Rojnameya Ronahî

Bi Jin jiyan Azadî’yê ber bi Azadiya Zimanê Kurdî ve

Xecê Şen_
Wekê ku tê zanîn 21ê sibatê  “Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê” ye. Ev roj di 17ê Mijdara 1999′ an de ji aliyê UNESCO yê ve hat îlan kirin. Ev roj di rastiya xwe de “Roja Zimanê Dayîkê Ango  roja damezrandina “Tevgera Zimanê Dayîkê” ya Navneteweyî ye. Li cîhanê bi hezaran milet hene ku ziman, çand û welatên wan di bin desthilatdariya dewletan de tên helandin, qirkirin û tune kirin. Ji van miletan yek jî miletê Bangalî ye. Wan jî ji bo ziman û nasnameya xwe bi salan li ber xwe dan û rojên pir dijwar jîyan. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê perwerdehîyê bi sedan ciwanên wan hatine qetil kirin. Herwiha girîngiya dîrokê ya vê rojê hem ji bo gelê Bengalî û hem jî ji bo hemû gelên ku zimanê wan bindeste pir bi wateye. Lewra ev roj li ser bingeha berxwedaniya Tevgera Zimanê Bengalî hatiye îlan kirin. Di sala 1952′ an de “Tevgera Zimanê Bengalî” ji bo parastin, pêşxistin û ji bo zimanê fermî yê gelê Bengalî têkoşîneke mezin dide meşandin û gelek çalakîyan li dar dixin. Tevgera Zimanê Bengalî” di 21ê sibata sala 1952′ an de li welatê Pakîstanê li Dehak a peytexta Bangaladeşê ji bo zimanê fermî yê perwerdehiya bi zimanê Bengalî xwepêşandanan li dar dixin û di wan xwepêşandanan de tê xwestin ku alfebeya zimanê Bengalî were nivîsandin û Pakîstan zimanê Bengalî wekê zimanê fermî nas bike. Lê desthilatdarîya Pakîstanê êrîşî çalakvanan dike û di encamê de gelek çalakvanên xwendevan tên kuştin. Ango 21ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê” roja salvegera kuştina xwendekarên zanîngeha Bangladeşê ku ji bo Tevgera Zimanê Bengalî têkoşiyane ye. Ji wê salê ta niha li sersanserê cîhanê her sal ev roj bi berxwedaneke heybet ve tê pîroz kirin. Lê mixabin dewletên serdest hê jî dest ji vê rojê dernexistine û hê jî bi hezaran zarokên miletên bindest ji perwerdehiya bi zimanê dayîka xwe bêpar in.
Li gorî daneyên UNESCO yê li cîhanê 2 hezar û 500 ziman di bin xetereya windabûnê de ne. Ger di nava sed salan de zarokek nemîne ku zimanê dayîka xwe biaxive, ew ziman di xeteriyêke mezin de ye, eger zarokek bi zimanê zikmakî ya dayîka xwe neaxive, ew ziman mirî tê hesibandin. Ji ber vê xeteriyê ye ku dibêjin “Her Ziman Cîhanek e”. Di vir de mebesta UNESCO yê parastin, pêşxistin û pêşdebirina hemû zimanan misoger bike û derfetên zindîbûnê ji wan re ava bike. Lê mixabin di roja îro de jî gelek ziman di xeteriyê de ne, bê statu ne û pêşeroja wan nedîyar e; di bin xeteriya pişaftin, helandin û ji holê rabûnê de ne. Yek ji zimanên ku di xeteriyê de ye jî zimanê kurdî ye ku bi milyonan kurd pê diaxivin û dijîn.
Dîsa li gor daneyên UNESCO yê ya sala 2023 an zimanê kurdî ji aliyê dewlemendî, têgînên ilmî û felsefîk ve di nava hemû zimanên cîhanê de rêjeya 8. mîn de cihê xwe digire. Li baweriya min ev cihê şanaziyê ye ku zimanê kurdî bi 5 zaravayên xwe yên kurmancî, kurdîkî, soranî, kelhûrî û pehlewanî ve, hem di warê kod-têgînî, hem di warê dewlemendî, hem di warê axaftin û nivîsandinê de xwebûn û hebûna xwe di nava hemû zimanên cîhanê parastiye. Ev ji bo me kurdan rûmeta herî mezin e lê mixabin awayê ku UNESCO bi xwe ev dane daye jî, li zimanê kurdî xwedî dernakeve û ji bo parastina wê tu xebatî nade meşandin.
Her wekê ku tê zanîn ev 40 sal in li Bakur xebatên pir pîroz li ser zimanê kurdî tên meşandin.  Wek tevger di sala 2006’an de (TZP) Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî   hat ava kirin. Ji bo ku zimanê kurdî neteweyî û navneteweyî bê nas kirin û bibe zimanê fermî yê perwerdehîyê, bibe zimanê dîplomatîsîyê, zimanê sîyasetê, bazirganîyê û bi kurtasî bibe zimanê jîyanê gelek xebatên hêja da meşandin. Jixwe saya serê van xebatan bu ku bi pêşengiya tevgera ziman TZP a Kurdî, Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo parastin, pêşxistin û fermîbûna zimanê kurdî û parastina çand û cihên dîrokî yên Kurdistanê bi sazîya navneteweyî UNESCO yê re protokolekê hat dest nişan kirin. Lê UNESCO ji wê rojê ta niha ji bo parastin û pêşxistina ziman, çand û cihên dîrokî yên Kurdistanê tu xebat nedaye meşandin. Bi taybet Dîroka dergûşa mirovahîyê heskîf (Hasankef) têk çû û di bin bendavê de ma. Bexçeyên Hewselê hatin talan kirin. Newala Qesaban li dîroka salên 1990-91-92’yan de vegerîya û dîsa bû qesabxaneya dagirkeran. Zimanê kurdî di her qadê jiyanê de tê asteng kirin, qedexe kirin û bi sedan saziyên zimanê kurdi bi polîtîkayên KHK ê hatin girtin. Lê rayedarên UNESCO yê baş dizanin ku xebatên ziman û perwedehîya bi zimanê kurdî di bin darekî de be jî wê her wekê deryayekê berdewam bike û dê têkoşîna azadiya ziman bilind bibe. “Tora Ziman û Çanda Kurdî” ya bakur mînaka vê xebatê ya herî berbiçav e.
