Rojnameya Ronahî

Siyaseta Dorpêçê ya hikumeta Şamê jiyana welatiyan dike xeteriyê

Vîndar Roj/ Şehba

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehba û Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bênavber dewam dike. Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê kantona Efrîn û Şehbayê Azad Reşo diyar kir ku di encama dorpêçê de qada tendirustiyê di rewşeke xerab re derbas dibe.

Herêma Şehba û taxên Eşrefiyê û Şêxmaqsudê zêdetirî 6 sala ye di nava siyaset û polîtîkeya dorpêça hikumeta Şamê ya bi armanc û mabestên siyasî tê pêkanîn re derbas dibin. Ev siyaseta ku dij pîvan û exlaqên mirovî ye, bandora xwe li hemû aliyên jiyanê kiriye. Piraniya welatiyên herêma Şehbayê koçberên Efrînî ne, hikumeta Şamê bi pêkanîna vê siyasetê jî dixwaze vîn û hêza avakirî ya li van herêman armanc dike û hewildide ku hebûna xwe careke din mayînde bike.

Dorpêça hikumeta Şamê di gelek aliyan de êş û zehmetiyên cidî di jiyana gel de daye avakirin. Bi taybet li ser qada tenduristiyê di aliyê kêmbûna deman, pêwîstiyên nexweşxaneyê, şîrê zarokan, herwiha nexweşiyên taybet ên demdirêj, bi giranî bandor kiriye. Têkildarî bandora dorpêça hikumeta Şamê li ser qada tenduristiyê. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê D. Azad Reşo ji rojnameya me re axivî.

`Ji 6 salan ve polîtîkeya şikandina îradeyê tê meşandin`

Azad di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta dorpêça hikumeta Şamê û wiha got: “Hikumeta Şamê ji dema bicihbûna gelê Efrînê li herêmên Şehbayê siyaseteke qirêj li ser vî gelî dide meşandin. Ji 6 salan ve siyaseta dorpêçê bi giranî li ser gelê Efrînê yên li Şehba û Helebê bi bi cih bûne tê meşandin, ew jî bi armanca şikandina vîn û hêza ku hatiye avakirin e. Bi taybet hikumeta Şamê bi vê polîtîkeyê Rêveberiya Xwser armanc dike da ku ji nû de serweriya xwe li ser herêmê mayînde bike. Bê guman wê armanca hikumeta şamê bi meşandina vê siyasetê pêkneyê.

`Dorpêça hikumeta Şamê tenduristî û jiyana gel dike nava xeteriyê`

Azad anî ziman ku di encama dorpêçê de qada tenduristiyê di pirisgirêkên cidî re derbas dibe û wiha domand: “Bi gîştî ev siyaset bandora xwe li ser gelê Efrînê yê koçber bi giranî kiriye. Ev gelê ku ji 6 salan ve di şert û mercên zehmet re derbas dibe, lê bi hezkirineke mezin ji jiyanê re hemû pilanên dijmin têk dibin. Dorpêç di asta yekemîn de di aliyê kêmbûna sûtemeniyê de û nederbaskirina sotemeniyê dest pê dike. Hikumeta Şamê her demekî astengiyan li pêşiya derbasbûna sotemeniyê ji herêmê re çêdike û baceyên zêde distîne. Ev rewş bi taybet di demsala zivistanê de rê li ber êş û azarên zêde diveke û nexweşiyên cur be cur bi vê yekê re derdikevin holê. Bi taybet hikumeta Şamê bi pîvanên xwe yên dij mirovî qada tenduristiyê hedef digire. Di encama vê siyasetê de derman kêm derbasî herêmê dibe û piraniya dermanxaneyan kirîza kêmbûna dermanan jiyan dikin. Di gîştî herêma Şehbayê de tenê 2 nexwşxane hene û derman li wan kême û gelek caran peydanabe û raste rast bandora dorpêça hikumeta Şamê li ser vê yekê heye. Herwiha derfet nayê dayîn ku şîrê zarokan derbasê herêmê bibe. Ev yek yekser bandora xwe li ser rewşa gel bi gîştî dike û ger çareseriyeke bingehîn neyê peyda kirin, wê rewş pir xeternakbe”.

`Divê Rêxistinên tenduristiyê yên cîhanî bibin hêza çareseriyê`

Herwiha di dawiyê de D. Azad Reşo banga hemû rêxistin û aliyên têkildar ên navnetewî kir û wiha got: “Siyaseta dorpêçê û armanca wê bandoreke cidî li ser jiyana gel li herêmê dike. Di gîştî şer û qeyranan de korîdorên mirovî têne vekirin, lê hikumeta Şamê her tişt li gorî berjewendiyên xwe dike. Li ser vî esasî em banga tavahî rêxistinên tenduristî û mirovî yên navnetewî û cîhanî dikin ku bibin hêza çareseriyê li hember siyaseta dorpêça hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê”.