Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurmê dara Kurdan

21/02/2024
in Uncategorized
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Kurdistan ji ber rewş û cihê xwe yê jeo-polîtîk xwediyê rewşeke stratjîk e û di nîvenga şerê cîhanê yê sêyemîn de cihê xwe digire. Lewre Kurd di rewşeke wisa de ne ku herî zêde hewcedariya wan pê heye strateîk bifikirin. Şerê cîhanê yê sêyemîn şerekî wisa ye ku ji bo Kurdan him awantajên wê hene û him jî aliyên wê yên neyînî hene. Derfet heye ku derfetên dîrokî yên derketine holê werin nirxandin, wekî welat û neteweyekê cihê xwe manyende bike û hebûna xwe li ser bingeha xwerêvebirinê  bigihîne statuyekê. Ev derfeteke wisa ye ku divê ji dest gelê Kurd dernekeve, vala neyê derxistin. Eger Kurd vê derfeta dîrokê nikaribin binirxînin, dê wekî berê  bê statû û wekî gelekî hatiye mêtingehkirin bimîne û bi qirkirina çandî û fîzîkî werin tasfiyekirin. Ruxmî ku 22 dewletên neteweya Ereb hene, di mehekê de di şerê Îsraîl û Hamasê de nîviyê wan jin û zarok, bi deh hezaran Ereb hatin qetlkirin. Hamas jî ji ber ku xwe dispêre neteweperestî û Îslama siyasî, bi terzeke Daîşwarî êrîş kir. Dema ku li Rojhilata Navîn ev tişt diqewimin, em neçar in hesab bikin û bizanin ku ji bo Kurdên ji bilî wan ti kes ji wan re nabe pişt; ev şer dê encameke çawa derxîne holê.

Şerê Cîhanê yê sêyemîn ji bo hêzên global û herêmî jî, xwediyê girîngiyeke mezin e. Lê ji bo Kurdan hê zêdetir stratejîk e. Dibe ku hêzên kapîtalîst-emperyalîst hin berjewendiyên xwe wenda bikin. Hin destkeftên xwe yan jî beşekî desthilatdariya xwe parve bikin; lê belê Kurd dibe ku bi rewşeke pir zêdetir xeter a wekî qirkirina neteweyî û tinebûnê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, ji bo Kurdan bi stratejiyeke neteweyî ya şirîk tevgerîn, di asta man û nemanê de girîng e. Her çendî xweseriya her parçeyî hebe jî, dema ku Kurdên her çar parçeyan werin gel hev û li derdora stratejiyeke neteweyî bibin yek, dikarin siyaseta qirqirina neteweyî ya li ser xwe bê bandor bikin. Bêyî ku siyaseta qirkirina neteweyî were bêbandorkirin, ti parçeyên Kurdistanê nikarin azad bibin û nikarin hebûna xwe (wekî parçe) mayende bikin.

Pêwîst e were fêmkirin ku bêyî derbaskirina feraseta Barzanî û PDK’ê, gelê Kurd dê her tiştê xwe wenda bike. Hewce ye xiyanet û nokeriya malbata Barzanî û PDK’ê, bi vê dîtina stratejîk were bidestgirtin û were nirxandin.  Lewra dibe ku sibe-du sibe ji bo Kurdan pir dereng be! Dîrok bi lez diherike û bi qasî ku derfetên îro pêş me dike, sibe-du sibe pêş me neke dijwar e.

Herîkîna dîrokê bi taybetî ji bo gelan dişibe şûrekî her du aliyên wê tuj. Hêzên ku aliyê xwe rast diyar nekin, ne tenê dibin sedema tinebûna xwe; dibe ku bibin sedema gelekî jî.

Malbata Barzanî û partiya wî PDK jî, ji destpêkê ve cih û rewşa xwe diyar kiriye û aliyê xwe hilbijartiye. Biryara xwe ya xiyanet û ajantiyê daye û ev bi pratîka xwe jî piştrast kiriye. Li ser vî esasî ji dehan sal ve destê xwe yê bi gemar bi xwîna hezaran welatparêz û şoreşgeran kiriye. Û di vê helwesta xwe de jî bi israr e. xiyaneta PDK’ê tenê bi Başûr ne sînordar e. ev xiyanet, pirsgirêkeke neteweyî ya wisa ye ku hemû parçeyên Kurdistanê eleqadar dike û pêşeroja hemû gelê Kurd bi bandor dike. Rewşeke jiyanî ku hemû rewşenbîr, hunermend, partî û rêxistinên siyasî, divê helwest li beramberê wî nîşan bidin. Dixwazin ku bi vê nijadkujiya çandî û fîzîkî, hebûna gelê Kurd ji holê rakin. Erk û wezîfeya vê Kurdîniya spî ew e; nijadkujiya li ser Kurdan rewa bikin û bi ser bixin. Malbata Barzanî jî amûra vê ya bi gemar e.

Erk û wezîfeya herî bi lezgînî ku li beranberê vê xiyanet û ajantiya PDK’ê were bi pêşxistin, helwesta neteweyî û demokratîk e. Piştî vê merhaleyê pêwîst e rexne û bangawaziyên werin kirin hê zelaltir bin , eger ne wisa be dê zêde li ser PDK’ê bandorekê nekin. Ji ber ku PDK bi zanebûn û wekî ku siyasetek be ketiye nav gerava xiyanetê. Li gorî ku rastî ev e, helwesta ku were nîşandan jî hewce dike li gorî vê be. Em hin kesên welatparêz ên ji malbata Barzanî û di nava pêkhateya PDK’ê de ji derveyê vê nirxandina xwe digirin. Li beramberê pratîka xiyanetê ya rêveberiya Barzanî, nerehetiya derdorên welatparêz ên li derdora PDK’ê tê zanîn. Lê bertekên wan ne bi rêxistinkirî û ne di asteke tê bike de ye. Hewce dike ev derdorên welatparêz jî di vê merhaleya nazik û xeter ku niha peyda bûye de li dijî xiyanet û ajantiya malbata Barzanî helwesteke zelal nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin. Nexwe, ew jî dê wekî xiyanetkaran werin nirxandin û ji aliyê gel û dîrokê ve bi neletî werin bi bîranîn û werin darizandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.