Rojnameya Ronahî

KOMPLOYA MEZIN A GLADÎOYÊ …derketina Ji Sûrî…(4)

 

Abdullah Ocalan

Di çarçoveya PDK’ê de hewl dan pêkhatineke bi heman rengî ya Kurdê Spî ava bikin. Heman navendê hem ji Tirkan hem jî ji Kurdan du hêzên wekhev lê xwedî nakokî diafirandin û ev jî ji bo hebûna wan (di serî de DYE û Ingilîstan, ji bo berjewendiyên Rojava yên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û ewlekariya Îsraîlê) heyatî û girîng bû. Ya rastî, ji bo berjewendiyên wan ên li herêmê, polîtîkayeke têra xwe aqilane ye; du hêzên bi xwe ve girêdayî çêdikin û hêzên behsa wan jî tê kirin timî di nava nakokiyan de ne. Bi derketina holê ya PKK’ê, ev dekûdolaba têra xwe dîrokî û ewqasî jî rojane xira dibû. Derfetên çareserî û aştiyê di sala 1993 û 1998’an de derketin holê, dihatin wê maneyê, dekûdolaba hêzên hegemonîk bi dawî dibû. Ji lewra destûr nedan şêwazekî bi vî rengî yê çareseriyê. Reşkujî û komployên mezin pêk anîn. PKK’ê Kurd ji kontrolê derdixistin û di serî de Tirk bi dewlet û komên din re li hev dianîn û ev jî dibû derbeke stratejîk li berjewendî û dekûdolabên van hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn diket. Ev xusûsên ku em ê karibin sedemên wan bi awayekî berfireh rêz bikin, têrê dikin ku îspat bikin, çima komploya 1998’an ewqasî xwedî armancên stratejîk û mezin bû.

Clinton di wê demê de girîngiyeke mezin bi pêngava hegemonîk a li Rojhilata Navîn dida û girîngiya rola Tirkiyê di vê de timî destnîşan dikir. Şêwirmendê wî yê taybet General Galtieri bi xwe dabû xuyakirin ku operasyona li dijî min bi fermana Clinton bi rê ve birine. Eger em behsa ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bikin, divê em bibêjin, di serî de bîlançoya bûyerên li welatên diyar ên weke Iraq, Afganistan, Libnan, Pakistan, Tirkiye, Yemen, Somalî û Misrê ji zû ve ji gelek aliyan ve ji bîlançoyên Şerên Cîhanê yê Yekemîn û Şerê Cîhanê yê Duyemîn derbas kiriye û ev jî ji bo fêhmkirina rastiya vî şerî têrê dike. Jixwe ji ber sîlehên nukleer mirov dikare fêhm bike ku wê ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ parçeparçeyî be, demeke dirêj û bi teknolojiyên cuda dewam bike. Civîna Bilind a dawî ya NATO’yê li Lîzbonê pêk anî û şidandina dorgirtina li Îranê ji aliyê DYE ve, nîşan dide ka wê ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ çawa bimeşe.

‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyek e, û bi giranî navenda lê diqewime cografya Rojhilata Navîn û atmosfera wê ya çandî ye. Em bi tenê li bûyerên li Iraqê diqewimin binêrin û navenda ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ lê gurr bûye temaşe bikin, em ê bibînin ku bûyerên li vir diqewimin têkiliya xwe bi welatekî re nîne. Ji ber ku bûyerên li vir pirr eşkere nîşan didin ku têkiliya wan bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk re heye. Kengî Îran bi temamî bêtesîrkirin, li Iraq û Afganistanê aramî wê pêk bê, Çîn û Emerîka Latîn êdî nebin tehlûke, belkî ev şer bi dawî bibe. Ango ev şer hê li nîvî ye. Dibe ku ev şer bi kêmanî hê deh salên din (li gorî pîlanên dawî û stratejîk ên NATO’yê) dewam bike. Di çarçoveya zanistên civakî de rast nîne ku mirov bibêje, bi awayekî vebirrî wê wisa bibe, lê bi îhtîmaleke xurt wê wisa bibe. Carinan dîplomasî û carinan jî wê şîddet zêde bibe. Bi krîzên ekonomîk ên bi kontrol û dijwar wê destwerdin rojevê. Carinan wê pêşektiya qadan biguhere, lê bi vî awayî yan jî bi awayekî din şer bi giştî wê li gelek qadan pêk bê. Eger ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan were girtin, hingê baştir wê bê fêhmkirin ka çima operasyona 1998’an a li dijî min di çarçoveyeke navneteweyî de hatiye meşandin û çima operasyona herî mezin a Gladîo’ya NATO’yê ye. Bêguman di şerên mezin de timî hêzên hegemonîk bi ser nakevin, gel jî dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Heta hêzên hegemonîk ji aliyê sîstemîk ve dikarin têk biçin, gel jî dikarin ji aliyê sîstemîk ve bi ser bikevin.

Ez ê vê mijarê di beşa piştî vê de weke babeta sereke analîz bikim.