Rojnameya Ronahî

KOMPLOYA MEZIN A GLADÎOYÊ… Derketina Ji Sûrî…(3)

Abdullah Ocalan

Lê berî vê seferek me jî li Mînskê bû. Berî Naîrobiyê ez ê di ser Mînksê re derbasî Hollandayê bibûma. Dîsa bi balafireke taybet ji du saetan zêdetir di hewa sar a Mînksê de rawestiyam. Balafira em li bendê bûn nehat. Polêsên balafirgeha Rûsya Spî bi saetan nava balafirê kontrol kirin. Belkî jî weke îhtîmal û firsenda dawî wê ez li Balafirgeha Mînskê bihiştama. Êdî em û însafa rêveberiya Rûsya Spî diman. Ya balkêş ew e, di wê demê de Wezîrê Parastinê yê Dewleta Tirk Îsmet Sezgîn jî hatibû serdana Mînskê. Kengî balafira em li bendêbûn nehat, qaşo firsenda dawî jî ji destê me çûbû. Veger jî bi awayekî ‘mirina spî’ bû. Dema balafira Gladîo’yê di ser Deryaspî re perwaz dikirin, min ev çûyîna xwe weke sefera trênê ya di qirkirina Cihûyan de hatibû bikaranîn dît û paşê bi vî rengî şîrove kir. Di kesayeta min de rejîma qirkirinê ya li dijî gelekî ketibû qonaxeke gelekî krîtîk. Min rûyê rastî û veşartî yê NATO’yê di dema van seferan de dît. Di dema vegera ji Mînskê de ferman û alarma bîstûçar saetan dabûn ku balafir li ti balafirgeha welatekî Ewrûpayê danekeve. Em fêhm dikin ku di wê demê de ji bilî balafirgeha Mînskê ya dewleta bi tenê ya îsyankar Rûsya Spî balafirgeha welatekî din a destûrê bide daketina me nehiştibûn. Li cehennema Naîrobiyê sê rê li pêşiya min danîbûn: Ya yekê, bi sedema ku min demeke dirêj guh nedaye fermanê bi awayekî şiklî ez ê bihatama kuştin; ya diduyê, min ê yeka CIA’yê nekirana didu biketama bin fermana wê û teslîm bibûma; ya sisiyan, wê min radestî tîmên şerê taybet ên Tirk bikirina ku ev ji zû ve amade kiribûn.

Di dema li Naîrobiyê de ji kesên li cem min Dîlan diqilqilî û ne aram bû. Eger fikrên xwe tam bida xuyakirin û rêxistinên civaka sivîl bixista nava tevgerê, belkî jî komplo hinekî xira bibûya yan jî bihata pûçkirin. Min jê lome kiribûn, bi sedema ku pêşniyar kir ez bi demançeyekê xwe biparêzim. Ev, ji bo me û min xwekuştin bû. Niyeta min a xwekuştinê hîç tinebû. Ji bo ez sîlehê li cem xwe bigirim li dora min weke perwaneyê dizîvirî. Eger sîleh li ser min bûya û min hewl bida ew bikişanda, encama vê helwestê ji sedî sed wê mirin bûya. Paşê di dema jêpirsînê de ji min re hat gotin, eger te sîleh bi kar bianiya, fermana wî bikujin, hatibû dayîn. Dîsa gotin, eger tu ji sefaretê jî derketibûya tu yê bihata kuştin. Gotin, helwesta te ya herî aqilane bû. Bêguman em nizanin ew jî çiqasî rast dibêjin. Di pêvajoya panzdeh rojî ya Naîrobiyê de hêja ye mirov helwesta Sefîr Kostulas fêhm bike. Gelo hatibû bikaranîn? Min ev ji hev dernexist. Berî radestkirina min hîç nehat mala xwe ya lê dima. Di dema derxistina min a ji seferatê de ku bi awayekî bi darê zorê bû, hinekî hişk li ber zebaniyê Naîrobiyê rabû. Lê dibe ku ev helwesta wî bi sextekarî be jî. Îcar Pangalos qaşo ji bo çûyîna Hollandayê destûr wergirtibû. Min ji vê zêde bawer nekiribû. Ji ber ku ez ji malê derneketima, tîmên taybet ên Yewnan ji bo êriş bikin û bi darê zorê min derxin di kemînê de bûn. Polêsê Kenyayê jî xwe ji bo heman tiştî amade kiribû. Jixwe ji mêj ve eşkere bûbû ku çûyîna Komara Efrîkaya Başûr çîrokeke xapandinê ye. Senaryoyên weke penabûna li dêrekê û li Neteweyên Yekbûyî bi guman bûn. Ji bo derneketinê min nigên xwe dabûn erdê û li ber xwe dabû.

Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê derbas bû. Ji bilî hêza hegemon DYE’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira. Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) bi tenê bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e. Ev ewqasî eşkere bû, em diçûn kîjan deverê ti deverê dengê xwe nedikir. Yên qebûl nekiribûna jî yekser bêdeng dikirin. Rûsya mezin jî bi awayekî pirr eşkere bêtesîr kiribûn. Jixwe helwesta Yewnaniyan têra ravekirina her tiştî dikir. Li Romayê tedbîrên ewlekariyê yên li nava mala lê dimam her tişt eşkere li pêş çavan radixistin. Li gorî girtinê tedbîrên awarte girtibûn. Rê nedan ku ez gava xwe jî biavêjim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta ber deriyê odeya min jî bîstûçar saetan kontrol dikirin. Hukûmeta D’Alema hukûmeteke çepgir demokrat bû. D’Alema bêtecrûbe bû, nekarî bi serê xwe biryarê bide. Li tevahiya Ewrûpayê geriya. Ingilîstanê jê re got divê ew bi xwe biryara xwe bide. Zêde piştgiriya wî nekirin. Helwesta Brukselê ne zelal bû. Di encamê de em şandin ber destê dadgeriyê. Di vê helwestê de ne pêkan bû ku mirov bandora Gladîo’yê nebîne. Jixwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladîo lê gelekî bi hêz bû. Berlusconî tevahiya hêza xwe xistibû nava tevgerê. Ew bi xwe peyayê Gladîo’yê bû. Ji ber ku min zanîbû Îtalya wê nikaribe xwe bide ber barê min, ez ji Îtalyayê veqetiyam. Bêguman di berdêla vê de Tirkiye bûbû welatê DYE û Îsraîl herî zêde pê ewle, lê di heman demê de li Tirkiyê wer kiribûn ku herî zêde bûbû dûvikê wan û bi pey wan ketibû. Ew pêvajoya jê re digotin Tirkiye weke şîpeke har global dibe, ya rastî, ew çîroka pêvajoya pêşkêşkirina Tirkiyê ji kapîtalîzma fînansê ya globalîzmê re bû û ne tiştekî din bû.

