Rojnameya Ronahî

Kampên koçberên Efrînê li Şehbayê misogeriya rizgarkirina Efînê ne.

Zana Roj/ Şehba_
Piştî dagirkirina herêma Efrînê, li herêma Şehbayê kamp ji bona koçberan hatin avakirin. Li ser avakirina van kampan re 6 sal derbas bûn. Li ser xeta berxwedaniyê gelê Efrînê di van kampan de misogeriya rizgarkirina Efrînê dide tevahî cîhanê.
Herêma Şehbayê ya ku gelê Efrînê di hindirê kampan de lê bicih bûye û gelek gundewarên Herêma Şehbayê jî mîna rêzezincîrekî li derdorî bajarê Helebê belavbûne. Di demên şerê  DAIŞ’ê de,  gelek şer û pevçûnên giran re derbas bûye. gelê wê yê resen ji gelek pêkhateyan pêk tê, mîna Kurd, Ereb û Turkmen in. Di wan şeran de ji %70 gelê herêmê koçber bû û piraniya wan jî heyanî niha venegeryan e. Di 2016 an de ev herêm bi destê şervanên YPG- YPJ ê hat rizgarkirin û ji wê demê ve ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê parastin û rêvebirin.
Di dîroka 20’ê Çileya 2018 an dagirkeriya Tirkiyê bi pilaneke navnetewî Efrîn xist armanca xwe û dest bi êrîşan kir. Di wan êrîşan de dagirkeriya Tirkiyê tev komên Çete hemû teknîk û çekên pêşketî bi kar anîn. 58 rojan herêma Efrînê li ber xwe da û bi lehengiyeke mezin û li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî ji 7 salî heyanî 70 salî têkoşîna hebûn û nebûnê li hember hêza 2 mîn a NATO yê liberxwedan û destanên lehengiyê xêzkirin.
Di encama şer û berxwedaniyê de gelê Efrînê bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin û di dîroka 18’ê Adara 2018 an de li herêma Şehbayê di kampan de bicih bûn. Di herêma Şehbayê de bi sedan gund hene beşek ji welatiyên Efrînê di wan gundan de bi cih bûne. Li herêma Şehba bi gîştî 4 kamp hatin avakirin (Kampa Berxwedan, Kampa Serdem, Kampa Efrîn, Kampa Veger) her wiha Kampa Şehba ji dema aloziya sûriyê ve li gundê Kiştearê yê girêdayî navçeya Şêrawa hatibû avakirin, lê piraniya wan gelê Ereb tê de jiyan dikirin.
Kampa Berxwedan  
Kampa Berxwedan yekemîn kampe ku ji koçberên Efrînê re hat avakirin, di 23’ê Adara 2018 an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dest bi avakirina wê hate kirin. Kampa Berxwedan li Başûr Rojavayê bajarokê Fafînê ye. Dirêjahiya wê 1000 mt û penahiya wê 800 mt  ye. Kamp di rewşa xwe ya niha de ji 825 çadiran pêk tê û 4 komînên wê hene.
Di kampa Berxwedan de du bazarên gelêrî yên ku gelê kampê ji xwe re avakirine hene. Gelê kampê bi gîştî pêdiviyên xwe yên rojane ji wê bazarê werdigirin. Herwiha navendek a tenduristiyê yê Heyva Sor a Kurd tê de heye û di warê tenduristî ve xizmeta gelê kampê dike. Di kampê de du park hatine avakirin, yek a şênkahiyê û yek jî ji bo zarokane. Weke din di kampê de pirtûkxane jî ji nû de hate vekirin. Dibistanek mezin di demên dawiyê de ji xwendekarên kampê re hat avakirin beşên (seretayî, navîn û amedehî) di wan dibistanan de têne dayîn. Dibistan ji 28 refan pêk tê, hejmara xwendekaran 950 xwendekar e. Herwiha xwendekar li gorî şert û mercên gelek zehmet yên herêmê û hewayê di vê dibistanê de dixweînin. Ev yek jî sedema xwe ji dorpêça hikumeta Şamê digire.
