Rojnameya Ronahî

Dîroka romana kurdî

Deriya Çiya/Qamişlo

Roman di cîhana wêjeyê de beşeke wêjeyî ya kevnar e û tevahiya netewên cîhanê xwedî xebatên destpêkê ne û di roja îro de di warê romanê de li pêş in. Lê nivîskarên kurd ji ber reşwa siyasî ya qedexekirina zimanê xwe bi derengî pabendî xebata nivîsîn û pêşxistina romana kurdî bûne. Herwiha di sala 1935’an de Romana yekemîn ya bi zimanê Kurdî bi navê “Şivanê Kurd e” ya Erebê Şemo hat çapkirin .

Dîroka romana kurdî

Di gel ku dîroka romana cîhanî pir kevnar e, lê belê romana kurdî weke cureyeke wêjeyî dereng maye. Herwiha têkilîya vê cureya wêjeyî bi pexşanê re jî temendirêj e, dîsa ev jê re nebû alîkar ku wêjevanên kurd dest bi nivîsîna romanê bikin. Dibe ku hem peydabûna derfeta nivîsînê, hem jî têkilîya wêjevanên kurd bi yên rûsî û ermenî re bûbû alîkar di derketina vê janre û cûreya wêjeyî ya ku temenê wê li Ewrûpa vedigere sedsala 7’an. Di gel ku roman weke ceşneke wêjeyî ya sereke di wêjeya rûsî ya piştî şoreşa Rûsî de diyar dibe, weke ku Japharova (2001) jî balê dikişîne ser. Ev celeb di nava kurdan de nedihat bikaranîn, ji ber wê ye ku cara yekem, di sala 1935’an de romanek kurdî derket û ew jî romana Şivanê Kurde ya Erebê Şemo bû ku li Ermenistanê, li Êrewanê hatiye çapkirin. Hêjayî gotinê ye ku ev berhem di nava civata kurdî de, tim weke yekem romana kurdî tê nasandin. Lê belê, lîsteya kronolojîk ya romana kurdî ku Mamed Jemo (1989) amade kiribû, hayê me jê çêdike ku ev roman çar sal berê, di sala 1931’ê de, bi rûsî hatiye çapkirin û nivîskarê wê bi dû re ew kiriye kurdî. Di wê demên de yekem romana ku rasterast bi kurmancî hatiye nivîsandin û çapkirin, Xatê Xanim a Eliyê Evdilrehman e ku sala 1958’an hatiye çapkirin.

Yekem romana bi zaravayê soranî jî ku ya bi navê ‘Janî Gel’ a Îbrahîm Ahmed e û di sala 1969’an de hatiye çapkirin. Di gel van agahiyan jî, nivîsandina romana ya bi kurdî heta piştî sala 1980’ê jî di nava nivîskarên kurd de nebû adet. Piştî ku rewşenbîr û siyasetmedarên kurd piştî cûntaya 1980’ê ya ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ber bi Ewropayê, êdî mirov karîbû behsa tevgereke giştî ya wêjeyî bikiraya. Lewre, weke pêşengên xwe yên destpêka sedsala 20’an, rewşenbîrên kurd çalakiyên wêjeyî û girêdayî zimanê kurdî weke çalakiyên îdeolojîk di nava xebatên xwe de bi cîh kirin. Herwiha di wê serdemê de hejmara berhemên ku bi kurdî hatine çapkirin, ji nişka ve zêde bû.

Bandora rewşa siyasî ya kurdan li ser romanê

Ji ber rastiya kurdan a ku weke komek etnîk di nav çar netewdewletên weke; Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê de hatine dabeşkirin, romana kurdî bûye amûra diyarkirina vê rastiyê. Romana kurdî, bi taybetî jî ji aliyê şêweyê ve têra xwe di bin bandora vegotina romanê ya van welatan de maye. Lê ji aliyê babetê ve, xwe ji vê vegotinê dûr kiribû. Di heman demê de vegotinên siyasî û civakî ku li ser civaka kurdan hatine ferzkirin, di romana kurdî de rê li ber curbicuriyê vekiriye. Ji ber ku civak mijara romanê ya sereke ye, ango jiyana mirov bi xwe bi sazî an adetên civakên cuda re di nava hevbandoriyeke bêrawestan de ye, guherînên civakî li ser romanê xwedî bandoreke mezin bûn.

