Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja cîhanî ya zarokan

26/11/2023
in Uncategorized
A A
Roja cîhanî ya zarokan
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Roja cîhanî ya zarokan, rojek hatiye diyar kirin ku her sal ji bo hişyarî û bîranîna mafên zarokan tê pêşwazîkirin. Di sala 1925’an de cara yekem li Cinêvê di konfaransa cîhanî ya çavdêriya zarokan de, roja cîhanî ya zarokan hate diyarkirin. Di 1’ê Hezêrana sala 1950’yan de li gelek welatên sosyalîst ev roj hat pîrozkirin, armanca wê ji bo parastina mafên zarokan bû.

Komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja cîhanî ya zarokan di 20’ê Mijdara sala 1959’an de weke roja mafên zarokan pîroz kir. Ji ber ku piştî konferansa cîhanî ya Cinêvê tu roj nehatibûn diyarkirin, ji ber wê her welat li gorî pêwîstiyên çanda xwe roja zarokan pîroz dikir. Bi diyarkirina roja cîhanî ya zarokan re, welatên endamên neteweyên yekbûyî biryara parastina mafên zarokan dan. Herwiha bêyî cudahiya zayendî, reng, ol û reseniya neteweyî yan civakî, ji bo dabînkirina mafê soz, hezkirin, têgihîştin, xwarina pêwîst, çavdêriya bijîjkî û perwerdeya azad roja zarokan hate destnîşan kirin.

Di sala 1959’an de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 20’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Zarokan pejirandin, da ku li seranserê cîhanê bextewariya zarokan pêşve bibe û ji bo parastina mafên zarokan hevkariya navneteweyî teşwîq bike û ev roj ji bo bîranînê hate ragihandin.

Roja Cîhanî ya Zarokan her sal tê lidarxistin û ji bo hemû zarokên ku di şerên cîhanê de jiyana xwe ji dest dane. Li dijî kuştin, jehrîkirin û parastina mafên zarokan, di 20’ê Mijdara 1949’an de Federasyona Jinên Demokratîk a Navneteweyî, civîneke meclisê li dar xist. Li Moskowê nûnerên Çîn û welatên din bi hêrs sûcên kuştin û jehrîkirina zarokan ji aliyê emperyalîst û reaksiyonên welatên cuda ve eşkere kirin. Di civînê de biryar hat dayîn ku her sal 1’ê Hezîranê bibe Roja Cîhanî ya Zarokan. Festîvalek e ku ji bo parastina mafên zarokan li ser jiyan, lênêrîna tenduristî, perwerdehî û girtina zarokan li hemû welatên cîhanê, ji bo çak kirina jiyana zarokan û li dijî destdirêjî û jehrîkirina zarokan hatiye sazkirin. Heya niha gelek welatên cîhanê cejna zarokan destnîşan kirine.

Hêjayî gotinê ye ku zarok siberoja welat û hêviya gelan e. Her tim armanca hemû welatên cîhanê ew e ku ji bo hemû zarokan jîngeheke baş a malbatî, civakî û hînbûnê ava bikin û bi tenduristî û bextewar mezin bibin. Di 1’ê Hezîrana 1950’î de, mamosteyên ciwan ên Çîna nû yekem Roja Navneteweyî ya Zarokan destnîşan kirin. Di sala 1931’an de, Civata çînê 4’ê Nîsanê Roja Zarokan destnîşan kirin. Ji sala 1949’an û vir ve 1’ê Hezîranê bi awayekî fermî weke Roja Zarokan hatiye destnîşankirin. Di vê rojê de, dibistan bi gelemperî çalakiyên kolektîf organîze dikin. Zarokên ku 6 salî jî dikarin wê rojê sond bixwin ku tevlî Pêşengên Ciwan ên Çînî bibin û bibin Pêşengên Ciwan ên birûmet.

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.