Kampa Serdem
Kampa Serdem duyemîn kampe ku piştî kampa Berxwedan di dîroka 15’ê Nîsana 2018an hat avakirin. Kamp ji 988 çadiran pêk tê, hejmara malbatan 910 malbatin, bi gîştî hejmara welatiyên ku di kampê de dijîn 3739 kes in. Kamp bi gîştî ji hemwelatiyên Efrînî pêk tê.
Di kampa Serdem de bazarek gelêrî mezin, navendek tenduristiyê yê girêdayî Heyva Sor a Kurdî, parkek (hedîqe) ya zarokan û yek yê şênkahiyê, herwiha dibistanekê (Seretayî û amedehî) heye. Kampa Serdem yekemîn kampe di cîhanê de ku tê de pirtûkxane tê vekirin.
Kampa Efrîn
Kampa Efrîn jî di aliyê rêvebirinê de girêdayî kampa Serdem e. Di 2018 an de hatiye avakirin. Ev kamp di aliyê rûpîvanê de hinek biçûke û hejmara hemwelatî û çadiran kêm e. Hejmara çadirên kampê 124 in, hejmara malbatan 120 in, û hejmara nifûsa kampê jî 482 kes in  ji ber ku kamp biçûke tenê dibistanek di hindirê kampê de heye.
Kampa Veger
Kampa Veger 4 emîn kampe ku ji bo gelê Efrînê hat avakirin. Di Mijdara 2018 an de li gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê hat avakirin. Ev kamp li gorî pêdiviya malbatên ku li navçeya Şêrawa diman hat avakirin. Hejmara çadiran 159 in, hejmara malbatan 138 in, hejmara welatiyên kampê jî 564  kes in û ji komînekê pêk tê.
Di kampê de dibistanek Seretayî heye, di aliyê xizmtê de girêdayî şaredariyê ye. Ji milê tenduristî ve ji ber ku kêm saziyên tenduristiyê derbasî vê kampê dibin, piranî nexweş berê xwe didin nexweşxaneya Til Rifetê.
Kampa Şehba
Kampa Şehba hîn di dema ku koçberên deverên din yên Sûriyê ji ber şer û pevçûnan koçberî Efrînê bûne hatiye avakirin. Kampa Şehba li gundê Kiştearê yê girêdayî navçeya Şêrawa yê Efrînê hate avakirin. Ev dever di aliyê ewlehiyê de gelekî ne bi ewle ye ji ber cihê wê yê nêzî eniyên şer û pevçûnan e.
Bi derbasbûna gelê Efrînê ji herêmê re hinek malbatên Kurd jî cihê xwe tê de girtin. Hejmara malbatan bi gîştî 100 malbatin, ji wan 35 malbatên Efrînê ne. Herwiha hejmara kesan têde dijîn  500 kes in û ji komînekê pêk tê. Di aliyê xizmetê de girêdayî şaredariya Şêrawa ye. Di kampê de dibistanek (Seretayî û navîn) heye û her du pêkhate tê de tên fêrkirin. Ava kampê ji aliyê UN di rojê de 2 caran tê belav kirin. Di aliyê tenduristî de hinek zehmetiyên gel hene, ji ber tinebûna navenda tenduristiyê di hindirê kampê de.
