Rojnameya Ronahî

KOMPLOYA MEZIN A GLADÎOYÊ …Pêvajoya Îmraliyê.(1)

Abdullah Ocalan

Beşa herî girîng a komploya mezin a Gladîoyê li vir li Îmraliyê hewl didan pêk bînin. Şefê yekîneya ez anîm Giravê General Engin Alan e, û wezîfeya wî bi xwe jî vê rastiyê têra xwe zelal dike. Engin Alan bi awayekî fermî şefê Fermandariya Hêzên Taybet ango şefê Gladîo Tirk bû. Rayedara Konseya Yekîtiya Ewrûpayê ya ez li giravê pêşwazî kirim pirr baş nîşan dida ku Yekîtiya Ewrûpayê çiqasî di nava vê komployê de ye. Bi vî awayî hevpeymana rêveberiyên DYE, YE û Dewleta Tirk derdiket holê. Operasyon ji serî heta binî di bin berpirsiyariya siyasî ya DYE û YE de hat meşandin ango ji aliyê Gladîo NATO ve hat meşandin. Ji sê nîşaneyên me îşaret bi wan kir (şêwirmendê Serokê DYE’yê Clinton General Galtieri, li ser navê komîseriya siyasî ya YE rayedara jin û Şefê Fermandariya Hêzên Taybet Engin Alan) ti tefsîreke din nîne vê piştrast bike. Ev rastî piştre derketin holê, lê min ti carî bawer nekiribû ku hêzên min bê tesîr dikin hêzên hukûmeta Tirk nînin, lê ez bi temamî li vê mekanîzmayê serwext nebibûm. Pêvajo li derveyî awayê wê yê rast gelekî cuda nîşan didan. Pirr zêde hewl didan nîşan bidin ku hukûmeta Tirk bi ser me de tê û encam digire. Dema wan ez radestî Tirkiyê kirim haya serokwezîr Bulend Ecevît ji vê tinebû û ev jî vê îddîaya min piştrast dike.

Li Giravê eskerê ez pêşî pêşwazî kirim albayekî bi paye yê bi kincên eskerî bû. Xwe weke nûnerê Fermandariya Giştî da naskirin. Bi awayekî dualî û bi dizî axaftinên girîng kiribûn û ev yek bi kêr dîtibû. Paşê dema jêpirsînê bi awayekî fermî dest pê kir heman rayedarî axaftinên girîng û cihê kiribûn. Jêpirsînê çeprast deh rojan dewam kiribû û têde heyeteke ji çar yekeyên ewlekariyê (Fermandariya Giştî, Cindirme, Emniyet û Îstîxbarata Mîllî) pêkhatî cih girtin. Di vê navberê de min kaseteke xîtabî fermandaran bike qeyd kir. Paşê bi mehan em bi awayekî sohbetwarî axivîn. Hinek kesên din jî car caran diketin dewreyê û ji Ewrûpayê jî car caran hinek heyet dihatin.

Min bi têgihiştinekê parêzname amade kir ku xisleta komploya navneteweyî ya pêvajoya Îmraliyê li ber çavan girt. Kesên bi bîreweriyeke hişk a tirkperestiyê û li ser navê tirkîtiyê tevdigeriyan bi rastiyê re têkiliya wan qut bûbû. Li gorî xwezaya wan nebû ku karibin li felsefeya li pişt komployê serwext bibin. Ji ber ku bi kêmanî bi qasî sedsalekê vê felsefeya komployê avahiyên xwe pêk anîbûn û ew jî berhemên wan bûn. Lewma mirov nikarîbû li bendê be ku ew van pêkhateyên hatibûn avakirin înkar bikin û bi awayekî rexnegir nêzîk bibin. Hem di dema dadgehkirina komedîwarî de, hem jî di pêvajoya hukimxwarina min de bê mane bû ku ez ji wan li benda guhertineke erênî ya îradeyê bûma. Nûnerê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşê bi pistepist hinek tişt gotin. Di şertên heyî de mirov ji pêkhatina gotinên wî bawer bikira wê safiktî bûya. Jixwe ne xwediyê wê hêzê bûn ku gotinên xwe bi cih bianiyana. Ji bo min sîstemeke DYE li pişt wê û di kontrola YE’yê de vedîtibûn. Ingilîstanê ev vedîtin hûnandibû û li hev anîbû, ya para Tirkan jî diket pêkanîn bû. Gelekî girîng e ku mirov zêhniyeta felsefî û polîtîk a li pişt komployê fêhm bike. Ez têm û diçim, dizîvirim û timtûtim tînim ziman ku komplo bingehekî xwe yê sedsale heye. Min behsa wan komployan kir ku di her demê de gava qonaxekê bûn. Mirov bi carekê dikare bi sedan ji van komployan mînak bide û rêz bike, hema bi tenê ji van ên li dijî Kurdan komploya Alayên Hemîdiye, di sala 1959’an de doza 49’an û di sala 1960’î de doza 400’an, kuştina Faîk Bucak û kuştina Sait Kirmizitoprak ji aliyê PDK’ê ve, dîsa di qonaxa avabûna îdeolojîk a PKK’ê de bi sedan komployên ji aliyê heman zêhniyetê ve hatine organîzekirin. Komlogeran ev weke hunerekî hosteyane yê desthilatdariyê dihesibandin. Ango komplo giyan û amûrê herî girîng ê hunerê desthilatdariyê ye. Ji sedî sed diviyabû ev huner ji bo Kurdan li ser bingehê komployê bihata meşandin. Eger komplo bi rêbazeke eşkere bihata meşandin wê bibûya mîna bûyera zarokê ji diya xwe re gotiye “Yadê binêre qral tazî ye.” Hêzeke desthilatdariyê ya kirinên heta bigihîje qirkirinê dabe pêşiya xwe ji wê re amûrek ji bilî komployê û zêhniyeta rê dide wê tineye. Li vir a girîng ew e, mirov hêzên di nava komployê de cih digirin rast nas bike û bide naskirin.

