Rojnameya Ronahî

Azadiya Rêber Apo azadiya ekolojî û mirovahiyê ye

 Ayîşa Silêman/ Qamişlo

Endama Pilatforma Ekolojiya jin û rêvebera  Abûriya jin di Kongira Star de Rozalîn Bekir diyar kir ku kampaniya çandina daran û bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ji 9’ê Çile heya 4’ê Nîsanê wê dewambike.

Platforma Ekolojiya Jin a Rojava di çerçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dest bi pêngava dar çandiniyê kirin. Pêngav bi dirûşma “Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bighênin azadiyê” ji 9’ê Çile, heta 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e dewam bike.

Di derbarê Kampaniya çandina daran ya bi dirûşmeya “Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bighênin azadiyê” Endama Platforma Ekolojiyê ya Jin a Rojava Rozalîn Bekir ji Rojnemeya me re axivî.

 Kar û xebatên platforma Ekolojiya jin

Rozelîn Bekir diyar kir ku dawaza abûriya jin hebû ku cihê xwe di kar û xebatên ekolojî de bilîze. Ji bona wê yekê em tevlî karê pilatforma ekolojiya jin bûn û weha got:”Me ev kampanî di çile de dest pê kir ji ber ku xweza xwe di Çile de xwe nû dike, her sal kar û xebat ji bo ekolojî têne kirin. Îsal jî me xwest em tiştekî cûda bikin, ji ber wê piştî civîn û nîqaşan me dest bi vê kampaniyê di 9’ Çile de kir. Ji ber vê yekê me qonaxa yekemîn ji vê kampaniyê ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpêbikin, ji ber ku yê herî bang dike ji bo mirov xwedî li ekolojiyê derkeve û xwezayê biparêzê Rêber Apo ye, gelek perspektîf û pêşniyarên wî hene ji bo vê mijarê. Her wiha tê xuyanî kirin ku çawa di cîhanê de xweza gihaye asta qirîzê, lê mixabin tevî vê yekê jî bal nayê kişandin ser mijara ekolojî. Di demên dawî de zirar gelek giha ekolojî yê wek nexweşya korona, erdhej û teqandina volkanan, ev hemû  bandoreke neyînî dighîne xwezayî. Ev yek jî sedema siyaseta kaptalizmiye ku hemû tiştî bikar tîne di nav de xweza jî. Ev yek  dihêle bi demê re di  xwezayê de xirabûn çêbibe. Di şexsê Rêber Apo de me xwest em ji nû ve bal bikşînin li ser mijara ekolojî bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku ev demeke dirêje  em di şoreşê re derbas dibin, xweza jî hewcedarî hin guhdanê bû.”

Her malek şaxek û her şaxek darek’

Rozelîn Bekir berdewamî da axaftina xwe û wiha got:”Kampaniya me  bi vî awayî dest pê kir; Em her Çarşem li hin daristanan kom dibûn me nameyên xwe dixwendin, di nameyên me de gotinên Rêber Apo yên li ser ekolojiyê hebûn, ku dida xuyanîkirin çawa mirov nêzî ekolojiyê bibe û wê bikar bîne û wê biparêze. Li ser van mijaran nîqaş hatin kirin û bi vî rengî qonaxa yekem bidawî bû. Her wiha me roja Çarşemê hilbijart ji ber ku her çarşem roja hevdîtina bi Serok Apo re bû, niha em derbasî qonaxa duyemîn ji kampaniyê bûne, silogana me her malek  şaxek, her şaxek darek, me ev silogan hilbijart ji ber ku em dixwazin mirov jî rola xwe bilîze û xwezaya xwe  xweşbike û bêtir baldar bibe li ser ekolojiya. Di vê qonaxê de me daxuyaniyek da raya giştî û me dest bi sardana hin malan kir.  Her wiha malên ku me sardana wan kir me ji wan jî  xwest ku bibin alîkar bi me re ji bo çandina daran heya roja 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo. Ji ber her cara ji Rêber Apo dipirsiyan ji bo rojbûna te  em çi bikin, digot tu tiştî nekin hema her kes li ber mala xwe yan di kolana xwe de darekî biçînin. Bi vê hişmendiyê em dixwazin milet hişiyar bikin ku ji bo xwe û  xwezaya xwe daran biçîne li gor derfetên heyî.”