Xwedî pêdiviyê taybet
Ev kampên ku me anîne ziman di şert û mercên zehemet de li gorî pêwîstiya gel hatin avakirin. Her çiqasî jiyana kampan zehmet be jî bi taybet di bin polîtîkeya dorpêça Hikumeta Şamê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê. Lê belê ji hin rêjeyan re bi deh qat zehmetir e ew jî xwediyên pêdiviyên taybetin. Li kampa Berxwedan 11 kes hene, li kampa Serdem 7 kes û li kampên Veger û Şehba 4 kes in. Bi giştî 22 kesên ku xwediyê pêdiviyên taybetin di nava kampan de jiyan dikin. Ji bo van kesan ji aliyê Rêveberiya Xweser û desteya Tenduristiyê ve hemû pêdivî û pêwîstiyên wan û li gorî derfetan têne pêkanîn. Lê li gorî taybetmendiya kampan û rêxistinên mirovî yên cîhanî divê ev kes ji aliyê Rêxistinên Mirovî ve werin şopandin û tedawî kirin. Lê ev rêxistin bi erkên xwe yên mirovî li hember van kesayetan ranabin, ev yek zehmetiyên cidî hem ji bona xwediyên pêdiviyên taybet û hem ji bona malbatên wan bi xwere tîne.
`Ji herêmeke wêrankirî jiyanek nû`
Girêdayî rewşa jiyanî û xizmetguzarî di hindirê kampan de Endamê Koordînasyona Kar û Barên Civakî yê kantona Efrîn û Şehba Namet Elîko ji rojnameya me re axivî. Namet di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku herêma Şehbayê bi wêraniya xwe bû wargeha Efrîniyan û jiyaneke nû tê de hat avakirin  wiha got: “Herêma Şehbayê ji ber şer û peyçûnên ku li herêmê qewimîne, bi awayekî qismî hatibû wêrankirin û rûxandin. Piştî derbasbûna gelê Efrînê bi kêm derfetan rûxmî atomosfera koçberiyê û windahiyên ku hatine jiyan kirin. Lê rêveberiya xweser tevî gelê Efrîn û Şehbayê jiyaneke nû destpêkirin û ev herêm bi zehmetî gihîşt rewşa xwe ya heyî. Bê guman li ser esasê bicihkirina gelê Efrînê kamp hatin avakirin û weke gavên destpêkê piraniya gelê Efrînê di nava kampên Berxwedan û Serdem de hatin bicih kirin û piştî wê sê kampên din jî hatin avakirin û aktîfkirin”.
`Rêxistinên mirovî alîkariya xwe li ser kampan qut kirin`
Herwiha Namet diyar kir ku di hundirê 6 salan de rola UN û rêxistinên mirovî gelek lawaz bû di nava kampan de û wiha domand: “Di demên destpêkê de ji avakirina van kampan rêxistinên mirovî bi awayekî baş derbas dibûn û hin alîkarî pêşkêşî gel dikirin. lê ev tenê di sala destpêkê de wiha bû. Ji demeke dirêj ve  tu rêxistinên mirovî ango UN derbasî kampan nabin û tu alîkariyê jî pêşkêş nakin. Ev yek jî da diyar kirin ku rêxistinên ku derbasî vir dibûn tenê li ser esasê bercewendiyên xwe tevdigeriyan. Bê guman ev yek tevahî pîvanên cîhanî û navnetewî yên rêxistinên mirovî derbas dike”.
`Vî gelî nameya misogeriya rizgarkirina Efrînê da cîhanê`
Endemê Koordînasyona Kar û Barên Civakî Namet Elîko di dawiya axaftina xwe de ragihand ku her çiqas ev sal bi zehmetî derbas bibin, lê asta berxwedanê û girêdana gel bi xeta şoreşê ve bê sînor e û wiha got: “Ev kamp di aliyê xizmet, alîkarî û parastinê de, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên kirin. Di hemû mercên zehmet de ne gel ji rêveberiyê dur ma û ne jî rêveberiyê xwe ji gel dûr xist. Ev yek nîşaneya herî pîroz ya girêdana gel bi xeta Rêbertî û felsefeya jiyana azad e. Vî gelî bi berxwedanî û hebûna xwe li herêma Şehbayê nameya misogeriya vegera Efrînê û berxwedaniyê da tavahî cîhanê.