Rojnameya Ronahî

Kewgîrvano

Sîpan Şînda

 Wey wey wey wey….

Wey lê te sibe ye mela li ber bangdanê

Wey lê Xwidê mala melê xira bike, wey li min, mela xwestibîn dîwanxanê

Wey lê Xwidê mala melê xira bike, tu fitwa nedanê

Wey wey wey wey lê kewgîrvano, kewgîrê Mîro,

Wey lê şev û rojê seb xatirê min heramê bî êxsîro

Dilketin ne zagonan, ne rêgezan, ne statûyan, ne irf û edetan, ne dûrî û nêzîkiyê, ne pîrbûn û ciwaniyê, ne qewm û eşîran, ne nijadan, ne xîzanî û dewlemendiyê nasdike. Dema dil kete yekê, ew nabêje ew keç e yan jin e, jinebiye yan bîke, xort e yan bi jin e, pîr e yan ciwan e, feqîr e yan dewlemend e. Ew agirê dikeve di nava dil de, qet na vemire, tu çiqas avê lê bikî, tu çem û robaran berdî ser, barana payîzan li ser de bibe lêhî, berfa çile û kanînê li ser de bibare û şape jî li ser de bê qet nikare bi temirîne. Ew agirê evînê ye û her û her geş dibe, gurr dibe, pêta wî bilind dibe diçe li ber perên esmana.

Strana Kurdî li ser stûnê evînê hatiye danîn. Dema mirov berê xwe dide strana Kurdî ya dengbêjiyê, di bingehê wê de hijêkirin heye û ew li ser evînê bilind û mayînde bûye. Dengbêjên Kurd ji dema destê xwe xistine di bin guhê xwe de, çi tixûb nasnekirine û tişta hatî li ber devê wan gotîne. Her çend civaka Kurd cikakek gerdîşperest û girtî be jî, berovajî vê yekê strana Kurdî vekiriye. Lê her çend ew erotîk be jî, ewqas bi hostayî hatiye hûnandin ku mirovên herî kevneşopperst û sofî jî aciz nake û wan mest dike. Heta ewqas bi bandor e, min dîtîye sofiyan di ber van stranên evîndariyê re selewat dayîn. Yek ji van stranên Kurdî yên klasîk ku li herêma Botanê hatiye gotin jê strana Kewgîrvano ye. Rehmetiya pîrika min gelek caran mesela strana Kewgîrvano ji min re gotîye. Digot kurê min, dibêjin Kewgîrvanek yê Mîrê Findikê hebûye û navê wî Şêxikomal bûye. Mîr du jin hebûne û dilê jinek ya Mîr dikeve Şêxikomal û evîndarê wî dibe. Paşê dilê Şêxikomal jî dikeve wê û evîna wan hingî roja paştir e mezintir dibe. Got êvarkê Mîr di kûçkê de got Şêxikomal sibehî here Çiyayê Çiravê kewan. Ji ber ku dibêjine kewên Çiyayê Çiravê kewên gozel in û gelekî spehî ne. Dema ew dixurin, dengekî az û zîz derdixine. Ew ji dibêje bila ezbenî. Roja paştir Şêxikomal dimîne di xew de û dereng dimîne ku sibê zû biçe Çiyayê Çiravê kewan. Ew jî hema diçe cihekî nêzîk du kewan digire û tîne ji Mîr re. Lê belê Mîr kewên Çiyayê Çiravê nasdike û dibêje ev ne kewên Çiravê ne û min gotibî te min kewên çiravê ji te divê ne. Tu çire ne çûyî kewên çiravê? Ew jî dibêje Mîrê min ez di xew de mam. Piştî wê Mîr li wî dikeve şigê û teqîba wî dike. Yek tê ji Mîr re dibêje ku jinek ya wî Şêxikomal bûne evîndarê hevdû. Mîr dîsa şevekê dibêje wî sibe here kewên Çiyayê Çiravê ji min re bîne. Ew jî dibêje bila ezbenî. Lê dîsa ew çûye cem evîna xwe û li ce wê di xew de dimîne û xizmetkarên Mîr jî têne derî li ser wî û jina Mîr de digirin e. Piştî ew di mezela jina Mîr de tê girtin, ewî di Kelha Findikê de tavêjin û dikujin e. Dengbêjên herêmê jî texsîr nakine û strana Kewgîrvano li ser evîndariya herduyan dibêjin e.

Wey wey wey wey….

Wey lê Kewîgorvanoooo wey lê Kewgîrvanê Şerefîyê

Wey lê te Ribat avête erdê lê lê lê…, wey lê celebûk avête guhikê vê devîyê

Wey lê şev desta Şêxikomalê min xweş bîne li ser sing û berî bedenê min sitîyê

Wey wey wey…. lê

Wey lê deriyê Siyarê wê bi sinsil e

Wey lê Mîrza li Sitîyan lê miqabil e

Bi Xwidê kin Şêxikomalê min nekujin

Wey lê işq û evînîka min û Şêxikomalê lê lê min ji dil e

Belê bê goman gelek evîndarîyên qedexe li welatê evînê hatîne jiyankirin; hinek bi dengê dengbêjan bilav bûne hetanî roja me hatîne û gelek jî di nava du dilan de mane û bi wan re çûne gorê.