Di civakên Rojhilata Navîn de geşbûna romanê ji aliyekî ve, bi guherînên civakî yên hundirîn û derketina takekesiyê ve jî girêdayî ye. Lê li Rojhilata Navîn kevneşopiya romana Rojavayî wek cureyekî di belavbûna vegotineke wisa de roleke mezin lîstiye. Di gel ku romana kurdî bandor ji derbasbûna vegotina romanê ya Rojavayî ya ber bi Rojhilata Navîn girtiye jî, ji aliyekî din ve jî şêwe, weke şêwazê netewî bi pêş ve ketiye ku ev şêweyê romanê, ji aliyê Jameson (1986) weke taybetmendiya wêjeya “cîhana sêyem” hatiye pejirandin. Bi rastî, ji bo ku kurd xwe weke neteweyek ku li ser kokên xwe yên çandî cih girtiye, romana kurdî bûye çavkaniyek girîng.

Di dîrokê de hin romanên kurdî ji romannivîsên kurd.

Romana yekem ya ku bi kurdî hatiye çapkirin Şivanê Kurd e  Erebê Şemo ye.

Di heman demê de, yekem romana ku rasterast bi kurmancî hatiye nivîsandin Xatê Xanim a Eliyê Evdilrehman e dîroka wê vedgere sala 1958’an. Bi giştî, hejmara romannivîsên ku heta niha hayê me ji wan çêbûye 104 romanvîsin û hejmara romanên kurmancî yên ku heta niha hayê me ji wan çêbûye jî 197 roman in. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di 75 salan de 197 romanên kurmancî hatine çapkirin. Herwiha di salên 1940’î de û salê 1970’î  tu romanên kurmancî nehatine çapkirin. Di sala 1980’î, ji bilî Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman, Mîroyê Esed, Heciyê Cindî û Seîdê Îbo romannivîsên kurmancîaxêv derneketine. Di wê demê de jî, heta sala 1980’î hejmara romannivîsan 5 û hejmara romanên kurdî jî 12 bûn. Heta sala 1990’ê hejmara romannivîsan bûne 14 û hejmara romanên kurmancî heta sala 1990’î 27 roman bûn. Kurdên sovyetê berî kurdên din dest bi nivîsandina romanan kirine, weke Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman û Haciyê Cindî. Di heman demê de piraniya romannivîsên kurd li Swêdê bi cîh bûne û romanên xwe li wir nivîsandine. Weke Mehmed Uzun, Laleş Qaso, Lokman Polat, Mahmûd Baksî, Silêman Demîr, Bûbê Eser, Mustafa Aydogan, Bavê Nazê û hwd…

Yekem romana ku ji aliyê kurdên Ewropayê ve hatiye çapkirin romana Xanê,  ku ji aliyê romannivîs Birîndar ve di sala 1982’an de hatiye çapkirin.

Hêjayî gotinê ye ku nivîskarê kurd yê ku herî pir berhem di warê romanê de bi kurmancî dane, Mehmed Uzun û Lokman Polat in û herduyan jî heryekî ji wan 8 roman nivîsandine. Piştî wan jî, Mezher Bozan 7 roman nivîsandine û Medenî Ferho jî 7 roman pêşkêşî kurdan kirine. Herwiha hejmara weşanxaneyên ku romanên kurdî û kurmancî çap kirine, bi qasî ku hayê me jê heye, ji 50 çapxaneyan derbas bûye. Bi qasî ku em dizanin, 11 weşanxaneyên kurdî li Swêdê bi cîh bûne jî ev in: Nûdem, Roja Nû, Orfeus, Apec, Helwest, Sara, Welat, Pelda, Jîndan, Newroz, Kurdistan. Piştî sala 1990’î, ji nav weşanxaneyên kurdan ên ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  bi cîh bûne, 12 weşanxaneyan di ber berhemên din re roman jî çap kirine jî ev in: Doz, Sî/Mîr/Elma, Avesta, Pêrî, Aram, Berfîn, Belkî, Bajar, Veng, Lîs, Do, Ronahî. Herwiha weşanxaneya ku herî pir roman çapkirine, Pêrî ye ku 18 roman lê hatine çapkirin.