Di navbera senaryoya dagirkirina Iraqê û radestkirina min de têkiliyeke xurt heye. Ya rastî, bi operasyona li dijî min tevgera dagirkirinê dest pê kir. Heman xusûs ji bo dagirkirina Afganistanê jî bi vî rengî ye. Ya rastî, ji bo bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin gaveke girîng û pêşî operasyona li dijî min e. Ecevît badilhewa negot “Min bi ti awayî fêhm nekir ka çima Ocalan radestî me kirin.” Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Prensê Awusturyayê ji aliyê milletperestekî Sirp ve dest pê kir, bi awayekî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî bi operasyona li dijî min dan destpêkirin. Ji bo mirov pêvajoya piştî operasyonê fêhm bike, divê mirov baş fêhm bike ka çi bûyer berî û piştî operasyonê qewimîne. Serokê DYE’yê Clinton ji bo derxistina min ji Sûrî guftûgo bike, carekê li Şamê û cara din jî li Swîsreyê ji çar saetan zêdetir du civîn bi serokdewlet Hafiz Esed re pêk anîn. Hafiz Esed di wan hevdîtinan de li girîngiya mijarê hayedar bû. Ji bo xwe di cih de dît ku pêvajoyê dirêj bike. Ji bo demekê be jî ji min derketina ji Sûrî nexwest. Li dijî Tirkiyê dixwest min weke hêmaneke tewazunê heta dawiyê binirxîne. Lê min jî Sûrî dahf dida ji bo bibe xwedî helwesteke stratejîk. Lê hêza min û rewşa min derfet û îmkan nedidan ku ez di vê de bi ser bikevim. Eger ez li Îranê bûma, belkî hevgirtineke stratejîk pêk bihata. Di vê mijarê de jî ez bi Îranê ewle nebûm; ji helwestên wê yên ji rêûresmê fikarên min hebûn. (Kuştinên Simko û Qasimlo û komployên bi vî rengî, dekûdolabên di dîrokê de yên weke ji textxistina Keyayê Medan Astiyag ji aliyê Harpagos ve) Clinton û lîderên Kurdan ên Iraqê yên bi wan re di nava têkiliyê de bû, mayîna min li Sûrî ji bo armancên xwe yên stratejîk di cih de nedidîtin. Ji ber ku her diçû Kurd û Kurdistan ji kontrola wan derdiket. Îsraîl jî ji vê rewşê gelekî bêzar bû. Wan nikarîbû rêveçûna bûyerên li Kurdistanê û derketina Kurdan ji kontrola wan qebûl bikin. Nexasim ji bo pîlanên xwe yên der barê Iraqê de bi cih bînin, ji bo wan heyatî bû ku Kurdistanê di kontrola xwe de bigirin. Lewma li ser min ferz dikirin ku ez ji sedî sed veqetim û dev ji xeta azadiyê û nasnameya serbixwe ya Kurd berdim.

Sedema hebûna me jî partiya me û xebata me ya azadiyê bû. DYE û Ingilîstanê soza ji 1925’an ve didan Tirkiyê diviyabû bi cih bianiyana; bi şertê destê xwe nede Kurdistana Iraqê Kurdistana Tirkiyê feda dikirin. Li ser vî bingehî Tirkiye ketibû NATO’yê û li ser vî bingehî li ser pirsgirêka Kurd pê re li hev kiribûn. Statuya me û stratejiya me, ev hegemonya û tewazuna ku li Rojhilata Navîn bi awayekî rêûresmî û rojane girîng bû, dixist tehlûkeyê. Yan em ê biketana çarçoveya vê hegemonyayê yan jî em ê bihatana tesfiyekirin. Komara Tirkiyê ji 1925’an ve bi peymanên bi van hêzên hegemonîk re çêdikir (di sala 1926’an de peymana li ser Mûsil û Kerkûkê, di 1952’an de ketina NATO’yê, di sala 1958 û 1996’an de peymanên bi Îsraîlê re) dixwest Kurdan ji nava dîrokê rake. Îdeolojiya pozitivîst a milletperest û laîk ji bo vê derfet û îmkan didan. Kadroyên Komarê bi vê dabûn bawerkirin. Ya rastî, ev rewş li dijî hevgirtin û ruhê têkiliyên dîrokî yên Kurd û Tirkan bû. Lê li gorî hesabên damezrandina Îsraîlê, hema bêje ti dînîtî tinebû ku sîstemê nekiribûya. Pêkhatina çîn, kadro û îdeolojiya lihevçêkirî ya jê re rastiya Tirkê Spî tê gotin li ser vî bingehî hatibû avakirin. Herweha PKK’ê darbeya kujer li vê pêkhatinê xistibû. Ji ber ku qebûlkirina nasnameya Kurd û naskirina azadiya wî dihat maneya înkara vê pêkhatinê, bi kêmanî diviyabû ev polîtîkayên kujer biterikanda. Peymanên bi Îsraîlê re ji bo vê pêkhatinê maneyeke xwe ya girîng heye. Jixwe dewleta netewe ya Tirk weke Proto-Îsraîl hatibû avakirin.