Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ziman nasname û hebûna gelan e’

28/02/2024
in Uncategorized
A A
Ziman nasname û hebûna gelan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Melek/Qamişlo

Ji bo qirkirina gelê kurd, hêzên dagirker û desthilatdar pişaftina zimanê kurdî kirin armanca xwe ya sereke, tevî hemû hewildanên wan jî lê nikarîbûn armanca xwe pêk bînin. Endamên SZK’ê diyar kirin ku ziman hebûna mirove û heta mirov karibe xwe biparêze divê zimanê xwe biparêze.

Nûvedaniya mirovahiyê ya herî girîng û sereke ziman e. Ji ber ku her ziman pêşî di malzaroka dayikê de û bi dayikê destpê dike her ziman zimanê dayikê ye. Zimanê dayikê, pergal û sazûmana pêşî  ya zanîn û civakîbûna mirovahiyê ye jî.  Kom, komiçk, qebîle qewm û êlên dîrokî û gel û neteweyên îro hemû bi saya zimanê dayikê gihîştine heyamekî. Hemû civat û civakên dîrokî  hebûna xwe ya çandî û arizî bi riya zimanê dayikê parastine. Zimanê kurdî jî yek ji wan zimanan bû ku ji aliyê hêzên dagirker û desthilatdara ve hewildanên pişaftinê li ser dihatin û heta roja îro jî ev hewildan berdewamin.

Di derbarê Roja Zimanê Dayikê de endamê Komîteya Zimanî ya Saziya Zimanê Kurdî SZK Nîçirvan Ebdilezîz û endamê Saziya Zimanê Kurdî Samî Fetah ji rojnameya me re axivîn.

Niçirvan Ebdulazîz diyar kir ku Roja Zimanê Dayikê ya cîhanî xwedî wateyeke taybet e û wiha domandin: “Her gelek dixwaze zimanê xwe biparêze, ji ber ku ziman nasname ye. Dewletên desthilatdar her dem dixwazin zimanê xwe biparêzin û zimanê xwe li ser  tevahiya gelên din jî ferz bike, weke rejîma BAIS’ê, herdem dixwest ku zimanê kurdî tune bike. Ji ber vê yekê dewletên dagirker di destpêkê de berê tîrê xwe dide ziman ji ber ku ziman nasnameya mirovan e, bi vê yekê dixwaze ziman ber bi pişaftinê ve here û nasname were wendakirin.”

‘Zimanê Kurdî rastî gelek êrişan hat’

Niçirvan Ebdulazîz wiha got: “Li her çar parçeyê Kurdistanê li dijî zimanê Kurdî êriş hebûn, bi taybet li Bakurê Kurdistanê, pilan hebûn ji pilanan piroje dihatin dayîn, ev piroje bi dare zorê li ser gelê Kurd ferz dikirin û ew ber bi zimanê xwe ve dibirin. Keseke ku bi Kurdî diaxivî rastî tundiyê dihat û diket zindanê de. Heta ku gihaşt asta ku gelê Kurd ew bixwe  zimanê xwe ber bi pişaftinê ve bir. Di heman demê de beriya şoreşa Rojava gelê Kurd li Rojavayî Kurdistanê rastî pir zor û zehmetiyan dihatin ji ber ku ziman rastî gelek êrişên giran dihat . Ew jî gihaşt astekê ku bi tirs di nava malên xwe bi Kurdî diaxivîn, her wisa kesên ku bi zimanê Kurdî diaxivîn rastî eşkenceyekê pir mezin dihatin. Lewra divê ku her kes xwedî li zimanê xwe derkeve ji ber ku ziman nasnameya mirovan e.

‘Zimanê Kurdî hebûna gelê kurd e’

Endamê Saziya Zimanê Kurdî SZK Samî Fetah jî wiha got: “Pişaftina gelan bi destê  ne bi destê desthilataran dest pê dike, wekî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zimanê me rastî gelek êrişan hat, bi vê yekê zimanê Kurdî ber bi pişaftinê ve çû. Herwiha bi destê desthilatdaran zimanê me hat qedexekirin û Zimanê Erebî li ser me hat sepandin, heman tiştî li her çar parçeyên Kurdistanê hat kirin.”

Endamê Saziya Zimanê Kurdî Samî Fetah di dawiya axaftinê xwe de diyar kir ku ji bo gelê Kurd zimanê xwe ji pişaftinê biparêze pêwîstî bi siyaseteke Zimanî û nivîskî heye, ku hemû ziman nas û kesên di warê pedekojiyê de kar dikin li hev kom bibin û siyaseteke zimanî, nivîskî û akadimî were destnîşan kirin û li ser bingeha wê siyasetê pilanesaziyeke zimanî were destnîşan kirin di heman demê de jî armancên taybet werin destnîşan kirin. Bi vî awayî mirov dikare bêje pilana ji bo vejandina ziman wê têkeve qadên pêkanînê û bi vî awayî em dikarin bêjin me zimanê xwe ji pişaftinê rizgar kir.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.