Rojnameya Ronahî

Rêveberiya Xweser a  Demokratîk hewil dide hemû pêdiviyên kampan pêkbîne

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Encama kirîz, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, gelek kes koçber bûn û ji malên xwe derketin û bêçare man. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser hewil da destekê bide wan û li gelek herêman kamp avakirin, tevî derfetên kêm jî lê Rêveberiyê gelek kar û xebat di hundirê van kempan de meşandin.

Hejmara kampên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyê de

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampên fermî yên ku Rêveberiya xweser wan birêve dibe17 kampin, ji wan 6 li herêma Cizîrê ne û navên wan “Kampa Holê, Erîşa, Serêkaniyê, Waşokanî, Roj û Newroz, yek li Dêra zorêye navê wê “Ebû Xeşeb” e, yek li Reqa navê wê Girêspiye, 2 kamp li Tebqa ne navê wan jî “Elmehmûdiyê û Eltiwêhîna” ne, 2 Kamp li Minbicin û navên wan “Elşerqî Elqedîm û Elşerqî Elcedîd in” û 5 kamp li herêma Şehba ne navên wan “Efrîn, Elşehba, Veger, Serdem û Berxwedan in”.  Kesên ku di van kampan de jiyan dikin ji herêmên cudene û dabeşî sê beşan dibin, beşek ji wan koçberên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe derketine, wek Newroz, Serêkaniyê, Waşokanî, Girêspî û herêmên Şehba di van kempan de xelkê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ne. Beşa duyem kampa Roj û ya Holêne û piraniya wan malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne, piraniya wan Iraqî ne, Ewropî û hin di nav wan de Sûrî jî hene.  Beşa sêyem jî   kesên ku ji bin kontirola Hikûmeta Şamê derketine û li hin kampan bicih bûne. Kampa Erîşa piraniya kesên têde ji Dêra Zorê ne û Kampa Ebûxeşeb ew jî xelkên Dêra Zorê ne yên ku ji bin kontirola hikûmeta Şamê reviya ne li wir bi cih bûne, her du kampên li Tebqa kesên  ku têde jiyan dikin ji Dêra Zorê, Hema, Himis,Tedmur û gundewarên Helebê ne.  Herwiha kesên ku cihê xwe di herdu kampên li Minbicê de digrin xelên Helebê û gundewarên wê ne.

Rewş û zehmetiyên kesên di kampan de rastî wan tên

Her kampek rewşa  wê ji ya din cûda ye, ji van 17 kampan tenê 5  kamp ji hêla Netewên Yekbûyî ve tên naskirin ew jî; Kempa Holê, Roj, Newroz, Erîşa û Mehmûdiyê. 12 kampên din jî Rêveberiya xweser û hin rêxistinên xwecihî û saziyên navnetewî wan bi rêve dibin û ev saziyên navnetewî jî nesaziyên fermîne, ji ber wê yekê ne girêdayî Netewên Yekbûyî ne.  Di heman demê de rewşa her pênc kampên ku Netewên Yekbûyî û gelek rêxistin destekê didin wan cûdatire ji kampên din. Lê kampên din ji ber destek dayîn ji bona wan nîne, rewşa wan gelek alûze û bi taybet xelkê Girêspî, Serkaniyê û yên Efrînê. Zehmetiyên ku kamp dibînin bêtirî xwe mijarên tenduristiyêne, ji ber ku rêxistina tenduristiya Cîhanê pir kêm destekê dide. Herwiha mijara peydakirina ava paqij ji bo vexwarinê ev jî dibe yek ji pirsgirêkên ku derdikevin pêşiya wan. Di heman demê de bi hatina demsala Zivistanê re   gelek astengî derdikevin wek; Nebûna mazotê û ji ber sir û seqemê gelek nexweşî derdikevin. Weke din jî mijara guhertina cadiran ya ku ji demên berê de  wek piroje hatibûn gotin lê hîn pêk nehatiye.

Pirojeyên dema pêş ji bo kempan

Rêveberiya Xweser bi rêxistinên mirovî re, di destpêka sala 2024’an de pirojeya bernameya xwarinê ya Cîhanî pêşkêşî wan kiriye. Ji ber ku WF alîkariya xwe kêm kiriye û ev yek bandoreke neyînî kiriye li ser xelkên di kempê de jiyan dikin. Rêveberiya Xweser Mijara guhertina çadiran û mijarên tenduristî jî girtine ser milên xwe. Vekirina navendan ji bo jin û zarokên di kempên Holê û Roj de, da ku ji hişmendiyên DAIŞ’ê rizgarbibin. Di heman demê de gelek piroje hene Rêveberiya Xweser dane pêşiya xwe, lê alîkariyeke navdewletî  û destek dayîn  pêwîste da ku ev piroje pêk werin.