Rojnameya Ronahî

Pergala Îmraliyê pergala qirkirina gelê kurd e

 Navenda Nûçeyan

Komploya Navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi dijwarî didome. Ev 35 mehin bi ti awayî  ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibin tecrîdek girankirî de li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, tu agahî nayên girtin.

 Ev 35 mehin bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin ku dibin tecrîdek girankirî de li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Tevî bi 10’ê caran ji serdanên malbat û parêzeran jî hevdîtin têne astengkirin.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku di 23 Sibata 2024’an de, di saet 15.14’an de li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê bi pileya 4.1 erdhej çêbû. Hate diyarkirin ku erdhej di 10.86 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye. Ev dever nêzî Girtîgeha Îmraliyê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatiye ragirtin. Derbarê mijarê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa ne aram a ji ber erdhejan û bandorên wê fikarên gelê Kurdistanê û gelên aştîxwaz û demokrasîxwaz li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dikin. Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber fikarê me yên der barê rewşa Rêbertî de, her wiha ji ber baweriya me bi girîngiya rêxistinên tenduristî û hiqûqî yên cîhanî û Ewropî, em careke din bang li wan dikin ku rola xwe pêk bînin, dewleta Tirk neçar bikin bila di zûtirin dem de Rêbertî bibe cihekî ewle û tendurist û bila destûr bide malbat û parêzerên wî ji bo di zûtirîn dem de wî bibînin.

CPT hevkara Sûcên Îmraliyê ye

Li aliyekî di hat ragehandin ku heyeteke CPT’ê di navbera 13-22’ê Sibata 2024’an de ji bo vekolana pêkanînên li ser kesên di girtîgehên ewlekariya bilind de tên kirin, serdana Tirkiyeyê kir. Lê bê ku serdana Îmraliyê bike vegeriyaye.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ji bo lêkolîna pêkanînên li dijî kesên di girtîgehên ewlekariya bilind de tên girtin, hat ziyaretkirin. Li gorî daxuyaniyê, têkildarî rewşa girtiyên ku niha li Saziya Cezayê Giran a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin, têkildarî têkiliyên wan ên bi rayedarên peywendîdar, bi taybet bi derve re, hin mijar jî hatin rojevê. Her çend mijarên derbarê Îmraliyê de bi rayedarên Tirk re hatibe nîqaşkirin jî, tê fêmkirin ku tu serdan li Girtîgeha Îmraliyê nehatiye kirin û dema ku saziyên cezayê yên ku heyet ziyaret kirine hatine nivîsandin, Îmraliyê di lîsteyê de cih negirtiye.

Girtîgehên ku şandeyê ziyaret kir ev in: Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 3 a Maltepe ya ji bo welatiyên biyanî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şandeyê bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Alîkarê Wezîrê Edaletê Ramazan Can û Midûrê Giştî yê Girtîgehan Enîs Yavuz Yildirim re û rayedarên payebilind ên wezaretên dadê û derve re hevdîtin pêk anîn.

Hat ragihandin ku bi Serokê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê Muharrem Kiliç re, bi navê Serokê Mekanîzmaya Pêşîlêgirtina Neteweyî (NPM), endamên Lijneyên Şopandina Girtîgehên Enqereyê û nûnerên saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê re hevdîtin hatine kirin.

Her wiha hate gotin ku di dawiya serdanê de şandeyê çavdêriyên xwe pêşkêşî rayedarên Tirkiyê kirine.