Rojnameya Ronahî

Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê

Deriya Çiya/ Qamişlo

Di 21’ê Sibata 1999’an de ji alîyê UNESCO û Yekîtîya Milletan ve roja zimanê dayikê yê cîhanî ji bo cureyên çandî, ewlahîya ziman û piştgirîya ziman hate qebûlkirin. Roja zimanê cîhanî li hemberî asîmîlasyon û înkarîyê, zimanê gelan ji alîyê hiqûqa navnetewî, hiqûqa mafê mirovan û gelek sazîyên azadîxwaz ve hatîye piştgirîkirin.

Bêguman ziman alava sereke ya ku mirov karê pê raman û hestên xwe ji civakê re diyar bike, çi bi axaftinê be an jî bi nivîsê be, an jî bi awayên din ên derbirînê be. Civak û dewletan girngiya ziman nas kirine, lewra hemû netew giringiyek taybet didin zimanê xwe yê dayikê û guhdanek mezin pê dikin, her dem wî diparêzin û pêş dixin û bi pêşveçûna zanist û babetên jiyanê re diguncînin.

Ji ber vê giringiyê Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Perwerde û Zanist û Çandê UNESCO, roja 21’ê sibatê ji her salê wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê destnîşan kiriye, ji bo nirxdana zimanê dayikê û ronîkirina rola wî di veguhestina çand û zanînê de, û tekezkirina li ser  perwerdeya bi bêhtir ji zimanekî li ser bingeha zimanê dayikê, bi armanca avakirina civakên mirovî yên xwedan çandên cuda û hemaheng ên pêkvejiyanê diparêzin.

UNESCO roja 21’ê sibatê bi taybetî destnîşan kir ji ber ku bûyerek balkêş ya têkildarî zimanê dayikê di vê rojê de heye, ew jî berxwedana xwendekarên Bangladêşî di ber zimanê xwe yê Bangalî de ye, yê ku ji aliyê desthilata Pakistanê ve dihat çewisandin.

Kurtedîroka roja zimanê dayikê yê cîhanî

Piştî welatê Pakîstan sala 1947’an de ji Hîndistanê veqetiyaye û serxwebûna xwe îlan kiriye, zimanê urdû wek tenê zimanê Pakîstanê hatiye daxuyandin, hemû zimanên din ên wê erdnîgariya pirziman hatine qedexekirin. Yek ji van zimanan zimanê bengalî bû. Gelê bengalî hem serdestiya dewleta nû hem jî yekzimanîbûna wê qebûl nekir û derket kolanan ji bo ku li axa xwe û zimanê xwe xweyî derkeve. 1952’an de, di xwepêşandanekê de, polîsên pakîstanî gule reşandine ser van ciwanan û di encam de hinek ciwan şehîd bûn. Piştî vê bûyerê têkoşîna gelê  bengalî zêdetir bûye. Encamê de gelê bengalî sala 1971’an de serxwebûn û azadiya xwe bidest xistiye û ev roj kiriye Roja Şehîdên Zimanê Dayikê. 21’ê Sibatê ji wê rojê heta niha wek Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê pîrozkirin, keda şehîdên bengal tê bibîranîn. Sala 1999’an de, UNESCO’yê ev roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî qebûl kiriye û her sal di vê rojê de çalakiyên curbecur ji bo hişyariya ziman pêk tîne.

Ziman û nasname

Divê ku mirov zanibe ziman, ne tenê weke nasname mirovan e. Ji xaynî wê yekê jî ziman hebûna rastiya mirov û pêşketina wî ye. Dema ku mirov li pêşketinên mezin dimeyîzîne di cî de zimanê dayikê dibîne.

Mirov dema ku li demên berî Neolîtîkê meyîzenê, wê bibîne ku her çendî mafê axiftinê bidest ket, pêşketin û bi rê ve çûyin çêbû. Dîroka zimanê dayikê, bi dîtina xwe re bi têgihiştinê re dest pê dikê. Piştre bi biafirandin, axaftin û nivîsandinê re berdewam dike.

Asîmîlasyon û oto asîmîlasyon ziman dihêre

Îro gelekî eşkere ye ku asîmîlasyon û oto asîmîlasyon di nava civaka kurdan de têra xwe pêş de çûye. Asîmîlasyon ji hêla dewletê ve tê meşandin û oto asîmîlasyon jî em kurd bi xwe li  hemberî xwe dikin. Asîmîlasyona ku dewlet bi xwe dike çiqasî xirab be, malwêran be, tunekirin be, oto asîmîlasyona ku kurd bixwe dikin jî du caran ji asîmîlasyonê xirabtir e. Xwe tunekirina herî malkambax bê şik îro oto asîmîlasyon e. Gelê kurd îro dualî ketiye nava guvaşeke bêhempa. Divê em karibin vê pêvajo û dorpêçkirina malkambax bi hemû rêbazên ku li ber destên me hene rawestînin. Gelê kurd divê bi hişmendî li ziman, mîrate, kok û kultura xwe vegere. Divê em di van armancan de hevbeş bibin û hêza xwe bikin yek.

Baş tê zanîn ku ev sed sala dawî dewletê bi hemû derfetên xwe xwestiye ku zimanê kurdî ji holê rake, zimanê kurdî tune bike, heta piraniya caran vekirî gotine ku zimanê kurdî tune ye. Gotinê zimanê kurdî hejar û lawaz e. Li paşmayî ye û asta wî nizm e. Zimanê gundiya ye. Gotinê perwerde bi zimanê kurdî ne pêkan e. Lê ev dîtin bi wextê re hemû jî pûç û vala derdikevin. Zimanê kurdî her zindî maye û roj bi roj tê guhertin û piralî pêşde jî diçe.

Bi Zimanê kurdî îro perwerde jî têkirin, rojnamegerî, nivîskarî, karê zanistî, hunermendî, dîplomasî, siyaset, lêkolîn û hemû çûre çalakiyên rewşenbîrî bi kurdî her roj derfetên nû ji xwe re peyda dike. Her tişt li ber çavan xuya dike, şênber e. Yên ku wan xebatan naxwazin bibînin, di encamê de naxwazin rastiya xwe jî bibînin.

Bi boneya vê rojê pêwîste gelê kurd jî xwedî li zimanê xwe derkeve

Van rojan em nêzî salvegera vê helkeftê ne, gerek e gelê kurd li seranserê cîhanê giringiyeke taybet bide vê rojê, ji ber ku mirovahî gihiştiye çerxa 21emîn, û hîn jî rewşa zimanê kurdî ji rewşa yê Bangalî yê wê serdemê dijwartir e, û piraniya kurdan derdê danûstandina bi zimanê xwe yê dayikê dikişînin.

Ji bo ahenga vê rojê, pêdiviya gelê kurd bi lidarxistina çalakî û karên berfireh û guhdana mezin bi hînkirina zimanê dayikê heye, bi taybetî ji nifşê nû yê zarokên kurdan re, çi li kurdistanê be an jî li derveyî kurdistanê be. Çi bi awayekî fîzîkî be an bi sûdewergirtina ji pêşketina teknîk û enternêtê be, û wî ev guhdan her tim berdewam bike, da kurd bibin beşek ji programê UNESCO yê geşepêdana berdewam a civakên cîhanê.