Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Emê bi hev re roja 8`ê Adarê bikin roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê’

04/03/2024
in Uncategorized
A A
‘Emê bi hev re roja 8`ê Adarê bikin roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi drûşmeya “Emê bi hev re roja 8`ê Adarê bikin roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê“ Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li bajarê Qamişlo komxebatek li dar xist.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bi boneya 8`ê Adarê komxebtek li ser asta bajarê Qamişlo li dar xist. Di komxebatê de tevahî jinên ji pêkhateyên ereb, kurd, suryanî tevlî komxebatê bûn, di nav de rêxistinên jinan, jinên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî di komxebatê de amedebûn.

Komxebat li ser 2 mijaran sekinî. Mijara yekemîn bi sere navê ” têkoşîna jin di dîrokê de” ji hêla endama Meclisa Jin a PYD Neîma Ebdu Letîf hat dayîn. Mijara duyemîn bi sere navê ” Rola jin û têkoşîna wê di şoreşa Rojavayê kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ” ji hêla hevseroka nivîsgeha ragihandina PYD’ê ve hat dayîn.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan destpêkir. Piştre komxebat ji hêla hevseroka PYD’ê ya bajarê Qamişlo Rohat Mele Xelîl ve hat rêvebirin. Bi navê Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sema Begdaş jî gotina vekirinê kir.

Sema Begdaş di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina hemû mêvanan kir û ev yek anî ziman: Îro em weke jin bi hev re têkoşîn û berxwedanê dikin, bi yek felsefe, drûşme, armanc û yek bîrdoziya xeta azadiya jin em dengê xwe dikin yek û li hev kom dibin. Em`ê roja 8`ê Adarê bixin roja bilindkirina asta têkoşînê û berxwedanê.

Piştre karê komxebatê destpê kir, endama Meclisa Jin Neîma Ebdul-Letîf wiha anî ziman: Hemû jinên cîhanê bi tevahî hêza xwe têkoşîn dikin ji bo ku mirovahî bikeve ser riya xwe ya  rast. Herwiha ji bona rizgarkirina jinê ji koletiyê û avakirina wekhevî û edaletê di civakeke xwedî exlaq de.

Di mijara duyemîn de ku ji hêla hevseroka nivîsgeha raghandina PYD’ê Erîfe Bekir ve hate dayîn û têde hate destnîşan kirin ku :Rola jinan û têkoşîna wê li Rojava bi derbasbûna Rêber Apo û remanê wî ji herêma Rojhilata Navîn re destpê kir û pernesîba wî ya azadiya civakê bi azadiya jinê destpêkir. Li ser vê bingehê jinê li Kurdistanê dest bi têkoşîna xwe kir û ji bona avakirina civakê gelek destkeftî bi des xistin. Dema ku mijarên komxebatê bi dawî bûn, li ser dîroka jinê senevîzyoneke hat pêşandan. Piştî wê jî bi gerandina govendê komxebat bi dawî bû.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.