jî, bi vê sedemê erdên çandiniyê bê wê man. Tişta herî baş ku bi me re bû alîkar barana ku îsal hat bi awayek pir xweş erd kesk bûn ku mûsimê me yê bajarê Qamişlo ji sedî 80 hatiye bidestxestin. Genimê ku di vê salê de hatiye çandin genimê mesîkî ye, genimê sala borî yê ferensî û almanî bû. Her wiha berhemên genim jî pir bû ku nêzî milyonek ton hat bidest xistin. Tenê em bi hêvî ne ku nirxên semadê hindekî dakeve û alîkariyek bi cotkaran re were kirin.”

‘Dewleta Tirk a dagirker dixweze erda Rojava têk bibe’

Di heman çarçoveyê de rêveberê berhemên şînatiyê yê herêma Cizîrê Mitez Ehmed da zanîn ku ji destpêka sala çandiniyê ve wan li gor plansaziya salê tov dan çandin û wih domand: “Heye niha metirsî li ser rewşa çandiniyê me nedît, bi barîna baran de di vê salê de rewşa çandiniyê li gor salên borî heya astekê pir baş e. Her wiha em dikarin bêjin ku rewşa zeviyan heya astekê li gor salên dawiyê bi giştî baş e, lê zeviyên nêzî sînor rastî ma nikarîbû em baş bişopînin, ji ber êrişên dewlata Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê hatin kirin, ev jî bû astengî li pêşiya me, dewleta Tirk a dagir ji ber ku dizanin erda Rojava ji bo çandiniyê pir başe, dixweze ku wê erdê têk bibe û ji ber wê jî gelek bandorî li çandiniyê hat kirin. Ji ber li cihê sotemenî kir hedef û cotkaran nema kartîbû ku avdaniya erdên xwe bikin ji ber sedemê mazot û elektirîkê.”

‘Musimê îsal ji yê salên borî baştir e’

Meitez di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di sala 2024’an wek desteya çandiniyê planek li sre asta Bakur û Rojhilatê Sûreyê hatiye dayîn, lê rastî çandinî pir baş hat kirin. Her wiha di vê salê de baş genim û kemûn hat çandin. Wek hevrûkirin di navbera musimê par û îsal de musimê vê salê gelek baştir e, ji ber ku baranek pir baş hat û sudek pir mezin li ser erdan kir.”

Rêveberê berhemên şînatiyê ya herêma Cizîrê  Muhtez Ehmed wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Daxwaza me ji bo hemû cotkaran ku bi pîvanên çandiniyê bi rêk û pêk, pêk bînin.”