Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

UNICEF’ê bi qutkirina avê jiyana bi hezarê mirovan dixe xeterê de

28/02/2024
in Uncategorized
A A
UNICEF’ê bi qutkirina avê jiyana bi hezarê mirovan dixe xeterê de
Share on FacebookShare on Twitter

  Wekî piştgiriya polîtîkayên êriş û dorpêçê ku bi armanca têkbirina vîna gelê Efrînê tên meşandin, di 15’ê Sibatê de UNICEFˊê av li ser tevahiya kampên herêma Şehbayê qut kir û qutkirina avê li ser kampan jiyana bi 100 hezran mirovan dixe xeteriyê.

Zana Roj/ Şehba

Herêma Şehbayê yê ku piraniya wê gelê Efrînê yên ku bi darê zorê koçber bûne lê jiyan dikin, ji 6 salan ve bi siyastea dorpêça hikumeta Şamê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê rû bi rû ne.  Tevî van zehmetiyan jî bi îrade û biryardariyeke mezin jiyana xwe didomîn in. Rêxistina UNICEF’ê ya girêdayî Netewên Yekbûyî di sala 2022’an de av bi temamî li ser gundên herêmê qut kir, pê re di sala 2023’an de av li ser kampên koçberên Efrînê kêm kir. Piştî kêmkirina avê li ser 5 kampan rojane 4, 750 bermîlên avê dihatin belav kirin, lê ji 15’ê Sibatê ve UNICEF’ê  av bi temamî li ser kampan jî qut kir.

Têkildarî vê mijarê Hevserokê Desteya Şeredariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed ji rojnameya me re axivî.

`Gelê Efrînê ji 6 salan ve bi siyasetên dijmin re rû bi rû ne`

Elîf di destpêka axaftina xwe de berxwedaniya ku ji 6 salan ve ji aliyê gel ve tê raber kirin anî ziman û wiha got: “Gelê Efrînê ji 6 salan ve dîroka berxwedaniyê û hêza îradeyê dide nivîsandin, weke ku çawa gelê kurd di salên dûr û dirêj de ev yek her tim tekezkirin. Li herêma Şehayê jî careke din ev dîrok tê îsbat kirin. Bi hezaran koçberên Efrînê di bin cadirên koçberiyê de jiyan dikin. Li ser vî gelî hemû pilanên bê exlaqî û nemirovî bi riya siyaseta dorpêçê  û êrîşên girkirinê ya dagirkeriya Tirkiyê re derbas dibin. Pilanên dijmin careke din bi biryara qutkirina avê Ii ser herêma Şehbayê hatin tekez kirin. UNICEF’ê biryara qutkirina avê li ser kampan xistiye meryetê”.

`Biryara UNICEF’ê  biryarekî dij pîvanên mirovî ye`

Elîf destnîşan kir ku qutkirina avê ji aliyê UNICEF’ê  ve li ser koçberan tê wateya jiyana mirovan ber bi xeteriyê ve û wiha got: “Rêxistina UNICEF’ê  yê ku qaşo bi navê mirovan bang dike. di destpêka ku gel koçberî herêmê bûne li tavahî gherêmê û Kaman av belav dikir. Piştî demekê di sala 2022’an av li ser gundan qut kir. Weke ku tê zanîn li herêma Şehbayê peydakirina ava paqij ya vexwarinê zehmet e, lê rûxmî wê jî e wav hat qutkirin û di pey wê re ava li ser kampan jî hat kêmirin. Bê guman li hember vê yekê gelek hewildanên me hatin kirin, lê hemû jî bê encam bûm. Di 15’ê Sibatê de UNICEF’ê  biryara nebelavkirina avê li ser kampan jî standiye, ev biryara dij pîvanên mirovî û exlaqî jiyana gelekî di nava çadirên koçberiyê de dixe xeteriyê.”

`Qutkirina avê qutkirina jiyanê ye`   

Elîf da xuyakirin ku gelê Efrînê ji demên dirêj ve li hember siyaseta dorpêçê şer dike û wiha pê de çû: “Herêma Şehbayê yê ku her tim li ser ziman e li dijî siyaseta dorpêça hikumeta Şamê berxwedanî û têkoşînê dike. di şertên zehmet yên tunebûna sotemeniyê de jiyan kiriye û heyanî vê kêliyê jî li ber xwe dide. Lê derketina biryareke bi vî awayî ji aliyekî ku qaşo mirovî ye û tunebûna avê tê wateya qutkirina jiyana însan beriya qutkirina avê. Li hember vê biryarê û ji bo çareseriyê çi bedel hebin emê bidin.”

`Divê bersîvên rast û wîjdanî bên dayîn`

Hevserokê Desteya Şeredariyê Elîf Mihemed di dawiya axaftina xwe de banga aliyên peywendêdar kir û wiha got: “Gelê ku li herêmê jiyan dikin gelekî şoreşger e, ev yek di nava 6 salan de bi sekna xwe îsbat kiriye. Em banga tavahî aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovî dikin ku li hember vê kirîzê bibin xwedî helwest û bersîvên rast û wîjdanî bidin vî gelî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.