Ez divê diyar bikim ku di pêvajoya Îmraliyê de ez di vê mijarê de ketim tengasiyê. Ji ber ku di nava komployê de hêzên gelekî di nava nakokiyê de hebûn. Ji DYE’yê heta bi Federasyona Rûsyayê, ji Yekîtiya Ewrûpayê heta bi Yekîtiya Ereb, ji Tirkiyê heta bi Yewnanistanê, ji Kenyayê heta bi Tacikistanê gelek dewletan di nava komployê de cih girtibûn. Ew çi bû ku dijminên sedsalan Tirk û Yewnan dianîn cem hev? Çima li ser pişta min hevgirtinên evqasî bêpîvan an jî yekîtiyên berjwendiyan çêdibûn? Herweha bi sedema ku ez bûbûm hedef hevkarên neteweyî, çepgirên Kurd û Tirk ên di ber xwe de kêfxweş bûbûn hejmara wan têra xwe hebû. Dinya fermî mîna ku di şexsê min de dijminê xwe yê herî bi tehlûke xistibe quncikê û tengav kiribe. Di nava PKK’ê de jî kesên ku bawer dikirin deriyên siberojê li wan vedibin û firsend çêdibe çawa bixwazin wisa bikin, hejmara wan ne kêm bû. Bêguman bi danasîneke giştî û sereke mirov dikare bibêje, bi tevahî hêzên behsa wan tê kirin, ji wan beşên ku li pey berjewendiyên modernîteya kapîtalîst a lîberal diçin, pêk tên. Ez li hemberî zêhniyeta wan a faşîst û lîberal û ji bo berjewendiyên pirraniya wan tehlûke bûm.

Mînak Ingilîstan di nava van hêzan de ya herî bi tecrûbe ye. Ji bo min li Ewrûpayê polîtîka nekirana vê hêzê gava pêşî avêt. Min çawa gava xwe avêt neavêt Ewrûpayê ez tavilê weke ‘persona non grata’ ango ‘Kesê Nayê Xwestin’ îlan kirim. Ev ne gaveke besît bû, ji ber ku vê gavê ji destpêkê ve encam diyar dikir. Baş e, helwesteke bi vî rengî ya ji bo Xumeynî, ji bo Lenîn nehatibû nîşandan, çima ji bo min hat nîşandan? Min di gelek beşên parêznameya xwe de hewl da der barê bersiva vê pirsê de hinek agahiyên mirov pê bi ser meseleyê ve bibe, bidim. Ji lewra hewce nake mirov dubare bike. Bi kurtî, li pêşiya hesabên dused salan ên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn, nexasim li pêşiya polîtîkayên li ser Kurdistanê (bi kurtî, ez li pêşiya polîtîkaya ji Komara Tirkiyê re dibêje “Mûsil û Kerkûkê bide, Kurdên xwe tine bike” bûbûm asteng) ez weke kelemekî ciddî derketibûm holê. Ez hêdî hêdî li dijî pîlansaz û pêkhêneran bi tehlûke dibûm. Derdê DYEyê jî cuda bû. Dixwest Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixe dewreyê. Ji bo vê jî bûyerên li Kurdistanê bi qasî ku bibin kilîta vê gavavêtinê girîng bûn. Li gorî konjonkturê bi kêmanî diviyabû ez bihatama bêtesîrkirin. Di wan rojan de tesfiyekirina min li gorî polîtîkayên wan ên global di cih de bû. Rûsya di dîroka xwe de bi krîzeke ekonomîk a girîng re rûbirû bûbû û gelekî bi lez pêdiviya wê bi krêdiyê hebû. Eger ji bo derdê wê bibûya derman, ti sedem tinebû ji bo ku di komployeke li dijî min de cih negire. Jixwe yên din birayên piçûk ên sernerm ên ‘Kekê mezin’ bûn. Her gotina wî datanîn ser serê xwe. Ji bo çepgirên Tirk (li derveyî îstîsnayan), hevkarên Kurd û kesên di nava PKK’ê de nerehet, firsendek hebû ji bo ji hevrikekî xwe yê ciddî rizgar bibin. Li gorî tehlîla dawî, felsefeya herî li jêr a di binê vê helwesta wan de felsefeya berjewendiyên rojane yên lîberalîzmê, pragmatîzm û egoîzm e.

Dema ez van dibêjim, ez bawer dikim ku bi vî awayî rastiyê hinekî din zelal dikim. Di wan rojan de ji bo mirov karibe alîgirê azadiya Kurdistanê û bidestxistina nasnameya Kurdan be, divê mirov karibe ji her cure berjewendiyên rojane yên lîberal, pragmatîzm û egoîzmê bihurîbe, û her tişt mirov neçar dike û fermanê dide mirov -çi çepgirî û çi rastgirî- divê ji jiyana modernîteya kapîtalîst dest bikişîne yan jî li ber wê rabe. Berevajî dinyaya wan rojan ew dinya bû ku lîberalîzma global ji bo şerê fetihkirina dinyayê rabûbû pê darê. Di wan salan de faşîzma lîberal li nava dinyayê serweriya xwe îlan dikir. Ji aliyê polîtîk ve, Rojhilata Navîn navenda têkoşîna hegemonîk bû. Têkoşîna li ser Kurdistanê di warê hesabên hegemonîk de bi rola kilîtê radibû. Pozîsyona îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê bi hesabên hegemonîk re di nava nakokiyeke eşkere de bû. Ango bi tesfiyekirina min re pêşî li van hesaban vedibû.