Rojnameya Ronahî

KOMPLOYA MEZIN A GLADÎOYÊ …Pêvajoya Îmraliyê (2)

Abdullah Ocalan

Di çerxa Îmraliyê de ev hesab hemû di şexsê min de ji nû ve lebitîn û tevgeriyan. Ji bo min karîbûya pêvajoya Îmraliyê analîz bikira, diviyabû ez xwedî bîrbirinekê bûma haya xwe ji şerên berjewendiyan ê rojane yê bingehekî xwe yê dirêj ê dîrokî hebûya. Di nava hesabên komployê yên sîstema hegemonîk de yek ji xusûsa divê haya mirov jê hebe ew e, polîtîkayên ‘parçe bike-bi rêve bibe’ di dused salên dawiyê de bi hosteyî li ser herêmê pêk tînin û diviyabû mirov nebûya destikê van polîtîkayan, nexasim şerê Kurd û Tirkan armanca van polîtîkayan bû û diviyabû mirov di kûrkirina vî şerî de bi kêra van hêzan nehata. Ermenî, Grek, avahiyên etnîk ên li Balkanan, Ereb, Suryanî, Tirk û Kurd bûn destikê van polîtîkayan û gelek tişt ji dest dan. Hinek ji van navbihuriyan ji çand û welatên xwe yên hezarê salan bûn û heta ew ji civakbûnê derxistin. Herweha ji ber ku bi Tirkan re diman hêrsa gelek hêzan li dijî Kurdan rabûbû. Yekîtiya ji Şerê Melezgirê ve girîngiya xwe ya stratejîk diparast, nexasim bi polîtîkayên îmha û înkarê yên ji 1925’an ve hatin meşandin, badilhewa çû. Eger mirov tesfiyekirin û înkara vê hêmana rastî ya Komarê hûrûkûr lêbikole û bi felsefeya dîrokê şîrove bike, mirov ê bibîne ev yekîtiya stratejîk bi xwe hedef e. Ingilîzan û şaxên wan ên hundir zor didan Mistefa Kemal û ev gava herî girîng a komployê ye. Di felsefe û diyardeya rêveberiya Tirk a ji rêûresmê de asîmîlekirin û dijminatiya Kurdan tineye. Ev dijminatî bi armancên taybet çêkiribûn. Pêvajoyên serîrakirinan û bûyerên piştî wan vê rastiyê piştrast dikin. Ev rewşa ku li Îmraliyê bala min kişand û kir ku bêhtir li ser biponijim, di felsefeya min a polîtîk de rê li ber veguherînên bingehîn vekir.

Min parêznameyên xwe bi sê versiyonan pêk anîn û di navê de mirov dikare pêşketina vê fikra siyasî bibîne. Bi xetên sereke encamên ez gihiştim wan wisa ne:

a- Komplo di şexsê min de bi tenê ne li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatibû kirin. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina teorê û çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsaleke din dewam bike, kûr bikin. Komploya wan a li hemberî min ji bo vê niyeta wan firsendeke îdeal dida. Bêguman dixwestin heta dawiyê vê firsendê bi kar bînin. Jixwe nabe ku mirov berevajiyê vê bifikire. Ji ber ku wan bixwesta, karîbûn bi kêra gelek bûyerên erênî bihatana. Lê wan timî hewl dida pêşiyê li çareseriyê bigirin, li şûna çareseriyê mesele dikirin tam mîna girêkeke kor û li hev digerandin. Dixwestin dualîteyeke tîpîk a Îsraîl û Filistînê biafirînin. Çawa ku dualîteya Îsraîl û Filistînê ev sed sal in ku ji hegemonya Rojava ya li Rojhilata Navîn re xizmet kir, dualîteya Kurd û Tirk a gelekî ji wê mezintir jî bi kêmanî karîbû sedsalekê ji hesabên hegemonîk re xizmet bikirana. Jixwe bi heman armancê di sedsala 19. de li herêmê gelek pirsgirêkên etnîk û mezhebî afirandin û bê çareserî hiştin. Rastiya Îmraliyê di vî warî de agahiyên min ên xam têra xwe gihandin. Lê pirsgirêka herî girîng a li pêşiya min ew bû, min ê ev bi elîtên rêveber ên Tirk çawa bida fêhmkirin.

b- Ango pirsgirêka min a herî girîng ew bû, ez bidim fêhmkirin ku ev komplo ji şexsê min û Kurdan bêhtir li dijî Tirkan e. Min ev timûtim ji bo kesên di jêpirsînê de destnîşan dikir. Lê ew bi ber bayê serketinê ketibûn. Vê rewşa wan heta bi 2005’an dewam kir. Ango kengî fêhm kirin ku tevgera azadiyê û nasnameya Kurd ji berê bêhtir zindî, gurr û geş e. Ez li ser mijarê bêhtir hûrûkûr sekinîm û min mitale kir. Hingê min hêmanên komployê yên demên Meşrûtiyet û Cûmhûriyetê ji nêz ve dîtin. Min dît ku ew bûyera jê re serxwebûna Tirk digotin cureyekî girêdanê yê yeman e. Girêdana Tirkan îdeolojîk û polîtîk bû. Her ku diçû, ez bêhtir baş lê hayil dibûm ku milletperestî û neteweperestiya Tirk jêdera xwe derve bû û zêde têkiliya xwe bi dîrok û diyardeya civakî ya Tirk re tinebû. Hêzên hegemonîk der barê desthilatdariyê de zanîbûn ku elîta rêveber a Tirk çiqasî qels e, û ev qelsiya wan bi kar dianîn. Hakimiyeta wan a sînornenas li ser Kurdan jî ji heman qelsiyê dihat. Ev hakimiyet di heman demê de mehkûmiyeta wan bû. Hakimiyeta wan timî bi destê xelkê bû, îdeolojiya wan bi xwe tinebû; ya rastî pîvana ‘hakimiyet her tişt e, îdeolojî ne ti tişt e’ pêk dianîn.

