Rojnameya Ronahî

Berxwedan û fikrê Rêber Apo Komplo Navneteweyî pûç kir

Deriya Çiya/Qamişlo
Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo dikeve sala xwe ya 26’emîn de. Dewleta Tirk a dagirker û hêzên komploger xwestin bi girtin û revandine Rêber Apo fikir û ramanê wê yên azad bêbandor bikin û Rêber Apo ji gel qutbikin. Lê bi saya berxwedana dîrokî ya Rêber Apo planên komplogeran têk diçin.
 Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêber Apo ya ji Rojhilata Navîn kompiloyê destpêkir, heta berî wê demê di salên 90’î de şerê Kendavê ku tê binavkirin tê de dewletên desthilatdar yên ku dixwestin di Rojhilata Navîn de hespên xwe bibezînin, lê li hemberî vê bezandina hespa xwe fikir û felsefeya Rêber Apo tenê kelem li pêşiya xwe didîtin. Ji bo ku vê kelemê li pêşiya xwe rakin def û dolabên xwe hûnandin, ev def û dolab ne di demên niha de çêbûne lê hîn ji sala 1993’an de hebûn ku PKK’ê li Almaniyayê wek partiyeke terorîst hate îlankirin, ji xwe hêdî hêdî dibêjin morîkên xwe danîn ji bo ku kalanekî ji vê kompiloya xwe re bibînin û piştî wê jî ji xwe Rêber Apo ji derketina wî ya Rojhilata Navîn êdî lihevhatina hevpeymana Adenayê li wê derê dewleta Sûriyê, Tirkî, Rûsiyayê û dewleta Îranê lihevhatinek kirin û navê wê kirin hevpeymana Adenayê ku hîn jî dema tê axaftinê dibêjin ew peyman hîn jî di meryetê de ye. Piştî wê bi derketina Rêber Apo ya ber bi Ewropayê ve berî wê bi 88 salan bi peymana Lozanê Kurdistan hatibû parçekirin. Devera Kurdistan li wir hatibû parçekirin Rêber Apo dixwest li wir çareser bibe, lê ew kesên şoreşger yên ku digotina Rêber Apo em rêhevalê tene wek dewleta Rûsyayê ku parlementê serlêdana wî qebûlkirin û piştî wê bi du rojan mecbûr hiştin ku Rêber Apo ji wir derkeve. Êdî gelê kurd herdem di gumanê de bûn ku ka Rêberê wan li kûye, piştî demekê nûçeyek derker û hat diyarkirin ku balafira Rêber Apo ber bi Holenda ve tê, wê demê gel hemû ber bi Holendayê ve herikîn, lê derket ku ew balefir nerabûye. Ew balefir ber bi sefareta Nayrobiyê ya Yonanistanê ve çû û di 15’ê Sibata 1999’an de li bajarê Nayrobiyê Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve dîl hat girtin, xwestin ku rêbertî ji gel qutbikin, fikir û felsefeya wî winda bikin. Wek tê zanîn jî di zaniyariyê de mirov careke tenê tê vê dinyayê lê Rêber Apo sê caran zayîna xwe kir, yek zayîna xwe ya rastê, dûyemîn zayîna xwe ya ku Tevgera Azadiyê avakir, Sisê zayîna xwe ya li girava Êmraliyê ku modernîta demukratîk diyarî gelan kir.
Sedema hedefgirtina Rêber Apo
Ev cara yekê ye ku Kompilo dest pê kiriye, Nato di sala 1986’an de dema ku di riya hêzên xwe yê veşartî re serokwezîrê Siwêdê dide kuştin û dixin sitiwê Tevgera Azadiyê, ji wî çaxî ve dema ku Siwêdê navê Tevgera Azadiyê xist lîsteya terorê de hêdî hêdî xwest ku rê li hemberî vî fikrê Serokatî bigre, ji bo ku di carekê de karibe wî tune bike lê berovajî wê roj bi roj ev Tevger fereh dibe. Ev qompilo dewam kir heta ku em gihiştin sala 1996’an de di dema hewldana kuştina serokatî li paytexte Şamê xwestin ku serokatî tune bikin wê demê çalekiya hevala Zîlan bû bersiv ku kes nikare roja me tarî bike. Sedema derbaskirina Tevgera Azadiyê 45’ê saliya xwe ew bû ku ev tevger hizrekî nuh daxiste nava civakê. Di sala 1993’an de wek îstratîciyetekê ser rengê bîtîrazê dîmukratiyetê Rêber Apo da pêş ku fikr û felsefeya wî li pêşiya pilanên dewletên dagirker asteng bû, ew pirojeya ku Rêber Apo derxist ji bo fidiraliya rojhilata navîn ew bixwe rûxandina pirojeya Nato bû, ji ber vê yekê bi hemû hêzên xwe xwestin ku fikrê serokatî tune bikin. Rêber Apo jiyana xwe tev berda ji bo xatirê avakirina Kurdistanek azad da ku gelê bindest bi aramî têde jiyan bikin, îro fikirê Rêber Apo fikrekî cîhanî ye temsîla îradeya hemû gelên blindest dike.
