Rojnameya Ronahî

Xwedîderketina li 8’ê Adarê xwedîderketina li hebûn û nasnameya jinê ye

Zana Roj/ Şehba

8’ê Adarê ku bi rengê jinê tê xemilandin, li seranserî cîhanê bi awayekî fermî ji sala 1977’an ve  weke `Roja Cîhanî A Jinan` hatiye îlan kirin û her sal tê pîrozkirin. Li herêma Şehbayê jî jinên Kurd yên kedkar bi coşeke mezin  amedekariyên pêşwazîkirin roja 8’ê Adarê dikkin.

Bûyera ku hêştiye rojeke cîhanî ji bo jinên gerdûnê bê veqetandin û pîrozkirin, ji bûyerek ji rêzê nehatiye. Di dîroka vê cejnê de cîrokên bi sedan jin ku hatine kuştin û qetilkirin hene. Bi bedelên gelek giran ji salên 1857’an heyanî sala 1977’ an ev roj gihîşt vê astê û bû rojeke cîhanî ya jinên kedkar. Di 8 Adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê xwepêşandan kir. Jinan bi greva xwe daxwaz kiribû ku saetên wan yê kar dakevin 8 saetan û nirxê karê wan jî wekhev be û ne kîmtir be ji yên mêran. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jinî di encamê de mirin. Ev bûyer muhra xwe li guhartina zihniyeta zilam xist û weke gavên destpêkê yên jinê ber bi bidestxistina mafê xwe ve bû.

Ev roja pîroz ya jinên kedkar ya cîhanê bûye para tavahî jinên cîhanê bi hemû reng, ol, netew û zimanan. Bi vê muzeyîka hevgirtî jin li seranserî cîhanê bi çalakî û aktîvîtên gelek mezin vê rojê pîroz dikin. li ser vê esasê jinên Kurd jî li çar aliyên Kurdistanê bi rengê xwe pîroz dikin. li herêma Şehbayê ya ku piraniya wê gelê Efrînê lê jiyan dikin, ji 6 salan ve ev roj bi rengê jina Kurd, Ereb û Turkmen tê xemilandin û pîroz kirin. têkildarî vê mijarê û amedekariyên jin li herêma Şehbayê Endamê Koordînasyona Kongira Star ya Kantona Efrîn û Şehbayê Gulê Mihemed ji rojnameya me re axivî.

`Serhildana yekemîn ya jinan bû`

Gulê di bal kişand ser serhilada jinan ji bo vê rojê û wiha got: “Ev roj di nava pelên dîroka xwe de gelek bûyer û geşadanên bi êş dihewîne. Bi desan jinan di kargehan de li Ewropayê û bi taybet li Amerîkayê hatin şewitandin ji bo wekheviya nirxên pere di navbera wan û zilaman de. bê guman ev bû weke serhildanek li hember zihniyeta zilamperest ya li hember jinê. her çiqas em jinên Ewropayê weke jinên azad û serbixwe pênasebikin jî lê di cewher de ev azadî bi destê zihniyeta dewletê hatiye veqetandin û li gorî berjewendiyên netewdewlet hatiye saz kirin. Ji ber vê yekê jî bi wê gava destpêkê ya ku weke hêviyekê bû ji bo doza azadiya tavahî jinan, divê roja 8 ê Adarê bi cewher û piratîk bibe roja azadiyê û wekheviya hemû jinan”.

`Rêber Apo Şoreşa jinê dest pê kir`   

Gulê destnîşan kir ku di serdema nûjen de azadiya jinê cara yekemîn bi paradîgmaya Rêber Apo re hat destgirtin û wiha domand: “Sîstemên netewdewlet ji bo bêdengkirina jinê azadiya liberal ya tekekesî kirin bingeha hemû jiyana xwe. Û jin ji hemû qadên têkoşîn, dîplomasî, aborî û pêşengtiyê dur xistin. yekemîn car di serdema nûjen de Rêber Abdullah Ocalan di felesefe û paradîgmeya xwe ya demokrasî û azadiya gelê Kurd de doza azadiya jinê girt dest û ji bo jinê şoreşa xweîsbatkirin û hebûna xwe pêş xist. Di nava tevgera azadiyê de jinên Kurd pêşengtiya yekemîn ji azadiya hemû jinên cîhanê re kirin û ev pêşengtî 52 sal li pey xwe hîşt. Di nava van salan de ji bo tavahî jinên cîhanê bedelên gelek giran ji Şehîd Bêrîtan bigire û bi hezaran ji jinan hatin dayîn. Ev felsefe bûye malê hemû jin û civakan ku bikaribin li ser esasê wekhevî û demokrasiyê civakeke axlaqî û polîtîk bidin avakirin.”

`Em ê ji bo misogeriya azadiya jinê têbikoşin`

Gulê diyar kir ku divê jin xwedî li vê rojê derkevin û ji bo têkoşîna di doza jinê de emê her tim li qada bin û wiha got: “Ev roja ku weke gaveke kevin û destpêkê ji bo azadiya jinan bû, divê hemû jinên cîhanê xwedê li vê yekê derkevin û bi rihê 8’ê Adarê nêzî hemû rojên xwe bibin, da ku vê têkoşînê bigihînin armanca wê. Li ser esasê têkoşîna ji bo avakirina sîstemeke hevbeş û wekhev di gîştî cîhanê de divê jin bibin yek dest û têbikoşin. Me jî weke jinên ku li ser fikira Rêber Apo mezin bûne û têdikoşin, emê bibin bingeh ji bo misogeriya azadiya tavahê jinên cîhanê. Di vê oxirê de heyanî ku jinek li cîhanê tê kuştin û tunekirin emê tu carî xwe hîs nekin ku em azadin û emê her tim li qadan têkoşînê bin”.

Amedekariyên 8’ê Adarê li herêma Şehbayê

Gulê amedekariyên wan ji bo 8 ê Adarê ya sala 2024’an  anîn ziman û wiha got: “Îsal jî weke her sal bi coş û kelecaneke mezin me dest bi amedekariyên 8 ê Adarê kiriye. beriya wê rojê rêze çalakiyên nîtalîk me dest pêkirin. Bi bûneya 8 ê Adarê û bi pêşengtiya jin ji 24 ê Sibatê ve me dest bi dandina semîneran li tavahî gund, komîn û meclîsan kir her wiha ji bo mêr me perwerdeyek 3 rojan vekir, di heman demê de wê bi komên Kevana Zêrîn kerneval li herêmê bê destpêkirin. Ji bo jinên ku parastinê dikin emê gulan ji bo candin û mayîndebûna vê rojê diyarî wan bikin, roja 7 ê Adarê wê bi malbata şehîdan re li ser goristana şehîdan mum bên pêxistin û herî dawî roja cejnê wê meşek bê orgenîze kirin û derbasî şahiya gîştî bibin.”