Rojnameya Ronahî

Kargeha ziman, çand û hunera jinan

Di komxebata rêveberiyên cihî de polîtîka yên jinan, kargeha çand, ziman û huner jî hat li darxistin. Jinên ku beşdarî kargehê bûn, îşaret bi giringiya ziman, çand û huner a di rêveberiyên  de cih  dikir.

Di hilbijartinên 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 106 şaredarî bi dest xistin. Lê belê Wezareta Karên hundir bi hincetên sosret vîna gel desteser kir û qeyûm tayinî şaredariyan kir. Li gel tayinkirina qeyûman li bajarên Kurdistanê hemû kar, xebat û kireşên ziman, navendên çand û huner hatin girtin û kêlî bi kêlî polîtîkayên qirkirina ziman û çand xistin dewreyê. Heman polîtîkaya desthilata heyî di sala 2019’an de careke din xwe nîşan da û vê carê jî 65 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin. Li gel tayinkirina qeyûman a li şaredariyên bajarên kurdan her berhemeke kurdî hat tinekirin, ziman, çand û hunerê civaka Kurd jî tine hat hesibandin.

Kiryarên qeyûman ê li ser ziman, çand û hûnera kurdî didomin. Endama Lijneya Rêveberiya Cihî ya Navend Hatîce Kiye û Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç ku tev li komxebata Rêveberiyên Cihî ya Jinan bûn, di rêveberiyên herêmî de amaje bi girîngiya ziman, çand û huner kirin.

Bîr û arşîv tine kirin!

Endama Lijneya Rêveberiya Cihî ya Navend Hatîce Kiye da zanîn ku polîtîkaya “ger hûn dixwazin gelan tine bikin di serî de ziman û çanda wan tine bikin” bi qeyûman hatiye destpêkirin û got: “Du caran qeyûm avêtin ser şaredariyên me. Di sala 2016’an de û di sala 2019’an de şaredariyên me hatin desteserkirin. Em van her du serdemên ji hev cuda digirin dest. Ji ber ku heta sala 2016’an xebateke pir mezin û girîng li tevahiya Kurdistanê hat meşandin. Bi taybetî jî li ser rêveberiyên cihî di bin sîwana şaredariyan de hem malên jinan hem jî navendên ziman, çand û hunerî hatin avakirin. Gelek deveran ji bo pêşvebirina ziman û belavkirina çanda civakê derfetên gelek mezin ketin destê me. Ew derfet jî bi qasî ku ji destê wan hat hate bikaranîn. Cara yekemîn di sala 2016’an de dema ku qeyûm avêtin ser şaredariyan kirinên wan ên ewilî bû girtina navendên çand û ziman, Malên Dengbêjan û di hêla çand û ziman de saziyên ku hatine vekirin hemû bi yek carê hatin desteserkirin. Xwestin ku hundirê wan vala bikin. Di van avahiyên me de yên di bin sîwana rêveberiyên cihî de hatine avakirin arşîvên çand û ziman ên girîng jî hebûn. Di van navendan de bîrek hatibû avakirin. Lê belê piştî ku qeyûm avêtin şaredariyan xwestin ku wê arşîva çand û ziman ya gelê kurd jî tine bikin. Ji ber wê rêveberiyên cihî di vê hêlê de pir girîng in.”

Xizmet bi yekzimanî û yekçandî nabe!

Rêvebera MED-DER’ê Dilan Guvenç ku li ser navê Komîsyona Navendî ya Rêveberiyên cihî tevlî komxebatê bû, bal bire ser rol û mîsyona rêveberiyên cihî ya ji bo vejîna ziman û çandan û got: “Di rêveberiyên cihî de mijara çand û ziman rastiya civakê nîşanî me dida. Ji ber vê yekê dema ku em dibêjin rêveberiyên cihî, di vir de pirsa herî girîng herêm çi ye, rêveberî çi ye û daxwazên gel çi ne? Ew herêm bi kîjan çand, bi kîjan huner û bi kîjan zimanî hene. Nîqaşên me jî li ser van esasan çêbûn. Di rêveberiyên cihî de xala herî esas jî ziman, çand û hunerê bajaran e. Dema ku rêveberiyên cihî vê xalê esas nagirin wê demê wî bajarî û wê civakê jî esas nagirin. Ji ber vê, em dibêjin, xeta bingehîn a rêveberiyên cihî divê pêşiya ziman û çanda wî gelî be. Modernîtiya kapîtalîst û pergala faşîzan îro bi her awayî polîtîkayên xwe li ser qirkirina çand û zimanan dide meşandin. Her civakek xwedî ziman, çand û huner e. Ji bo parastina van esasan divê rêveberiyên cihî çi bikin? Ji ber ku rêveberiyên cihî xizmeta gel dikin, nikarin xîzmeta gel bi yekzimanî û yekçandî bikin. Ji ber vê jî armanca me jî ew e ku di rêveberiyên cihî de gel bi zimanê xwe û çanda xwe karibe xwe bi rê ve bibe.”

Sazîbûyîn dê karê me hêsantir bike

Dîlan Guvençê anî ziman ku jin hilgirê herî mezin ên ziman û çandê ne û got, ji ber wê, di şexsê jinan de qirkirineke zimanî û çandî lê ye: “Îro mixabin di her sazî û dezgeha dewletê de kurdî tê astengkirin û qedexekirin. Ji ber vê yekê divê ku armanca rêveberiyên cihî jî ew be ku pêşî li van polîtîkayan bigire. Bi pêşketina ziman û çandê bi rêya saziyan çêdibe. Dema ku sazî hebin, xwegihandina çand û ziman hêsantir dibe. Dema ku ekademiyên çandî hebûn gelek xebatên ekademiyan li ser ziman, çand, wêje û zanistê çêdibûn. Lê belê îro em dibînin ku bi tayinkirina qeyûman re ev destketiyên gelê Kurd hatin tinekirin. Piştî qeyûman valahiyeke mezin çêbû. Lê belê di vê valahiyê de me saziyên sivîl ava kirin. Di warê ziman û çandî de gelek xebat hatin meşandin. Lê mixabin ev têrê nake. Divê sazîbûnek hebe da ku em karibin xwe hêsantir bigihînin gel.”