Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

komçîroka Zeferat Ela Ersîfet Elxewf a Diîa Iskedner, hat îmzekirin

11/02/2024
in Uncategorized
A A
komçîroka Zeferat Ela Ersîfet Elxewf a Diîa Iskedner, hat îmzekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo
Komçîroka nivîskar Diîa Iskender a bi navê Zeferat Ela Ersîfet Elxewf li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, HRRK’ê ya li bajarê Qamişlo hat îmzekirin.
Îro bi serpereştiya HRRK’ê Diîa Iskender berhema xwe ya bi sernavê Zeferat Ela Ersîfet Elxewf bi amadebûna gelek nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, û kesayetên cuda bi çalakiyeke wêjeyî îmze kir.
Pirtûka Iskender ji 23 çîrokan pêk tê, her çîrokek jê desthilatdarî û îşkenceya ku li Rojhilata Navîn li ser gel, rewşenbîr û rikberên desthilatdariyê tê kirin, bitaybet a hikumeta Sûriyê, vedbêje. Herwiha beşek ji çîrokên ku ev pitûk hildigre nava xwe, li ser bûyerên ku bi nivîskar Diîa re çêbûne û beşê din jî çîrokên cuda ne û Iskender li ser hin kesayetên din in.
Dîroka rêzebûyerên çîrokên di vê pitûkê de, vedigerin dirêjahiya 65 sal berî niha, bi taybet piştî yekîtiya di navbera dewleta Misr û Sûriyê de û encamên wê.
Pirtûka Diîa bi zimanê erebî ye, ji aliyê Weşanxaneya Şilêr ve hatiye çapkirin û îro di çalakiyeke wêjeyî de hate belavkirin.
Di destpêkê de hemû kesên beşdar xuleyeke bêdengiyê li ser giyanê şehîdan rawestiyan. Axaftina destpêka çalakiya îmzekirinê ji hêla HRRK’ê ve hate kirin û piştre nivîskarê komçîroka Zefat Ela Esrîfet Elxewf di derbarê nasandina berhema xwe de axivî û wiha got:“Di destpêkê de ez sipasiya HRRK’ê dikim ku derfeta îmzekirinê da ku ez îro berhema xwe bidim îmzekirin. Ez dixwazim berî hemû tiştî di warê navlêkirina vê berhemê ya bi navnîşanê xewf ango tirsê de biaxivim. Min gotina tirsê bikar aniye ji ber ku naveroka berhemê li ser tirsa hemû gelên Sûriyê ji desthilatdariya Şamê vedibêje, bi taybet jî tirsa piştî kirîza Sûriyê. Min çîrokên xwe û hemû kesên rikberê desthilatdariyê û tirsê ji desthilatdariyê anîne ser ziman. Min berî niha dixwest vê berhemê çap bikim, lê ji ber ku ez li herêmên di bin desthilatdariya hikumeta şamê de bûm, min nikarîbû çap bikim. Lê piştî ku ez hatim herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfeta çapkirina wê çêbû û min bi saya Rêveberiya Xweser da çapkirin û va ye bi beşdarbûna we îmze kir.”
Piştre jî girêdayî jiyan û komçîroka Diîa Iskender nîqaşek di navbera wî û kesên beşadar de çêbû. Herî dawî hejmarek ji pirtûkan ji hêla Iskender û cîgirê HRRK’ê ve hat îmzekrin û li kesên hazir hatin belavkirin.
Diîa Iskender jî nivîskarekî sûrî ye, di sala 1957’an de li Laziqiyê ji dayîk bûye. Herwiha Diîa beşa Mafnasiyê li Şamê xwendiye û ji destpêka 40 saliya temenê xwe ve mijûlî nivîsandina çîrokan bûye û xebata xwe ya çîroknivîsînê didomîne. Ew niha di nav xebata rojnamegeriya Ajansa ANHA’ê kar dike û ji destpêka sala 2021’ê ve li Qamişlo dijî.
Hêjayî gotinê ye ku komçîroka Diîa Iskender pirtûka herî dawî ji 3 berhemên çapkirî ne û ev komçîrok di sala 2023 hatiye çapkirin,. Di heman demê de 7 berhemên din hene, ji nav wan berheman dîwanek û romanek jî heye, lê ev 7 berhem tev destnivîs in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.