Rojnameya Ronahî

Di dîroka gelê kurd de gelek komplo û rojên reş hene

Leyla Waşûkanî

Me sedsla peymana Lozanê jî, tijî kir û em derbasî sedsaleke nû dibin, em li ser sedsala dahatû di hizirin, gelo wê bi xwe re çi balkêşiyan bîne. Gelê kurd gelek sedsalên wiha tirajîk bûrandine û pir baş têye zanîn, ku gelê me bi gelek bêbextî û qomployên wiha, reş û tarî re rû bi rû hatine. Çerxa feleka Kurdan ji sedê salan hatiye çep gerandin, ji hilweşîna împeratoriya Medan û derketina Persan ya ser, textê Padîşahiyê de kurdan wenda kiriye, bi xiyaneta Koros neviyê kurdan destpê dike. Bênamûsiya Koros neviyê kurdan, derbeyek dîrokî bûye li pişta Medan pêşiyên Kurdan û bi wê xiyanetê re, Kurdan wenda kiriye û ji ser texê, împeratoriyê hatine xwarê û bûne leşger li cem, Persan. Bi mohrkirina peymana Qesrî Şêrîn, ya sedsala 17 de ku di navbera, Osmaniyên Tirk û Persên Sefewî de,  warê me welat niştiman, di navbera xwe de parçekirine.

Parçe kirina walatê kurdan di wê, serdemê de bi xwe re gelek xeteriyên mezin, derxistin holê û gel jî wek welatê xwe hate, perçe kirin û her împeratoriyekê, kurdên di nava xwe de; Kurdên Alawî û kurdên Sunî ew, li himberî hev dane şer kirin. Ger ku em wê peymanê wiha bi dest, bigirin û şirove bikin wê baştir were famkirin, bi rastî ji wê serdemê û pêde, Kurd û Kurdistan raste rast di bin zext û zilma, dagirkeran de jiyan kiriye û nefes lê hatiye çikandin. Gelê kurd ji sedê salan ve, dibin darê zordaran de dike hewar û qêrîn, welat û gel parçekirin rewşeke ku bi rastiya kurdan a dîrokî re, pir bi nakoke; di dîrokê de gelê kurd wiha nayê naskirin.

Gelê kurd ji Kawayan heyanî, Mezlûman bi berxwedaniya xwe, tê nasîn, gelekî serhildêre û tu carî ji tu, hêzên biyanî û herêmî re serê xwe netewandiye. Lê mixabin gelê kurd her, bi destê xayîn û xwe firoşan, ketiye dahfik û xefka neyaran.

Wek xewnê têye bîra min, mezinên me qala teyrikê Kewa, xiyanetkar dikirin û gelê kurd, dişibandin wê kewa xayîn, di mijara xiyaneta bi qewmê xwe re, mebesta wan jî ew bû ku gelê kurd jî bi hevre xayînin. Tevî ku temenê min biçûk bû jî, lê bi şirove kirinên wan li ser mijara xiyaneta kurd, min gelekî bandor kir û bi min re, ma nakokî. Ew meseleya kewê her di bîra min de ma û min gelekî serê xwe, li ser êşand û dixwest ku ez fambikim.

Her çiqasî min bersiva xwe negirtibe jî, lê bi kêmanî ez haj li hin tiştan bibûm û min dixwest ku ez, bersivên xwe bigirim, lê mixabin di wê serdemê de min bersivên xwe, negirtin û nakokiyên min di serê min de, mane meyayî. Piştî qomploya navnetewî ya ku li ser Rêberê gelê kurd Rêber APO, hate pêkanîn, pirsgirêka kurd û serdemên ku civak û welat têre derbas bûye, bi berfirehî ji hêla Rêbertî ve hatin şirove kirin, bi taybet jî piştî parastina gelekî, hîn baştir hate naskirin û ji gelek nakokî û pirsan re bû bersivên zêrîn.

Rêber APO di şirovên xwe yên destpêkê de, wiha got: Dostên sextekar û hevaltiya kêm min anîn girava Îmraliyê û balkişand ser xiyaneta kurd û kurmê darê. Cardin jî dema ku Rêbertî parastnamên xwe yên ji 5 beşan li peyhev bidawî kirin û me herkesî, jî xwend û li ser lêhûrbûn kir hîn baştir mijara kurdan a bi nakok hîn baştir hate famkirin.

Rêber APO di girtîgeha Îmralî ya yekkesî de, tekoşînek pir mezin da û girtîgiha faşîzmê wergerand, akademiya zaniest û felsefê û di girtîgehên neyaran de, şoreşa mezin avakir: Rêbertî ji me re got ku ez rojê di xwe de 40 carî şoreşê didim abava kirin. Jiyana Rêber APO ji bo me her, nimûne û rê nîşandaye û îro jî herkes dost û dijmin cavê wan li Îmraliyê ye, berê me her li rojê ye. Em bi têna rojê fikr û giyanê xwe pak û paqij dikin û em xwe ji kevneşopî û gemara pergala serwer dişûn û tahir dikin. Teqez gereke civak jî di mijara, dîrok netewa kurd e kur bibe û çi hatiye serê wan, gerek heyanî mejiyê hestiyê xwe hîs bikin.

