Rojnameya Ronahî

Barîn Kobanê bû sembola berxwedanê

Deriya Çiya/Qamişlo

Barîn Kobanê bi lehengiyeke mezin cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girt û bi têkoşîna xwe pêşengtiya jinên Kurd ên azadîxwaz di dîrokê de neqişand.

Dişoreşa Rojava de ku bi navê ‘şoreşa jinan’ tê naskirin, gelek jinên berxwedêr berxwedana xwe derbasî nava rûpelên şoreşê kirin û li ser rûyê erdê parastina jin û civakê kirin. Yek ji wan jinan jî Barîn Kobanê ye bi êrişên dagirkeran ên li dijî Efrîn re, gelek çîrokên têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ketin nava rûpelên dîrokê. Barîn Kobanê jî berxwedana xwe li navçeya Bilbilê ya Efrîn pêk anî.

Jiyana Barîn Kobanê

Barîn Kobanê di sala 1994’an de li gundê Qern Kelbîn ê herêma El-Bab a gundewarê bakurê Helebê ji dayik bûye, tevî malbata xwe li bajarê Kobanê jiyaye, xwendina xwe ya navîn neqedandiye. Dema ku hêzên terorîst ên DAIŞ’ê derbasî herêma Kobanê bûn, malbata wê rastî tacîz û gefan hat, bavê wê revandin. Ji bo berdana bavê xwe fidye dan, malbata Barîn neçar ma koçî kantona Efrînê bikin.

Di raporekê de tê gotin ku şehîd Barîn beriya ku biçe şer wiha gotiye: “Berî ku ez tevlî Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bibim min tiştek li ser cîhana siyaset û têkoşîna leşkerî nizanibû, lê piştre min fêm kir ku azadiya min bi azadiya welatê min re dest pê dike”.

Piştî ku êşa jinên êzidî dît tevlî nava şervanên YPJ’ê bû’

Di sala 2013`an de çeteyên DAIŞ`ê derbasî gundê Barîn Kobanê dibin. Barîn tevî malbata xwe ji gund koçber bûn û li Kantona Efrînê bi cih bûn. Piştî ku Barîn Kobanê jinên êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li Şengalê hatibûn revandin, dibîne ku wan jinan xwe ji nava destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiribû û xwe gihandibûn herêma Efrînê ya ewle. Piştî komkujiya Şengalê, sûîqast û dîlgirtina jinan, Barîn di bin bandora van komkujiyên li dijî jinên Êzidî de ma. Ji bo tolhildana wan bi dilxwazî di sala 2014’an de tevlî YPJ’ê bû. Tevlîbûna wê ya YPJ’ê piştî ku çeteyên DAIŞ’ê gundên wan Qer Kebîn a herêma Babê dagir kirin pêk hat. Lewma wê demê wateya parastina xaka xwe û bi gelê xwe re rawestiya, feraset û nirxên azadiya demokratîk pêk anî û li Kobanê û Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer kir. Bi destpêkirina êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ku di 20’ê çilê destpê kir, Barîn wekî hezaran şervanên jin cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girt û tevlî berxwedana li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê bû.

Şehadeta Barîn Kobanê

Barîn bi hemû cesareta xwe di 2’ê Sibata 2018’an de di 23’ê saliya xwe de li Efrînê, bi çalakiyekê li gundê Qornê ya navçeya Bilbilê çembera ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser komek hevalên wê pêk anî şehîd bû. Piştî şehadeta wê çeteyên dewleta Turk bi awayekî hovane bi laşê wê lîstin û wêneyên laşê wî yê perçekirî ku li ser torên civakî ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatin weşandin, ev wehşiyet li tevahî cîhanê deng veda. Barîn di çalakiya xwe ya qehremanê de karîbû çemberê li ser hevalên xwe bişkîne. Barîn bû sitûnê tekoşîna Berxwedana Serdemê û bû hêviya hemû jinên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn, êdî Barîn ji bona cîhanê tevahî bû sembola tekoşîn û berxwedanê.

Mijareke ji hovîtiyê wêdetir

Dema ku ferd di civakên xwe de dibin sembol, ev tê wê wateyê ku ew ji bîreweriya asayî ya ku ji bo aktîvkirina wê pêwîstî bi teşwîqkeran heye, derbas dibe, ji ber ku ew ji bo mirovên civakê dibin nimûne û wateya rastîn a jiyanê ev e. Barîn Kobanê jî navekî bêmirine. Ji ber ku ew bû sembola tevahî jinên jîhanê.

Girêdayî hovîtiya ku li ser jinan tê kirin Hani Al Dhaheri li ser malpêra Navenda Rojnamegeriya Bêsînor nivîsî: “Ev hovîtî di cîhana nûjen de ji bilî navê xwe yê rast nikare cihê lingê xwe bibîne, weke komkujiyên ku giyanan nefret dikin û laş dişewitînin. Ji ber vê yekê ya ku ew difikire îro hilgirê zihniyeta hovane ya kevin di şerekî ku bi zimanê serdemê windabûn e. Têkçûneke exlaqî ye û derketina heqaretê ye ji deriyê piştê mirovahî û cîhana şaristanî.”

Gotara rojnamevana Tûnisî Assia Al-Atros ku di 6’ê Sibata 2018’an de di rojnameya “Raî El-Yûm” de bi sernavê “Laşê Barîn Kobaniyê…an Bermahiyên Welatan di Mezadê de” hatiye weşandin. Tê de wê got: “Berî her tiştî, ez qebûl dikim ku min cesareta şopandina bûyerên vîdeoyek hovane ya komeke ji Cinawirên ku cil û bergên mirovan li xwe dikin jî nîn e. Cenazeyê Barîn Kobanê şehîda bêhiqûqiya edaleta bêhêz a navneteweyî  ji teşhîsa nexşeyê pê ve ne tiştekî din e. Ji cîhana me ya erebî.

Rojnamevan Asya zêde dike, “Vîdyoya belavbûyî ya termê şervana Kurd ya ku hatiye destdirêjîkirin, hema rastiya tevahiya herêmê radixe ber çavan. Piştî ku ketiye ber destwerdan û hesabên hevrikên xwe. Barîn Kobanê şervana ku laşê wê ji aliyê deh çeteyê ji bo destdirêjiyê kom bûne, tenê yek ji wan dîmenan e ku  hovîtiya mirovan piştrast dike. Helbet Operasyona dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji berpirsiyariya tiştên ku qewimîn nayê dûrxistin û di rastiyê de ev berpirsiyariya ku ji sînorên biryara Tirkiyê ya destwerdana li Sûriyê derbas dibe, ku îro bûye navenda dagirkeriya piralî û bazariya gelan tê kirin.ku li ser pêşeroja