c- Hêzên hegemonîk ji bo kûrkirina dualîteya Kurd û Tirk rêbaza bi kar dianîn rêbaza ‘kîvroşk bireve, tajî bigire’ bû. Jixwe di peyhevketinê de hem kîvroşk û hem jî tajiyê biwestin û di encamê de herdu jî wê bikevin xizmeta xwediyên xwe. Li gorî min, tişta li ser min dimeşandin hebûna vê rêbazê piştrast dikir. Çi nêzîkatiyên Konseya YE’yê, çi jî biryarên DMME’yê tam jî ji pêkanîna van polîtîkayan re xizmet dikir. Di herduyan de jî mentiq ew e, heta dawiyê herduyan bi xwe ve girê bide. Armanc dad û çareserî nîne. Min parêzname bêhtir jî bi armanca teşhîrkirina vî mentiqî pêk anîn. Bi awayekî li ti welatê NATO’yê nehatiye dîtin, rêxistiniya Gladîo li ser dewletê dane rûniştandin. Kes nikare vê bi niyeta baş û mijarên ewlekariyê rave bike. Ji ber ku hefsar di destên wan de ne, û ji bo welat çawa dixwazin bi rêve bibin firsendeke bêhevta dide wan, çavên xwe li hebûna şaxê Gladîo yê Tirkiyê girtin. Kengî mirov bi tevahî ji nêz ve li Gladîo’yê bikole û felsefeya wê derxe holê, mirov ê bibîne, armanca wê ew e, bi awayekî kurtebirr welat dagir bike, gelê wê ji hev parçe bike û parçeyan berde hevdu. Nexasim li cem şaxên wê yên li Rojhilata Navîn ev rastî timûtim bi kirinên wan xwe dide der. Ji bo rêvebirina gelekî amûra herî bi tesîr e. Hem gelê wê li ber dewletê radike, hem jî herduyan bi hev dide pelixandin. Yên bi tehlûke didîtin bi vê rêbazê tesfiye dikirin. Di rastiya rêveberiya şêst salên dawî yên Tirkiyê de ev diyarde pirr balkêş e. Mîna ku welat kirin laboratuwara şerên Gladîo’yê. Bi tenê şerên ji ber Gladîo yên di tevahiya pêvajoyên girîng ên PKK’ê de qewimîn têrê kir ku dawî li dostaniyên sedsalan ên ji rêûresmê yên dewlet û gelan bîne.

d- Ji bo xirakirina vê lîstikê, min pêvajoya Îmraliyê weke platformeke îdeal nirxand. Ji bo vê jî min bingehê xwe yê teorîk ku pêdivî pê hebû, bi hêz kir. Min şertên çareseriya siyasî û aştiyane bi tevahî argumanên pratîk û felsefî beridandin. Ez li ser xweseriya çareseriya siyasî û demokratîk ponijîm. Ev xebatên ku zor bûn û ji bo wan diviyabû mirov bi sebir be, karîbûn girêkên kor ên komployê ji hev vekin û alternatîfên çareseriyê biberidînin. Di vê mijarê de ti çareya min ji bilî baweriya min a bi min tinebû. Ya rastî, yên di pêvajoya komployê de cih girtibûn niyeta wan cuda bû. Di şexsê min de dixwestin PKK’ê û Tevgera Azadiyê biqedînin, tine bikin. Kirinên li girtîgehê, bi tevahî nêzîkatiyên li DMME’yê û YE’yê bi vê armanca sereke ve girêdayî bûn. Li Tevgereke Kurd digeriyan ji min şuştî be. Tevgereke xesandî dixwestin; dixwestin versiyoneke modern a hevkarên ji rêûresmê ya di xizmeta efendiyên xwe de pêk bînin. Nemaze xebatên demdirêj ên DYE û YE’yê di vê çarçoveyê de bûn. Li ser vî bingehî, ji bo hevgirtinê deriyên wan li elîtên rêveber ên Tirk vekirî bûn.

Xulase, ev modela xesandinê ya nexasim hegemonyadariya Ingilîz pêşî di tevgera çînî ya karker de, paşê di tevgerên rizgariya neteweyî û tevgerên şoreşgerî-demokratîk de bi awayekî serketî pêk anî, bi rêbaza azadî û mafên mirovan ên lîberal gihand serketinê. Serokên şoreşger û rêxistinên wan tesfiye kirin. Rêbazên tesfiyeyê yên bi sedan salan pêk dianîn bi awayekî bi heman rengî li dijî PKK’ê, tevgerên şoreşgerî, azadî û wekheviya kolektîf pêk dianîn. Encama ji pêvajoya Îmraliyê li bendê bûn ev bû; pîlana li ser gelekî xebitîbûn û dixwestin bi hosteyî pêk bînin ev bû. Stratejî û taktîk di çarçoveya vî pîlanî de diberidandin. Parastina min li beramberî van, ne xwe disipart helwesta dogmatîk û klasîk a Ortodoks, ne jî xwe disipart xwerizgarkirinê û başkirina şertên min. Tişta rê da ber parastina min, riya çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet a bi pîvan bû ku ev li gorî rastiya civakî û dîrokî ya gelan bû.