Guhertinên ku Rêber Apo li ser asta Kurdistan û cîhanê çêkir
 Konfiransa Rêber Apo ya ku di meha Nîsana 2023’an de li Hamborgê hat lidarxistin û navê konfiransê “Em cîhana xwe ji nû ve dixwazin” danûstandinê wan feylesûfan û zaniyaran, kesên ku ji Bakstanê bigire heta Misrê û her çar aliyê cîhanê yên ku tevlî konfiransa sê rojan bûn, hemûyan anî ziman ku em cîhana xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo dixwazin, Rêber Apo mamostayê me ye û em şagirtên wî ne ji ber ku ji vê cîhanê şûndetir tu rê û rêbazê me tunene yan wê reş be yan wê spî be di navbera wê de riya sêyemîn tune bû, lê demukratîk qonfedralîzma paradîgma Rêber Apo da nîşandan ku rêya sêyemîn jî heya, tu ne mecûbrî riya reş an spî hilbijêrê, heger tu dixwazê di nav demukratiyê de jiyan bikî tu dikarî riya sêyemîn bixe nav jiyanê de ji ber vê yekê jî ev 25 sale ku ev qompilo derbasî nav gelan nebû bû. Di civaka kurdan de gelek guhertin çêbûn di serî de wek jina ku di demên berê de nikarîbû di civatekê de rûnê, nikarîbû daxwaza mafê xwe bike, lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo ku ji destpêka avakirina Tevgera Azadiyê ve wekî em dizanin di peradîgmayê de jî dibêje mirovahî di mîtîngeriya li ser jinê de winakiriye, heya ku jin azad nebe civak azad nabe. Di ruxmê Tevgera Azadiyê de Rêber Apo azadiya jin wek xala sereke dît, bi belsefeya Rêbertî û bi durişmeya “Jin jiyan azadî” ev hizir li tevahiya cîhanê belav bû û cîhan tev li pey vî fikirî meşiyan. Ev 25 salin ne tenê Rêber Apo di tecrîdê de ye, em wek jinê kurd di tecrîdê de ne, îradeya me di tecrîdê de ye, ji ber vê yekê divê em kar û xebatên xwe bilintir bikin da ku em vê bergalê bişkînin û Rêberê xwe azad bikin.
 Girêdana şoreşa Rojava bi fikirê Rêber Apo re
Ji ber rojavayê kurdistanê rastî gelek êrîşan û hişmendiyên şofînî hatiye, pir îşkence li ser vî miletî hatiye kirin ji dema yekîtiya ku di navbera Sûriyê û Misrê de hat çêkirin nêzî 200 zarokên kurd di hundirê sînemeya Amûdê de hatin şewtandin, piştî wê di girtîgeha Xuyêranê de jî 63’ê kes hatin şewtandin, bi vî rengî pir qetillam hatine çêkirin, pir siyasetên qirêj li miletê rojava hate meşandin ji ber vê yekê pêdiviye milet bi fikerekî ku wan ji vê zilmê xilas bike hebû, lewma dema Rêber Apo pirtûka xwe ya sêyemîn daxist em jî wek piroje me ji bo ne rojavayê Kurdistanê hibijart, ji ber vê yekê destpêka ku buhara gelan di hundirê rojhilata navîn de çêdibe, berî ku dest pê bike wek PYD’ê kongira xwe ya çaremîn li darxist û di hundirê wê kongirê de biryar stand ku di hundirê rojavayê kurdistanê de rêveberiya xweser were avakirin. Ev rêveberî jî nimûneyek serkevtî bû ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, dagirkeriya Turk jî ji bo ku ev fikirê serokatî mayinde nebê nekevê nava civakê de hetim bê navber êrîşî rojavayê kurdistanê dike.
Çalekiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo tên li darxistin û erkê civakê
 Eger em bêjin ji bo çalekiya meşekê herkes tevlî dibe, lê her yak jî dikare bi riya xwe re van hestên xwe bighîne tevahî cîhanê çi rewşnbîr, parêzer û kedkar be jî dikare di riya xwe re pyamekê bide. Pêwîste her kesê li derveyî welat dakevin qadan û bi deng û rengê xwe banga azadiya Rêber Apo bikin. Di hewldanê çareserkirina pirsgirêka kurd a siyasî ku di 74 dewletên cûda de dest bi kampaniyê kirine pêwîste heta dawî piştgiriya vê kampaniyê were kirin, ji ber ku heger pirsgirêka kurd neyê çareserkirin pirsgirêka rojhilata navîn tevahî jî nayê çareserkirin. Ev meşên ku tên lidarxistin jî xwesteka wan bidawîkirine tecrîda 25 sala ye, xwesteke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, eger em di sala 25’an de Rêbertiya xwe azad nekin, wê demê wê gelê kurd li ser rûyê cîhanê were tunekirin, ji ber ku xwesteke van hêzên desthilatdar ew e ku rojhilata navîn a ku şarestaniya mirovahiyê bû wê şarestaniya mirovahiyê di wir de bi dawî bikin û alên xwe yên reş rakin.