Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîşa li ser Şengalê li dijî jinan pêk hat

02/08/2018
in ROJEV
A A
Êrîşa li ser Şengalê li dijî jinan pêk hat
Share on FacebookShare on Twitter

Çalakvana TJA Ayşe Gokkan, diyar kir ku êrîşa DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê pêk hat, li hemberî berxwedana jinan peyamek bû û got: “Êrîş û polîtîkayên 5 hezar sal ên li ser jinan, bi fermana 73’yemîn a li ser gelê Êzidî, carek din hat dubarekirin.”
Êzidiyên di serdema Împaratoriya Osmaniyan û Serokê Dewletê yê Iraqê Saddam Huseyîn de rastî komkujiyên bêhejmar hatin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de rastî komkujiya 73’yan hatin. Piştî DAIŞ’ê di 10’ê Hezîrana 2014’an de Mûsil dagir kir û şûnde di 15’ê Hezîrana 2014’an de jî Telafer dagir kir. DAIŞ’ê piştî dagirkirina van her du bajaran, vê carê jî berê xwe Şengalê û di 3’yê Tebaxa 2014’an de gelê Êzidî di komkujiyê re derbas kir.
Endama Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Êzidî yên bi Darê Zorê Hatin Desteserkirin û Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, di 4’emîn salvegera ferman 73’yan a li dijî Êzidiyan de, têkoşîna jinên Êzidî ya li dijî DAIŞ’ê nirxand.
OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ
Gokkan, diyar kir ku ligel ku Şengal dibin parastina hikûmeta Iraqê de bû jî, DAIŞ’ê bi çekên li Mûsilê bi dest xistin, êrîşî Şengalê kirin û wiha axivî: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişyar kiribû. Gotibû dê êrîşa yekemîn li dijî Şengalê be. Ji ber ku Şengal ne dijminê kesekê bû û şerê kesekê nekirbû, gelê herî lewqa dihat dîtin û bi vî awayî rastî êrîşan hat. Hêzên navneteweyî dizanîbûn DAIŞ dê êrîşî Şengalê bike, lê ligel vê yekê jî bêdeng man. Ocalan di şert û mercên girtîgehê de jî ev yek dizanî. Gelo çawa dibe ku hêzên navneteweyî nizanîbûn?
DAIŞ’Ê HEWL DA HÊZA XWE NÎŞAN BIDE
Gokkan, anî ziman ku êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê şerma hemû welatên cîhanê ye û wiha got: “Hikûmeta Iraqê û hêzên pêşmergeyên PDK’ê di dema êrîşê de, dest ji Şengalê berdan. DAIŞ’ê ji van polîtîkayên PDK û hikûmeta Iraqê hêz girtin û xwest bi êrîşa li ser Şengalê hêza xwe piştrast bike. Di vê êrîşa DAIŞ’ê de, bi taybetî êrîşên li ser jinan carek din derketin holê. DAIŞ’ê li Şengalê herî zêde êrîşî jinan kirin. Bi vê yekê xwestin peyam bidin cîhanê. Vê rastiyê stratejiya şerê DAIŞ’ê derxist holê.”
PEYAMA LI DIJÎ
BERXWEDANA JINÊ BÛ
Gokkan, da zanîn ku di hemû şerên cîhanê yên tên li darxistin de, jin weke ‘xenîmet’ tên dîtin û wiha bilêv kir: “Mînakên vê yekê di şerên cîhanê yê yekemîn û duyemîn de jî hene. Di êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de peyama di sedsala 21’emîn de tiştên bên jiyîn hebûn. Êrîşa DAIŞ’ê nayê wateya mexdûrbûna jinê. Ji ber ku berxwedan û têkoşînek mezin a jinan heye. DAIŞ’ê hemû polîtîkayên 5 hezar sal ên li ser jinan, li Şengalê pêk anîn. Jin li bazaran hatin firotin, rastî îşkenceyên pir xerab û tecawizê hatin û zarokên wan ji wan stand. Ev polîtîkayên 5 hezar salin li ser jinan tên meşandine. Ji ber vê, peyama li vê derê ji bo hemû jinên cîhanê hat dayîn ne ji rêzê bû. Bi vê peyam dan berxwedana jinan.”…MA

Post Views: 95
ShareTweetPin

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.