Rojnameya Ronahî

Cejna Bêxwînê Cejna Çandiniyê û Xwezayê ye

Zana Roj/ Şehba

Êzîdiyên Efrînê li herêma Şehbayê bi marasîmên olî yên girîdayî ola êzîdiyan cejna Bêxwînê ya Xidir Ilyas pîroz kirin. Êzîdiyên Efrînê anîn ziman ku ew cejna aşîtiyê li tavahî ol û baweriyan pîroz dikin û bi hêvîna ku cejnên bê li ser xaka Efrînê di nava aşîtiyî û aramiyê de pîroz bikin.

Rûxmî hemû êrîşên olperest, netewperest û bawerperest ên ku li ser gelê Êzîdî de di seranserî dîrokê de hatine, lê dîsa jî ev ola kevnar ya aşîtiyê bi hemû rengên xwe yên pîroz xwe parastiye û vê yekê ji bo nifşên pêşerojê her weke kulturekî û şandekî kevnar ya baweriyê diparêzin. Ev ola pîroz ji kevintirîn olên xwedayî ye bi aşîtiyê û xwezayê tê pênasekirin. Herwiha cejin û marasîmên olî yên taybet girêdayî ola Êzîdiyan hene. 15’ê Sibatê jî weke cejna Pêxwînê ya ola Êzîdiyan tê pîroz kirin. Êzîdiyên Efrînê li herêma Şehabyê ev cejin bi hemû gelên Efrînê re pîroz kirin. Ji bo em bêhtir cejna Bêxwînê ya ola Êzîdî bizanibin jina Êzîdî ya bi navê Gulê Cafer ji rojnameya me re axivî.

Cejna Bêxwînê ya Kurdên Êzîdî

Gulê di destpêkê de anî ziman ku ev cejin weke cejna çandiniyê ya bi şoreşa çandiniyê ku bi destê jinê hatiye pêşxistin tê dîtin û wiha got: “Cejna Bêxwînê ango ya Xidir Ilyas cejnekî kevnar e di ola Êzîdiyan de. Li seranserî dîroka ola Êzîdiyan de ev cejin tê pîrozkirin. Cejna Bêxwînê jêdera xwe ji şoreşa çandiniyê yê ku bi destê jinê hatiye pêşxistin digire. Ji ber wê cejna Bêxwînê weke cejneke çandiniyê, berhemên çandiniyê û xwezayê û parastina wê tê dîtin. Her sal ev cejin bi marasîmên taybet tê pîroz kirin. Jinên Êzîdî li hev kom dibin 7 cureyên bidarên çandiniyê yên ku tên çandin (genim, nîsk, birinc, nok, garis, ceh, baqil) hemûyan sor dikin û dihêrin û li hemû gelan belav dikin, ev weke berhemên sereke ne lê tavahî bidarên ku bi destê cotkaran tên candin û dibe berhem em lê zêdedikin, ev yek jê re tê gotin Bêxwîn. Bê guman ev yek ji xalên vê cejnê ye. Ev cejin dikeve roja Pêncşema yekem ji Sibata Rojhilat, ji ber cejnên me li gorî teqwîma Şerqî tên pîroz kirin. Bê guman gelek merasîm û xwendina lavayên pîroz yên vê rojê hene. Dema em li cih û warên xwe bûn bi awayekî gelekî xweş bi kelepor, cil û bergên Kurdî yên Êzîdî bi şahî dihat pîroz kirin. Lê mixabin li gorî şertên heyî me nikarî îsal bi wê rengî pîroz kiriba”.

`Armanca Bêxwînê pêkanîna niyeta însan e`

Gulê armanca ji belavkirina Bêxweînê çi ye anî ziman û wiha got: “Em dema vê Bêxwînê amede dikin û belav dikin bê guman armanceke ji vê bêxwînê heye ew jî ji bo pêkanîna kesên ku mirad û daxwaz di dilê wan de heye. Di roja pênçşema cejnê de dikeve êvara roja Înê beriya ku însan rakeve vê Bêxwînê dixwe û mirazeke xwe dixwaze. Li gorî baweriya kes ev niyet tê bi cih kirin”.

`Rûxmî mercên zehmet di parastina ol û cejnên xwe de bi îsrar in`

Gulê di dawiyê de diyar kir ku ruxmî hemû êrîş û şert û mercên zehmet ew di parastina ola xwe de bi îrade ne û wiha bi dawî kir: “Ev bû 6 salin ku em koçberî herêma Şehbayê bûne, lê her sal jî bi marasîm û cejnên ola Êzîdî em bi hemû gel û olên xwe re pîroz dikin. Dagirkeran, olperestan her tim têkbirin û tunebûna gelê Kurd û ola Êzîdî hedef digirtin, ev yek jî di seranserî salên dûr û dirêj de hatine pêk anîn. Lê rûxmî hemû êrîşên dagirkeriyê û mercên zehmet yên jiyanê jî em her sal bi hêvî û hezkirineke mezin hemû cejnên xwe pîroz dikin. Çawa ku vê olê her tim hebûna xwe parastiye em jî di parastina vê yekê de bi îrade û îsrar in. Herwiha em bi hêvî ne ku cejna bê li ser xaka Efrînê di nava aşîtî û ewlehiyê de bê pîroz kirin”.