Beşek ji civaka kurd heye ku, ji welat niştîman direve û pişta xwe dide, dîrok û hebûna xwe û li pişta xwe jî meyzenake; bi rastî şeremeke pir mezine ku, dewletên biyanî çavê xwe berdidin xêr û bêrên welat û miletê me jî destê xwe di hejîne û ji welat direve. Ji taybetmendiya sereke ya mirovê, welat perwer ewe ku, ji welatê xwe hezbike û biparêze, ji xwe Rêber Apo ji 5 Pîvanên ku ji jina azad re daniye jî ya, sereke welat perweriye; hezkirina welat pir giringe, bi qasî av- hewayê pêdiviyek jiyaniye.

Niha li vir tişta ku teqez em, têbigihêjin û îqna bibin jî ewe ku rastiya me wek, netew û welat hatiye înkarkirin, di heman wextê de civaka me, rû bi  rûyê komkujiyiyên bê sînor, hatiye û heyanî îro jî di nava lepê qirkirinê deye. Em di welatekî wek Kurdistan, dewlemend de jiyan dikin, lê mixabin em, feqîr, belengaz û parsekin, heyanî em bê nasnamene jî. Di heman demê de warê me her, rastî talan, kuştin, xerakirin û dagirkirinê hatiye; ev jî besnîne neyar dixwazin ku koka me ji binîde rakin.

Welatê me dewlemend û zengîne û vê dewlemendiyê her bala, serdest û mijokdaran kişandiye, lê sedemên xwe tenê neyeke gelek sedemên xwe yên, dagirkirinê hene. Bê guman sedemek jî serdestiya, xwe ferzkirine û berfireh kirine, ku sedemên xwe her çibin jî diçin heman cihî. Heyanî beriya fitûhatên Îslamê jî, netewa kurd bi aşitî û aramî jiyan dikirin û ola kurdan olek herî kevnar û civakî bûye, ku ew jî ola Zerdûştiye ku ew jî oleke, wekhev, aşityane û civakiye ola ku di navbera jin û zilam de, wekhevî, adalet û biratiya gelan heye.

Gelê kurd ku bi aşîtî û aramî di jiya hêza xwe, têra redkirin û şikandina hêza Îslamî, ya teze û ciwan nekir û ji mecbûrî berê xwe didin çiya, şikeft û berqefan û li wir hebûn û ola xwe diparêzin, ji xwe yên ku di deştê de rû bi rûyê kuştin, talan û bijaftinê mînin. Piştî wê serdemê jî her ku bi ser gelê kurd de êrîş û talan dihatin berê xwe, didan çiyaan. Ji ber wê yekê ger ku çiyayên kurdan tuneba wê hîna kurd jî nebana. Bi sedema hebûna xwe gelê kurd ji çiya hezdike û qîmeta wê dizane, çiyayên me hebûna meye û me diparêze.

Lê mixabin di wan çiyan de gelê kurd ji şaristanî û zanistê mehrûm û bêpar man pir saf, nezan û cahil man û baweriya wan bi wan nema êdî dihat. Di heman wextê de ji yekbûna, xwe ya netewî dûr man û ji bona wan sedeman gelê kurd her ketiye, dahfik û tora neyaran û pirî caran jî, dijminan ew li himberî hevdû, bi karanîne û xistine xizmet û bercewendiyên xwe. Di civaka gelê kurd e qata jorîn a fewdal, her bi dijmin û neyaran re, ketiye nava hevkariyê de û xizmetkariya wan kiriye. Rêber APO di vê babetê de, qala kesayeta Enkîdo û dostaniya wî ya bi Gilgamiş re, dike û dibêje ku Enkîdo temsîla zilamê kurd yê ku, xwe difroşe dijmin û xiyanetê li gelê xwe û welat dike.

Ji bo îhtişam û bedewiya bajar, madiyet û jinê Enkîdo xwe difroşe û xiyaneta destpêkê ye, nûnertiya mirovê kurd dike dertê pêşiya me.

Bi rastî dîroka me pir tirajîke, gelê kurd serê xwe li himberî zilm û zordariyê tu carî netewandî ye û her li berxwedaye. Lê xiyanetê her pişta wan daye erdê û bi binxistiye. Di dîroka gelê me ya nêzde de, 28 serhildan hatine lidarxistin, lê mixabin her 28 serhildan jî bi rengekî pir tirajîk bi dawî bûne û di dawiya her serhildanekê de, serokê serhildanê bi destê dagirkeran, hatiye darvekirin û li ser gel komkujî hatine pêkanîn. Ev rewşa gelê Kurd ya tirajîk ji hêla dost û dijminan ve têye zanîn. Gelê kurd hebûnek resen û navdare, lê di nava dewletande nayê heskirin û qîmet jêre nayê dayîn. Sedema xwe jî ewe ku gelê kurd gelekî resen û serhildêre, mirov hez û dilnizme û li himberî zilmê serî natewîne û şerkere, xwedî dîrok û çand e. Dema ku di dawiya sedsala 20’ê de, Rêber APO dest bi şoreşê kir, dost û dijminan şiroveyên wiha, bêhêvî dikirin û digotin, wê serhildana APO jî derbe bi xwe û bibe serhildana kurdan ya 29 an ya binkeftî.