 Îsal jî di 21ê sibata sala 2024’an “Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê”de li bakur bi hezaran mirov bi dirûşmeya “De Rabe Dem Dema Azadîya Ziman e” daketin qadan û daxwaza zimanê fermî û perwedehîya bi zimanê kurdî kirin. Herwiha ji Rojava heya Şengalê pergala konfederal a kurdan heye û bi zimanê kurdî perwerdehîya xwe pêk tînin. Li Başûr, Rojhilat heya Ewropayê bi hezaran sazî û dezgehên zimanê kurdî ji gelek alîyan ve xebatan dimeşînin. Lê mixabin hê jî statuya pewerdehîya zimanê kurdî nehatiye pejiradin. Dijberê wê polîtîkayeke tecrîdî ya hovane û jenosîtî li ser ziman-çanda kurdî û axa Kurdistanê tê meşandin. Bêguman ev di encama polîtîkayên tecrîda giran a li Îmraliyê tê meşandin ve girêdayîye. Her ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûr dibe, di kesayeta wî de jî li ser zimanê kurdî jî asteng kirin û qedexe kirin kûr dibe. Rewşa zimanê kurdî ya li zindanan rûyê vê polîtîkayê ya herî şênber e.
Qedexeya li ser zimanê kurdî di serî de li zindanan û li ser girtiyên azadiyê tê kirin. Bêguman ev bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê jî dike. Qedexe kirin û tecrîd kirin bandora herê mezin e. Mirov dikare vê mijarê ji gelek hêlan wek sîyasî, derûnî, tendûristî û civakî binirxînê. Ji ber ku qedexeya li ser ziman û çanda kurdî pir hêliya ye. Ji bona ku mijar zelal bê fêm kirin dixwazim çend  mînakan bidim. Dewleta tirkiyê bi rêya polîtîkayên şerê taybet li ser jinan, ciwanan û zarokên kurdan bi gelek rêbazan û argumanên polîtîkayên şerê taybet ên pişaftina derrewşitî û derwijdanî dide meşandin. Ji zindanan ta dibistanan, ji dadgehan ta hemû saziyên hişmendiya dewlet a meran ya zayendperestî, nijatperestî ya yekzimanperest, ji medyaya nijadperest ta qadên bêjayî û hewayî yên dewletê zimanê kurdî tê qedexe kirin û tecrîd kirin.
Mînak; dayîka Makbûle Ozer a 80 salî ku (ATK) tipa edlî bi hinceta wergervanê zimanê kurdî tune, guh nedan çîroka wê, rewşa wê ya hiqûqî nenirxandin  û ceza kirin. Di vê hefteya borî de dayîkekê kurd ji ber tirkî nizanibû û li Balafirgeha Stenbolê jî wergervanên ku bi zimanê kurdî  xizmetê bidin tunebû, bi saetan li Balafirgeha Stenbolê rehîn dimîne. Ji girtiyên azadiyê yê bi navê Celal Îrendî ku niha li tîpa T a zindana Afyonkarahisarê dimîne ji ber ku muzîka kurdî guhdar kiriye dest danîne ser radyoya wî û cezayê ragihandinê lê hatiye birîn. 14 jinên ku li zindana Sîncan- Enqerê girtî ne ji ber ku stranên kurdî gotine û li ber strana kurdî govend gerandine cezayê disîplînê li wan hatiye birin. 14 jinên ku xwestine bi zimanê kurdî parastina xwe bikin, hinceta ku wergervan tuneye parastina wan negirtine û ew ceza kirine. Herwiha rojname, kovar û pirtûkên kurdî ketina wan a zindanan hatiye qedexe kirin û bi tu awayî mafê ragihandina bi zimanê kurdî nadin girtiyên azadiyê. Herwiha hatin û çûyîna nameyên bi zimanê kurdî hemû hatine qedexe kirin û bi tu awayî ragihandina bi zimanê kurdî pêk naye. Ev çend mînakên qedexeya li ser zimanê kurdî rûyê polîtîkayên şerê taybet a rejîma tirkîye yê şênber dike.
Li dijî polîtîkayên şerê taybet, polîtîkayên bişaftinê, qedexe û tecrîda giran ziman û vîna civakî, jinên kurd bi salan di nava berxwedaneke heybet de ne û em di wê baweriyê de ne ku dê bi têkoşîna xwe ya bi ronahiya felsefeya Jin Jîyan Azadîyê dê sedsala 21’mîn bibe sedsala azadiya jinan û azadiya zimanê kurdî.