Rojnameya Ronahî

Helbestvanê bi helbestê re çavê xwe vekir û mezin bû

Hemza Sêvo/ Qamişlo

 Ebûdê Mexso yek ji romannivîs û helbestvanên Rojava ye ku ji temenê zaroktiyê ve helbestên xwe bi xeyaleke kûr dinvîsîne. Mexso xwediyê 5 dîwanên helbestan û nivîskarê Romana Qelen a ku li ser jiyana kurdprewer Yûsifê Gulo hatiye nivîsîn.

Helbestvan, romannvîs û rewşenbîr Ebdilmecdê Mexso bi navê Ebûdê Mexso tê naskirin, ew di sala 1966’an de li gundê Dawidiyê ya girêdayî bajarokê Amûdê ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe û Bîrziravê xwendiye û ya navîn jî li Hesekê û Qmişlo qedandiye.

Di sala 1981’ê de, wî xwe bi xwe fêrî nivîsandin û xwendina bi zimanê kurdî kirye û dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Herwiha ji wê demê ve li bajarê Qamişlo dimîne. Piştî xwendina amadeyî  bidawî dike, derbasî peymangeha amadekirina mamosteyan dibe û tê de beşê taybet ya Perwerdekirinê dixwîne. Lê ji ber encamê karê siyasî di sala 1987’an de ew ji aliyê hikumeta Şamê ve ji peymangehê tê dûrxistin. Herwiha di sala 1989’an de hikkumeta Şamê bi hinceta ku Mexso karê siyasî û têkiliyan bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re dike, êrîşî mala wî kir û 37 helbestên wî jê standin.

Ebûdê Mexso ji bilî nivîsîna helbestê di gelek kovar, rojnaname û malperan de dinivîsîne. Hêjayî gotinê ye ku ew beşdarî gelek şevbihêrkên helbestî û festîvalan jî bûye; weke Pêşangeha Şehîd Herekol, fastîvala Osman Sebrî û hwd… . Di heman demê de jî Mexso yek ji damezrînerên Pêşangeha Şehîd Herekol ya pirtûkan e û niha jî hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran e.

 5 dîwan çapkirine

Ebûd Mexso ji zaroktiya xwe ve kar û xebatek bêhempa di warê nîvsa bi zimanê kurdî de daye meşandin û gelek berhem dane çapkirin, heta niha jî jimara dîwanên wî yên hatine çapkirin gihiştiye 5’an û wihane;

-Kulîlkên Zozanan di sala 2016’an de hat çapkirin.

-Vîn û Viyan  di sala 2018’an de hat çapkirin.

-Xemla welêt, di sala 2020’an de hat çapkirin.

-Zindana evînê di sala 2022’yan de hat çapkirin.

-Çavkaniyên jiyanê di sala 2022’yan de hat çapkirin.

-Pirtûka Romana Qelen di sala 2023’yan de hat çapkirin .

Xelat

Ebûd Mexso heta niha ji bo ked û xebata xwe ya di warê rewşenbîriyê de gelek xelat wergiritine, herwiha xelatên ku wergirtine jî ev in:

-Xelata Tevgera Civaka Demoqrat(TEV-DEM) 2016.

-Xelata Desteya Çandê ya herêma Cizîrê 2019.

-Xelata salane ya Seydayê Tîrêj ya herêma Cizîrê 2022.

-Xelata Yekîtiya Rewşenbîrên herêm Cizîrê 2022’an de.

-Xelata Desteya Çandê û Dîwana Wêjeyê ya pêşbirka Helbestê ya fastîvala Osman Sebrî 2023.

-Xelata şêwekar Wehîd Hiso ji bo Romana Qelen 2023.

Ebûd Mexso girêdayî jiyana xwe, nivîsîna helbest û romana Qelen ji rojnameya me re axivî.

 Min ji xwe pirsî, çima ne bi kurdî?

