Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di her tabloyekê peyamek cuda hate dayin’

22/11/2023
in Uncategorized
A A
‘Di her tabloyekê peyamek cuda hate dayin’
Share on FacebookShare on Twitter

Şêwekarên ku beşdarî 1’emîn pêşangeha wêneyan a li Kobanê bûn, qala wateya tabloyên xwe kirin û wiha gotin: “Di her tabloyekê de peyamek cuda heye.”

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji aliyê Hîlala Zêrîn ve 1’emîn pêşengeha wêneyan li bajarên Tebqa, Reqa û Minbicê hate lidarxistin. Piştî ku li van bajaran pêşangeh bi dawî, ev car li Kobanê pêşengeh hat lidarxistin. 26 şêwekar bi 48 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn. Şêwekar têkildarî wêneyên ku çêkirine, ji ANF’ê re axivîn.

Şêwekara bi navê Îlham Mihemed Îsa diyar kir ku ew beşdarî bi dehan pêşengehan bûye û wiha got: “Lê ev pêşangeh ku ji aliyê Kevana Zêrîn ve hatibû destpêkirin, min jî wek jinekê xwest bi tabloyên xwe têde cih bigrim. Bi sê tabloyan ez beşdar bûm. Yek kaniya Kurdan, çanda Kurdî û qada jina azad ku di wê qadê de jin azadiya xwe diyar dike, min xwest ez neqiş bikim.”

Şêwekara ji bajarê Reqayê Emel Etar jî anî ziman ku wê xwest bi tabloyên xwe peyamekê bigihînim civakê û got: “Tabloya min li ser dayîka şehîd diaxive, hêsrên wê, berxwedaniya wê di her warê civakê de nîşa dike. Peyama min di vê tabloyê de ew e ku em gelekî berxwedêr in.”

Şêwekara ji bajarê Tebqayê Seher Ebdilrehmen jî ev tişt got: “Ez bi du tabloyan tevlî bûm; min bi jin û zeytûn wêneyek neqiş kir û têde aştî diyar kir, ya din jî li ser zewaca zarokên biçûk. Wêne ji bo min jiyaneke cuda ye, ji zarokatî heta roja me ya îro weke rêhevalekî ye. min di gelek pêşengehan de bi tabloyên xwe reng û reng cih girtiye.”

Şêwekara bi navê Fatma Colo jî got min bi rengê jina aştiyê wêneya xwe neqiş kir û got: “Wêneya min li ser aştî, hezkirinê û jina azad hatiye neqişkirin. Di nava wê de jî cil û bergên Kurdî min neqiş kiriye. Di her tabloyê de jî peyamek û hestek cuda heye.”

Post Views: 49
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.