Xelkê bi çavê berê li gelê kurd temaşe dikirin û wiha şirovên xwe dikirin. Sedema xwe jî ew bû ku ji kesayet, zanebûn û hunera Rêber APO dûr bûn û bi çavê rêberên kevin li Rêber APO jî temaşe dikirin. Di navbera çend salan de, Rêbertî bi rengekî pir cuda rastiya, kurdê binkeftî serûbinî guhert û di civaka kurdan de şoreşa azadiyê avakir. Rêber APO di serdemek wiha de dest bi şoreşê kir ku, gelê kurd yî ku ji siya xwe ditirsiya û nediwêrî ku bêje ez kurdim û kire xwedî bawerî û cesaret. Rêbertî bi zanebûn, felsefe û rêbazên xwe, yên dewlemend û serkeftî dest bi tekoşînê kir û kurdê ku miriyê li ser lingan bû şiyar, kir û ew kire nava, tekoşîn û cenga giran.

Rêberê gelê kurd bi sebra mezin ku sebra, pêximber Eyûp jî derbas dike, tekoşîn bi rastiya kurdê kevnar re kir û li himberî, hemû zehmetî û zoriyan li berxwe da û pes nekir. Hemû rastiyên gelê kurd yên ku ji xwe re, qeder didîtin vala derxistin û îsbat kir ku, gelê kurd wêrek, berxwedêr, tekoşer û serhildêre û baweriya wan bi wan anî û di guhertina rastiya kurd e serkeftin qezenc kir. Di nava 30 salî de gelê kurd li çar parçeyên welat û li her deverê Cîhanê, gihande asta herî bilind a tekoşînê û hemû tewriyên ku di gotin, gelê kurd nezan, cahil, hov û bi dûvike vala derxistin. Ne dost û ne jî dijmin, guhertin û yekîtiya gelê kurd bawer dikir bi rastî di xeyalê kurdan re jî, guhertinên çêbûyî derbas nedibû. Tişta ku niha li ber çavan diteyise, rastiya kesayeta Rêber APO, ya hunera zanebûn, avaker, zeka û felsefeya bêhempaye.

Li vir tişta giring ku gerek, dost û dijmin qebûl bikin eve ku, Rêber Abdulah Ocalan bûye pergal, bûye serkêş û Rêber û netenê ji gelê kurd re, ji hemû mirovahiyê re Rêber APO bûye pêşengê, mirovahiya azadî xwaz û tekoşer. Heger îro gelê Kurd li her deverê, tevî dost û hevalên xwe yên azadî, xwaz di bin şert û mercên demsala zivistana sar û berf û baranê de, dimeş, mîting û çalakiyan lidardixe. Ev berhema keda Rêberê gelê Kurd Rêber APO ye. Pergala sermayedar û hevkar û kurtêl xwer, ji rojekî wek îro ditirsiyan û tirsa wan her ew bû ku: Rêber APO bibe bedîlê pergala wan ya kevnare, riziyayî û bêçare.

Lê tevî hemû hesabên wan yên, poç û vala jî bingeha tirs û hesabên wan rast û dûrist derket û îro jî Rêber APO li tevahî, Cîhanê bûye îlhama berxwedan û tekoşînê.

Gerek mirov wê mijara ku di medya civakî de û li pêşiya raya, giştî ya cîhanî de hate gotin ku, Abdulah Ocalan bi fikr û ramanê xwe cîhanê bi rêve dibe û hedef û armanên APOyî hatine pêkanîn, bike bingeh û têkoşîna xwe bilind bike. Mebesta wan ji wê tesbîtê jî ew bû, ku rastiya heyî raxin ber çavan û ji dost û dijminan re, bidin diyar kirin ku  rastiya hedef û armancên Rêber APO ewe ku, mirovahiyê şiyar bike û li dijî pergala sermayedar, têxe nava tevgerê û bi tekoşîna civakê û bi pêşemgiya jinê, pergala serwer û zalim hilweşîne. Di heman demê de bi hilweşîna pergala serdest û mijokdar, re pergala yekîtî û wekheviya gelan ava bike, ku ew jî pergala KCK’ê, Konfedralizma Civaka Demkratîk a li ser bingeha azadiya jinê bide avakirin. Em wek rêheval û şagirtên Rêber APO, ji bo hevaltiya xwe ya kêm rexnedayîna xwe didin û soza bilindkirina tekoşînê didin. Tekoşîna me wê li ser bingeha azadiya Rêber APO ya fîzîkî be û hemû hewildanên me, bi armanca ku em layiqî keda Rêber APO û şehîdan bin û em xwe bighînin hevaltiya kamil ya ku Rêber APO behsa wê dike û wî bi fîzîkî azad bikin.