Sêyemîn xet, lêgerîna rastiyê ye, rastî di şoreşê de dikare bersiva xwe bibîne. Şoreş, gel e, guhertina ji jêr û ber bi jor ve ye, avakirina sîstema gelê demokratîk e!..
Kurdan, gavên cîhanî û însanî avêtine; bi ciddiyet di xeta sêyemîn de dimeşin. Riya şoreşê bi efsûn e, gelek kelem û astengî hene. Biqasî dijminên hundir nebe jî, dijminên hundir jî hene. Lewma, min behsa agir û ava di destên Selahaddîn Eyyubî de kir. Abdullah Ocalan jî, dilsoziya li gel “avê” nîşan da. Lê dijmin bi agir bersiv dayê.
Agir şer e, av aştî ye!.. Dewletên li ser xaka Kurdistanê hatine avakirin, agir bijartin e… Kujerên rastiyê ne!.. Kuştina rastiyê jî kuştina mirovahiyê ye.
Pîvana şarîstanî, modernîte û demokrasî, pirtûk in. Pirtûk nasnameey gelan e û neynika dema xwe be!…
Dagirkerên Kurdistanê pêşî nasnameya Kurdan kuştin. Bi girtina medrese-dibistanên Kurdî jî neynika pêşerojên Kurdan şikandin; şikandina neynika pêşerojan, paşeroja Kurdan kor dike.
Îro, pîvana şaristanî bûye teknîk, teknîk jî bûye hêza dewletî. Dewlet jî zor e. Hêza dewletî demokrasî nayîne, modernîtê jî di kirasê bazirganî de qebûl dike û hiquqê civakê kuştiye, hiquqê bazirganî serdest kiriye. Dema hiquqê civakê hate kuştin, terora dewletê dest pê dike. Vê terorê jî bi qanunan meşrû dikin; ti qanun nikarin zor û terora dewletê meşrû bikin.
4 dewletên li ser xaka Kurdistanê hatine ava kirin, bi nav komar in, lê otorîter in, otorîteya wan agir e, ne pirtûke , ne jî akademîk e. Lewma meşrûiyeta wan ya komarî, cumhuriye, cemahîrî di nîqaşê de ye. Cendirme ne!… Iran, di aliyê ferhengî de (sîstema mollayan hinekî kor kiribe jî), ji yên din cûda ye. Teva rejîmên zindan û dardekirinê ne!..
Li dijî Kurdan, hevkariyek egoîstş û di rengê faşîzmê de ava kirine. Bi bêşermî jî, ji demokrasî re serenadan dilorînin. Îdeala wan , tenê xwarina “mêweya memnû” ye. Ehl-î haram in û rrgumanên olî û neteweyî bikartînin. Ev jî îdeala faşîzmê ye.
Hîtler, di pirtûka “Şerê Min de”, dibêje, “ez gelê xwe, li hemberî Cihutiyê diparêzim”. Erdogan jî dibêje, “ji bo bekaa dewleta me”… Hitler, pirtûk şewitandin, Erdogan, her cûre sazî, weşanên kulutrî û civakî qedexe kirin. Yekî bi şewatê, yê din bi ferman û zindanê, erdek nikarokî, zigirî û agirî derdxiste holê.
Formula diyalektîkê yek e; herka çemê jiyanê û guhartin e. Şoreşa Başûr herka dîrokê û guhertin e. Bi Şoreşa Rojava re, gelan cîhanek nû dîtin, xwe naskirin, dewlet naskirin. Fêm kirin, “dewlet ne ji bo gelan, gel ji bo dewletê heye û kole ye”. Di serdema 4,. ya Roma de jî, şagirtên Îsa û şagirtên şagirtên Îsa, bi Roma dane qebûl kirin ku, ji bilî cîhana kole-efendî û zora şûr û qazoxan, rastiya rastî heye û ew jî rastiya gelan e. Heyecan, derfet, hêvî bû deriyekî nû û dengekî nû vekirin!…
Şoreşa Rojava ev heyecan, derfet û hêvî ye. Ji bo ku ev şoreş bibê “mabeda demokrasî” divê, hemleya pîrtûkan werê dest pê kirin. Dibistan, akademî bê pirtûk nabin. Sicîl-nameya şoreş e, av e… Av jî pirtûk in… Şoreşa, bê pirtûk nikare bibe ava agirkuj… Divê Şoreşa Rojava bi
pirtûkan werê xwedîkirin.
Atlasê mêjiyê Kurd jî hatiye dagirkrin. Divê eb mjiyê dgairkirî bi şerê gotinê werê rizgar kirin. Mêjiyê rizgarkirî bi xwe, bi kultur û hêza ferhenga xwe bawer e.
Rewşenbîrên Kurd, mixabin newerin bi navê rewşenbiriyê haraket bikin, ditirsin, tirsa wan, ji wan e, ji nekariya gotin û nivîsandinê ye. Divê her nivîskarê Kurd, bibê dînê nivîsandinê… Pirtûk, gotin wîandîn û har bike. Her pirtûka bi zimanê Kurdî , wê di destîniya paşerojên Kurdan de, bibe nefesek.
Medenî FERHO