Rojnameya Ronahî

Di nava PKK’ê de şehadet bi wate ye

Rustem Jiyan

Gotinên piştî hevriyên şehîd tên gotin, gelek caran nîvco dimînin. Bîranîn li ber çavan zindî dibin. Hest û raman tevlîhev dibin û miorv nikare têra xwe vebêje. Lê di dema ku gelek tişt hebin divê werin gotin û mohra xwe li kêlî û cih bidin. Di vî derbarî de miov nikare peyvan peyda bikê. Peyvên ku têne peyda kirin jî gelek kêm dimîn in. Lê deyînek li ser milê me ye û pêwîst e em wî deyînî bidin.

Bele her bîranîn û kêliyek di hafîzeya mirovan de rê li ber jiyaneke nû vedike. Ya girîng ew e ku bi çi awayî em mane li jiyanê bar bikin, eger em serî li dîrika mirovahê bidin û heya roja me ya îro xwasteke bi wate jiyan bikin çêbûye. Mirov bûye xwedî lêgerîn û lêkolîn û di heman demê de ber bi jiyana azad ya ku koletiyê red dike ve reviya ne. Bêguman dinava Pkk’ê şehadet ermancekî dide diyarkirin, ji bona me hemuyan jî ew e ku em xwe di vê armancê de kûr bikin û laiqî henaseya wan bin. Di heman demê de Rêber APO li ser rastiya şehîdan weha nirxandin dike: “Divê em fermandariya şehîd fêm bikin û pêdiviyên wê bi cih bînin. Bi taybet divê em misoger feraseta şehîd a jiyanê temsîl bikin.” Yanî mirov ji van gotinan têdighêje ku şehadet di rastiya xwe de ji bona me ferman û ji nûve xwe avakirine.

di heman demê de dikare bê gotin ku Şehadet rastia dozekê, jêvenegera wê, têkneçûyina tevgerekê bi rengekî berbiçav diçespîne. Rastiya tevgera ku ber bi serfiraziyê ve dimeşe, bi esasî şehîd û nûneriya wî Rêbertî diyar dike. Ji ber vê Rêber Apo dibêje, ”Şehîdên me bi rengê PKK’ê jiyane”. Got, ”Şehîd PKK’yî ne” û diyar kir PKK û PJAK ”partiya şehîdan in”. Bi vê bingehê bi rengê PKK’ê Artêşa Şehîdan ku têk naçe afirand û em bi fermandariya artêşeke wiha rê ve birin. Naxwe divê em rastiya Rêbertî, partî û şehîdan rast fêhm bikin û bêkêmasî temsîla wê bikin, û di heman demê de em derxin hêza zanebûnê.

Di sala 2014’an de dema ku hovîtiya DAÎŞ’ê li bajarê Kobanê giha asta lûtkeyê, jinên ciwan ji bakur, ji başûr û ji rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Kobanê destanên mezin û lehengiyê nivîsandin. Di rastiya xwe de ew berxwedan di demek nêz de rê li ber azadiya civakê vekir. Her weha Berxwedan sekina heval Sorxwîn û ya tevahî hevalan li cîhanê deng veda. Bi vî rengî jin herikîn qadan û bi sedan jinên enternasyonal berê xwe dan warê Rojavayê Kurdistanê ya ku bi kaniyan şoreşê tê pênaskirin.

Di dirêjahiya şerê ku li qada Kobanê diqewimî Rêheval Sorxwîn bi sekina xwe ya bi heybet ji bona hemû ke di qadê de cihê xwe digrtin bûbû nimûneyeke jiyanî. Heval Sorxwîn di şerê xwe yê li hemberî DAÎŞ’ê de  bi taktîkên xwe yên dewlemend, bi cesaret û dilwêrekiya xwe ve xofeke mezin xiste dilê neyaran. Bi vî rengî heval Sorxwîn bû pêşenga şerê Kobanê û gelê Kobanê jî xwedî li fermandara xwe ya dilwêrek û keça xwe Sorxwîn derketin.

Careke din heval sorxwîn di şerê li heberî DAÎŞ’ê de ji çavê xwe de bi giranî birîndar dibe birîndar dibe. Lê bi ti awayî ji bona xwe wekî kelemekî nabîne. Di her gava xwe ya jiyanê de gotinên Rêber Apo ya ku dibêje “Gazî Şehîdên Nemirin” ji bona xwe wekî perspektîf dibîne, û bi vî rengî tevîlbûna xwe misoger dike.

Em vê nivîsa xwe bi gotinek Rêbertî bi dawî bikin “Em bi şehîdên xwe re girêdayî bin ji bîrkirina şehîdan îxaneta herî mezin e.”