Rojnameya Ronahî

Yekîtiya dermansazan bi armanca rêxistina dermanfiroşan hat avakirin

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Konfiransa yekîtiya dermansazan di 16’ê Sibatê de hat li darxisin, têde biryar hatin girtin û endamên nû ji yekîtiyê re hatin diyarkirin. Hevserokê yekîtiya dermansazên bajarê Qamişlo Kamîran Mecdel diyar kir ku Saziya Yekîtiya Dermansazan di sala 2014’an de bi armanca avakirina rêxistinê di navbera dermanfiroşn de û danûstandina wan bi gel re hat damezrandin.

Kofiransa Yekîtiya dermansazan her du salan çêdibe. Îsal jî di 16’ê Sibatê de hat li darxistin û zêdeyî 100 kesî di vê konfiransê de hazir bûn. Herwiha gelek mêvan jî di vê konfiransê de hazir bûbûn, di konfiransê de hin endam hatin guhertin, herwiha bajarê Tirbespiyê, Amûdê û gundê Tilhemîs jî girêdayî vê yekîtiya Qamişlo ne. Bi giştî endamên vê yekîtiyê 11 kesin ji wan 5 kes ji bajarê Qamişlo ne, 2 kes ji Amûdê ne, 2 kes  jî ji Tirbespiyê ne û ji gundê Tilhemîs jî 2 kesin.

Di derbarê konfiransa yekîtiya dermansazan de hevserokê yekîtiya dermansazan Kamîran Mecdel ji Rojnameya me re axivî.

 Nîqaşên ku di konfiransê de hatine kirin

Kamîran Mecdel diyar kir ku gava konfirans li dar dikevin destpêkê astengî û biryar tên nîqaş kirin, astengiya sereke ji aliyê dermanan ve bûn ev her du salên borî bihayê wan bilind bûn û nerazîbûna gel ji vî alî de çêbû û wiha got:”Ev bûha bûn ne ji cem dermanfiroşan tê, lê ji ber ku kargeh hemû li aliyê Hikûmeta Şamê ne û derman ji wir tê ev yek dibe sedema buha bûna wan. Herwiha derbasbûna derman jî bizehmetî derbasî herêmê dibe û gava derbas dibe jî ji sedî 28 bac ji me tê standin. Di vê konfiransê de ev pirsgirêk hatin niqaş kirin û ji bo kêmkirina buhayê dermanan jî nîqaş hatin kirin. Di vê konfiransê de tevlîbûna dermanfiroşan zêde tir bû ji yên borî. Herwiha biryarên zêdetir hatin girtin, biryara guhertina cihê sendoqan û zêdekirina sendoqên giliyan jî hat dayîn. Ji ber ku cihên wan yê berê ne guncaw bû ji bo gel. Di heman demê de nîqaşa buhabûna derman hat kirin û hewildana çareseriya vê pirsgirêkê jî ket nav pirojeyên dema pêş de. Em van konfiransan çêdikin da ku em karibin bêtir alîkariya gel bikin û xwe bêtir bi rêxistin bikin.”

Mecdel wiha pê de çû û got:”Di vê konfiransê de endamên me hatin guhertin, herwiha kesên nu jî li me zêde bûn û piraniya wan ciwan bûn. Di heman demê de li bajarê Hesekê teqîgehek heye, em ê hewil bidin vê teqîgehê di demên pêş de bikar bînin, da ku çi derman derbasî Rojava bibe di bin çavdêriyê de be. Ji ber ku dema derman ji aliyê hikûmeta Şamê ve tên û kargehên me nînin ku em bizanin heta çi astê ev derman başin yan na. Ji ber vê yekê hewcedariya me bi teqîgehan heye.”

Pirojeyên dema pêş yên Yekîtiya Dermansazan

Hevserokê yekîtiya dermansazan Kamîran Mecdel axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Heta ku em bikaribin hevsengiyê di navbera dermansazan de çêbikin her dem em serdana  dermanfiroş û depoxaneyan dikin da ku em bizanibin di çê rewşê de ne. Herwiha di navbera me û dermansazan de, di navbera me û depoyan de jî kom hene, hertim wan agahdar dikin da ku danûstandinên wan bi gel re baş bin, dermanan buha nekin û rêxistina xwe li gorî wê ava bikin. Pirî caran me ceze li dermanfiroşan birîn ji bo buhabûn û veşartina dermanan. Di heman demê de ji bo demên pêş me hin piroje danîn pêşiya xwe wek;  Zêdekirina sindoqên giliyan û dermanan bi rengekî arzantir derbasî herêmê bikin. Ji milekî din ve jî kargehan avabikin da ku hemû derman ji herêmê bin û em hewcedarî derdorê nebin û bi buhayekî guncaw werin firotin. Ji xwe ev yek divê bi alîkariya rêxistinên navneteweyî pêk were.”