Rojnameya Ronahî

 Komploya navnetewî nikare hêviyên me vemirîne

Zana Roj/ Şehba

Rêberê demokrasiyê û azadiyê yê serdema nû Abdullah Ocalan, di nava lepên dagirkerên hov û faşîst de û ev 25 salin di girava Îmraliyê de li berxwedide. Dayîkên Aşîtiyê yên Efrînê diyar kirin ku heyanî azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were wê tu çareserî ji pirsgirêkên serdemê re ne gengaz be.

Rêber Abdullah Ocalan di serdema nû de û di nava lepên modernîteya kapîtalîst de, bîrdozî û felsefeya azadiya gelan û demokrasiya komînal pêş xist. Di derbarê vê felsefeyê de gelek nirxandin, analîz, lêkolîn, pirtûk hatin xwendin û nivîsandin, da ku serdema nûjen ya ku di bin hişmendiya kapîtalîzmê de fetisiye, bigihîne wateya azadî û demokrasiyê. Azadî bi azadiya yek kesî ango ferdekî ne pêkan e, bi netewekê û olekî ne pêkan e, bi komekê û civakerkî jî ne pêkan e. Rêber APO di îdeolojiya xwe de ev armanc kir ku ji doza azadiya gelê Kurd bêhtir divê mirovahî bigihêne azadiyê. Di şexsê doza azadiya Kurdistanê de ev felsefe bi pêş ket û bû wesîleya derbasbûna felsefeya Rêber APO ya demokrasî û azadiyê ji tavahî cîhanê re.

15 ê Sibata 1999 an ji bo gelên azadîxwaz û bi taybet gelê Kurd rojeke reş tê destgirtin. Hêzên kompiloger bi kompiloyeke navnetewî bi serkêşiya dijminê gelê Kurd faşîzma Tirkiyê. Rêber Abdullah Ocalan ya ku di sedsala 21 an de li hember tavahî cîhanê bi felsefeya xwe derket pêş bi lihevkirinekê hat dîl girtin.

Têkildarî kompiloya navnetewî ya li ser Rêber APO dayîkên aşîtiyê yên Efrînê Zekiye Yûsêf û Emîne Qenber ji rojnameya me re axivîn.

`Rêber APO jiyaneke nû pêşkêşî`

Dayîka Zekiye anî ziman ku Rêber APO bi felsefeya xwe jiyaneke nû pêşkêşî gelan kir û wiha got:  “Avabûna Partiya Karkerên Kurdistan bi pêşengtiya Rêber APO bi xwe re jiyaneke nû ya azadî û wekheviyê anî û diyarî gelên bindest kir. ji 50 salî ve me xwe di nava vê partiyê û fikrê de dîtiye, ji bo me weke rê û hêviya azadiya xaka Kurdistan û avakirina jiyana azad e. Rêber APO bi felsefeya xwe ya jiyana azad bû hedefa cîhanê û hêzên kapîtalîst”.

`armancên kompiloyê têk çûn`

Dayîka Zekiye diyar kir ku bi kompiloya nevnetewî nikarîn heyva hêviyê vemirînin û wiha got: “Dîroka 15 ê Sibatê ji bo me weke rojek ji tarîtiyê tê dîtin. Di şexsê Rêber APO de xwestin felsefeya azadiyê biçewsînin û Rêbertî bi vê yekê esîr bigirin. Dibe ku Rêbertî di aliyê fîzîkî de dîl hat girtin lê belê felsefe û ramanên wî ya ku diyarî me kiriye her tim tên zindîkirin. Li ser wê esasê her ku ev kompilo tê dirêjkirin felsefeya Rêbertî di nava jiyana bi hezaran ji gelên azadîxwaz û yên Kurd tê belavkirin. Ev yek jî nîşaneya herî mezin ya têkbirina armanca kompilopyê ye”.

`Îradeya Rêbertî bû hêza Têkoşîna Tevgera Azadiyê`

Her wiha dayîka Emîne xuya kir ku Faşîza Tirkiyê û hêzên kompiloger ji bo têkbirina îradeyê cezayên tecrîda li ser Rêbertî giran dikin û wiha got: “Faşîzma Tirkiyê bi dîl girtina Rêberê mirovahiyê Rêber APO hesab û arancên gelek mezin dikir. Texmîn dikirin ku bi girtina Rêbertî  wê Tevgera Azadiyê bin bikeve û paradîgmeya Netewa Demokratîk û azadiya gelan were vala derxistin. Di heman demê de îradeya gelê Kurd wê bê şikandin. Li tersî wê ev armanc di şexsê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê qet bi cih nehat, têkoşîna azadiya Kurdistan û demokrasiyê bi bedelên gelek giranbuha geş bû. Îro faşîzma Tirkiyê û dewletên navnetewî li hember hêza gelê Kurd têk çûye. Ev yek jî di piratîzekirina îdeolojiya Rêbertî her wiha bi destkeftiyên ku ji 50 salî ve ev tevger bi dest dixe hatiye îsbat kirin. li ser van serkeftin û têkoşîna dîrokî ya tevgera azadiyê li çar aliyên cîhanî. Îro dagirkeriya Tirkiyê û hêzên kompiloger jib o têkbirina vê mîrasê û îradê polîtîkeya tecrîdê li ser fîzîkiya Rêber APO giran dikin. bi vê yekê hêviyên xwe yên pûç û vala saz dikin”.

 `Rastiya kompiloyê hatiye eşkere kirin`

Dayîka Emîne bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em dayîkin; ku beriya em perçeyekî ji laşê kezebên xwe diyarî serokatî bikin, me bi sala ye tavahî jiyana xwe diyarî vê xetê kiriye. rastiyeke vê kompiloyê heye û di roja îro de cîhan û gelên azadîxwaz ji bo Rêbertî derketine pêşberî hêzên kompiloger, ku kes nikare înkar bike felsefeya Rêbertî şareseriya tavahî pirisgirêkên cîhanê ye. em jî viya tekez dikin heyanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO tekez nebe, wê tu çareserî ji pirisgirêkên serdemê re nîn bin”.