Rojnameya Ronahî

Cejna Xidir Îlyas

Ayşa Silêman/Qamişlo

Civaka Êzidî bi bawerî û rê û resmên xwe tê naskirin. Yek ji van baweriyên Êzidiyan jî Cejna ku bi navê Xidir Îlyas an jî Bêxwîn tê naskirin. Ev cejin her sal ji aliyê civaka Êzidî ve di pêncşema yekmîn a meha Sibatê de li gorî salnameya Êzîdîyan tê pîrozkirin.

Piştî ku Çile diqede û dikeve meha Sibatê de, ola Êzidî rê û resmên wan li gor salnama Rojhilat e, piştî derbasbûna 13 rojan pêncşema yekem ji meha Sibatê, civaka Êzidî pêşwazî cejna Xidir Îlyas dikin, Xidir Îlyas ji hezarên salan ve tê pîroz kirin heta roja îro, li gorî rê û resmên Êzidiyan ev cejin bi aştî û dijî xwînê tê naskirin, Kesên ku navên wan Xidir û Îlyase sê rojan rojî digrin û tiştên ji xwînê yan jî berhemên sewalan naxwin.

Di derbarê ceja Xidir Îlyas de yek ji rêveberên yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê şêx Zinar Cafer û endama rêveber a Mala Êzîdiyan Leyla Birahîm ji Rojnameya me re axivî.

Rê û resmên cejna Xidir Îlyas

Zinar Cafer diyar kir ku Xidir Îlyas bixwedayê şînatiyê tê naskirin, herwiha di vê cejna Xidir Îlyas de bêxwîn tê çêkirin, ev bêxweîn ji 7 heta 44 cûreyîn zad tên amedekirin, wek genim, ce, nîsk … hwd, destpêkê van diqelînin piştî wê bi destar dihêrin. Herwiha piştî ku civaka Êzidî  zadên ku hatine qelandin xilas dikin, hinekê ji wan tavêjin nav dexlan de, da ku bereket bikeve di nav de û zad zêde be.  Ji ber ku Xidir û Îlyas herdû xwedayên çandiniyê ne. Di heman demê de nabe ku lawir werin serjêkirin, ji ber ku ev dem dema zayîna lawira ye û wiha got: “Roja Duşem, Sêşem û Çarşemê  kesên ku navên wan Xidir û Îlyas e, rojî digrin, roja pêncşemê jî cejna Xidir Îlyas e. Di vê cejnê de kombûn çêdibe, yên ku bêxwîn amedekirine di nav hev de belav dikin, her sal ev cejin bi şahî tê pîroz kirin. Wek rê û resmên Êzidiyan rojên rojiyê divê mirov neçê derê dûr û neçe cihên qerebalix, ji be ku ev rojên pîrozin, pêwîste mirov bêtir aram bibe. Lê roja cejnê divê cûn û hatin û serlêdan cêbibin. Di heman demê de di nav mîtolojiya  êzidiyan de tê gotin ku çêkirina bêxwînê bi taybet ji bo ciwana derbasdare, keç û xortên nezewicî yan jî yên ku ji hinekan hez dikin, bêxwînê şor dikin û êvara cejnê  hinekî ji wê bêxwînê dixwin û radizin. Herwiha kesê ku were xewna wan û avê bide wan,  bi hev re dizewicin, ev yek jî wek rê û resmekî vê cejnê ye.”

 Cûdahiya vê cejnê ji cejna salên berê  

Rêveberê yekîtiya Êzidiyên Sûriyê şêx Zinar Cafer axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Di dema berê de gava sînor hîn nehatibûn danîn, civaka Şingalê dihatin sardana me dikirin berî cejna bêxwîn û gelek çûn û hatin çêdibû. Di wê demê de kombûn bêtir çêdibûn, her malbatekî tiştek tanî û bi hev re  parvedikirin. Lê piştî fermana 73’an ya ku li Şengalê pêkhatî, bandor li kombûnê kir, bi taybet jî li civaka Şengalê, lê hîn rê û rismên ola Êzidî li wêderê berdewam in.”

Cejnên ola Êzîdî

Endama rêveber a Mala Êzîdiyan Leyla Birahîm diyar kir ku gelek cejnên ola Êzidî hene û her yek ji wan rê û resmên wan yên taybet hene û wiha got: ” Cejna sereke Çarşema serê Nîsanê ye, yan bi Çarşem sor tê naskirin, ev cejna hêkaye. Herwiha cejna Êzidî ev cejin ya rojiyê ye, cejna Boqetar an jî ya Xelîl Birahîm bi taybet civaka Êzidî yên ku li Amûdê û Dirbêsiyê vê cejnê pîroz dikin. Weke din jî Cejna Çilê Zivistanê, cejna Çilê Havînî û cejna Bêxwînê yan cejna Xidir Îlyas di nava cejnên ola Êzidî de cihê xwe digrtin. Herwiha piştî ku derbasî Havînê dibe piştî qedandina Çilê Havînê Şahî tên li darxistin. Di heman demê de rojiyên me jî hene, wek rojiya cejna Êzidî sê rojan civaka Êzidî rojî digrin û ji berbanga sibê heya roj here ava, pîştî roj diçe ava wê demê xwerinê dixwin. Rojiya cejna Xidir Îlyas ew jî sê rojin, kesên ku navên wan Xidir û Îlyas be van her sê rojan rojî digrin. Rojiyên cejna Çileyê Zivistanî û Çileyê Havînî jî heye, ev rojî jî çil rojî  berdewam dikin, lê li ser tu kesî nayê feriz kirin, her kes û bi xwesteka xwe rojî digre.”