Mexso têkildarî helbestê di qonaxa zaroktiya xwe de wiha got: “Di qonaxa zaroktiya xwe de ez ne mîna zarokên gundê xwe bûm. Piraniya caran ez bi tena xwe dimam, li çol û derdora gundê Dawidiyê digeriyam. Min wê demê jiyana xwe ya taybet ku helbest û sitranan dagirkiribû, bi vî rengî diborand. Ji ber vê yekê jî malbata min û gundiyan tevan navê Ebûdê Dîn li min kirin, gihatş astekê ku ez neçar kirim ku min bibin gel şêx û melayan jî, lê ez ji xwe re bi wan dikeniyam. Piştî ku ez hatim Qamişlo ez derbasî çand, jiyan û civakeke nû bûm, jiyana min a li gund gelekî ji ya bajar cuda bû, li gundê me  her tişt bi kurdî bû. Lê li bajêr ez diçûm dibistana erebî û qedexe bû ku em kurd bi zimanê xwe biaxivin. Wê demê ez hişyar bûm û min ji xwe re got, çima ne bi kurdî?. Di wê demê de ez di maleke kirê de bûm û kurê wê malbata ku ez lê bûm, mamoste bû û Dîwanên Cegerxwîn li gel wî hebûn. Dema ku ji mal derdiket jî, min ew dîwan bi dizî tanîn û min bi riya wan xwe fêrî zimanê kurd kir. Herwiha piştî ez fêrî nivîsîn û xwendina zimanê kurdî bûm min hemû helbestên xwe yên ku li gund digotin, nivîsandin. ”

 Helbest ji bo Ebûd Mexso koka felsefeyê ye

Ebûd Mexso di derbarê helbest û nivîsîna wê de wiha anî ser ziman: “Helbest ji bo min koka felsefê ye û çi kesayetên ku bûne feylesûf, ji helbestê dest pê kirine. Helbestvan xwedî taybetmendiyekê di nav xwe de dihewîne ku xwedî hestên nizm û tenik in. Herwiha çi bûyera ku li pêşiya helbestvan çêdibe, bandorê lê dike û dike helbest. Ez jî wiha me ku dighêje astekê, ez ji ber helbestê rondikan dibarînim. Di 18’ê Adara 1985’an de, bi boneya pîrozkirina şeva Newrozê, min li bajarê Hesekê di ahengeke fermî de helbesteke xwe li gel Salihê Heyîdo û nemir Seydayê Tîrêj, xwend. Kêfa wan gelekî ji helbestên min re hat û wê demê Seydayê Tîrêj ji min re got“Ger hin kesên mîna te bi zimanê kurdiya latînî dinvîsin wê hertim zimanê kurdî bimîne parastî.” Ez hezkiriyê helbestê me bi taybet helbesta kilasîk a li ser pêlawazan, min dîwana xwe ya dawî jî tev bi terzê kilasîk nivîsandiye û di fastîvala Osman Sebrî ya 7’emîn di asta 2’an de derket.  Mijarên helbestên min li ser welat, şoreşên kurdan, şehîd, dijminên kurdan, Seydayê Cegerxwîn, YPG’ê YPJ’ê, Gerîla û hwd… in. Niha jî 5 dîwanên min yên helbestê hene û dîwaneke din bi navê Pêlname wê were çapkirin. Herwiha ez li ser pirtûkeke din jî kar dikim û wê naveroka wê li ser rola rewşenbîran di Şoreşa Rojava de be.”

 Qelen berhema guncaw ji bo pesindayîna Apê Yûsif e

 Romannivîs Mexso girêdayî  nivîsîna romana xwe ya bi navê Qelen wiha axivî: “ Ez û Yûsifê Gulo ji salên 80’î ve ji nêz ve em hev nas dikin. Pirî caran min pirsgirêk û êşa civaka xwe jê re digot û ew cihê çareseriyê bû û di heman demê de gelek caran ez di mijarên taybet de bi wî dişêwirîm. Apê Yûsif kurdperwerek bû, mala Gulo tev jî di pêşveçûna Şoreşa  Rojava, herwiha Tevgera Rizgariya Kurdistanê de xebateke bêhempa dane meşandin. Roja ku şehîd ket ez gelekî hestiyar bûm, ez ghaştim ser cihê ku lê şehîd ketî, tucaran ev bûyer ji bîra min naçe û her gava ku tê bîra min ez hêsran dibarînim. Şehadeta Apê Yûsif gelekî bandor li min kir û min gelek helbest li ser wî nivîsand, lê min dît ku ez nikarim bi helbestê maf bidimê. Lewma min roman weke bênvedaneke derbirînên xwe ji bo nivîsandin ked, xebat û kurdperweriya Yûsifê Gulo pejirand. Herwiha ,min berhema xwe ya yekem e bi navê Qelen weke rêzdarbûyîn û giranbuhabûna şexsê Apê Yûsif piştî du salan da çapkirin. Di heman demê de vê romanê coşek da min û  deriyê nivîsîna romaneke din li pêşiya min vekir. Niha jî ez dihizirim ku romanekê bi giştî li ser Şehîdên Kurdistanê binvîsînim. ”