 ‘Pêngav ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Rozalîn Bekir wiha pê da çû û got:”Me xwest di vê salê de hinekî cûdabûn hebe, di demên pêş de emê herin bi dehan mal, kolan û bajara sardana wan bikin û daran biçînin. Ne tenê li kolan û daristanan em ê, daran  biçînin,  em ê  bigerin li malên ku dar têde nebin wê cîranê wî şaxekî ji mala xwe bidiyê ji bona ku di mala xwe de biçîne. Kar û xebatê me ji 9’ê Çileyê heta niha bi giştî serkeftî derbas bû, li gorî pilansaziya ku me danîbû hat birêvebirin, lê  hin caran astengî derdiketin pêşiya me  bi taybet êrîşên dawiyê yên ku çêbûyîn, bû sedema ne ewlehiyê di herêmê de. Ev pêngav bi rihê zindîbûna rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ye. Dema ku em pirtûkên Rêber Apo dixwînin tê de dibînin girêdaneke pir mezin bi xwezayê re heye. Rêbertî dibêje heger gerdûn xwezaya yekemîne, mirov xwezaya duyemîne û qutbûn di navbera wan de nîne. Armanca me ji vê pêngavê ewe ku em bikaribin bi riya vê pêngavê hîn bêtir dengê xwe bilindtir bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkbînin. Li gorî bernameyê tevlîbûna ragihandinê wê çêbibe û wê bi vê yekê pirojeye û bernameya me ya pêngavê bighêje raya giştî. Di bernameya me de gotinên Rêber Apo li ser xweza werin pêşkêş kirin, ev gav hemû  pêkhatin.  Carinan me pilan datanî da ku em dest bi çalakiyên xwe bikin, lê ji ber rewşa herêmê em neçar diman derng bimînên, ev yek dibû astengî li pêşiya karê me.”

  Bernameya kampaniyê ji bona dema pêş

Endama Platforma Ekolojiyê ya Jin Rozalîn Bekir di dawiya axaftina xwe de got: “Gavên ku hîn me dest pê nekirine ev in; divê em zêdetir  sardana kolanan bikin, li hin cihan em daran kom bikin heya 4’ê Nîsanê, em dixwazin li hin cihan yên ku jin lê hatîn  kuştin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em daran li wan cihan biçînin û ev xwesteka me ya yekemîne.  Weke din jî em dixwazin ku bûne çolistan daran biçînin û li hin cihan birişor werin hazir kirin bi zimanê Kurmancî û Erebî bi riya komîn û saziyan werin belavkirin. Her wiha semîner werin dayîn li ser kuştina jinê, ji ber ku kuştina jinê kuştina xwezayê ye. Hin darên ku  me salên bûrî çandibûn, ji ber rewşa qutbûna avê dar hişk bûne, me biryar da ku ji nûve darên din li şûna wan werin çandin. Li hin cihan me insiyatîf vekirî hiştiye da ku hin sazî bixwe rola xwe bilîzin, me xwest bi rêya vê pêngavê  em çandiniya daran ji çarçoveya kirîfirotinê derxin û bikin çarçoveyeke civakî de, ku mirov ji ber xwe ve daran biçîne. Her wiha heger hin kes bi riya komînan ji bo rojbûna Rêber Apo di aliyê xwe ve hin pêşinyaran bidin derfet vekiriya û emê ji bona wê bi her kesî re alîkarbin.

Daxwaza min ew e ku hemû saziyên navneteweyî xwedî li Rêber Apo de derkevin û destekê bidin me da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere. Ji ber ku Rêber Apo kar û xebata wî tev ji bona azadî, wekhevî û parastina xweza û mirovahiyê ye. Her wiha banga me ji bo gelê me ew e, ku hertim li ser xwezaya xwe baldarbin û wê biparêzin, ji ber ku mirov bê xweza nikare jiyan bike.”