Di 27.Tîrmeha 2013an de bi serpereştiya istixbarata Tirkiyê çeteyên DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam, Lîwa El Tewhîd û neh togayên mîna “Azadî, Neviyên Selah El Dîn û Yûsiv El Azme yên girêdayî ENKS`ya îro” li Til Eran û Til Hasilê komkujiyek pêk anîn. Di encamê de bi dehan însanan jiyana xwe ji dest dan û bi dehezaran mirov koçber bûn. Beriya du salan li Qamişlo di heman dîrok û mehê de komkujiyek pêk hat. Dîsa armanc sivîlên Kurd û pêkhateyên Qamişlo bûn. Li wir jî destê saloxgeriya Tirkiyê hebû. Îroj li başûrê Sûriyê li bajarê Siwêda bêhna istixbarata Tirkiyê tê. Ango li kuderê terora DAIŞ hebe, sedî sed Tirkiyê heye. Evya dîroka aloziya Sûriyê û çîroka afrîneriya çeteyên DAIŞ û hemtayên wê di Sûriyê, Îraqê û herêmê de isbat dike. Neku em Kurdin vê gotinê dikin. Tam berovajî vê yekê, bi dehan bîner, belge û li xwe mukurhatinên endamên vê terorê diyar dikin ku li paş perdeya her karekî terorane saloxgeriya dewleta Tirk heye. Êdî hevalbendî û hemrewaniya Tirkiyê û çeteyan ne hewceyî lîgerîn û isbatan e.
Hejmara mexdûrên êrişên çeteyên DAIŞ li bajarê başûrê Sûriyê Siwêda 250 kesan derbas dike. Li gorî nûçeyên tên parvekirin zêdeyî nîvê wan sivîl in. Ev herêma komkujî lê pêk hatiye, demeke manşêta cîhanê û cihê itîfaqa Amerîka, Rûsya û Îsraîlê ye. Li başûrê Sûriyê landika (şoreşa Sûriyê) Deraa heye. Lê ev dergûş mîna hemû hemtayên xwe Heleb, Humus, Hema û Şamê di encama itîfaqa Amerîka-Rûsyayê û Tirkiyê-Rûsya de hate radestkirin. Gelê Siwêdayê, ango Dirûzên Sûriyeyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bi awayekî xweser xwe parastine. Him rejîmê û him jî rikberiyê gelek caran hewl dane bi riya provakasyonan derbasî wê herêmê bibin. Lê gelê Dirzî ku pêkhateyeke olî sedan salane li Rojhilata Navîn dijî, li gorî resentiya çanda xwe, xwe ji van hewldanên herdu aliyan parastiye û herêma xwe li dûrî vê aloziyê girtiye. Lê mixabin destê terora siyasî û berjewendiyên hêzên serdest ji bo ku itîfaq û projeyên xwe yên dijberî îradeya gelan li ser erdê tivî bikin, dirêjtir bû.
Çeteyên ku li bakur-rojhilatê Sûriyê li ser destên QSD derbên giran dixwin, ji nişkêve li başûrê Sûriyê zindî dibin! Di demeke ku mijara mawzubehs Idlib e, li Siwêda komkujî pêk tê! Di dema ku qala çareseriya siyasî tê kirin, dewleta Tirk li Idlib û Efrînê sînorên dagirkeriyê xêz dike û dîktatorê wê di zîrweya Birîks de qala dagirkeriya Afrîqyayê dike. Mutefîqên Tirkiyê yên weke Rûsya li herêmê digerin û behsa gerantiya vegera gelê Sûriyê yê derbider bûye dikin. Çawa dikare ev wêneya kirêt a aloziyê bê fêmkirin? Ma gelo ev çareserî ye yan ji nû ve dîzayînkirina hêzê ye? Çima di vê dema ku herêmên Sûriyê tên radestkirin de li Siwêda kokujî pêk tê? Rasthatina komkujiya Siwêda bi yên Til Hasil, Til Eran û Qamişlo re tesaduf e yan planekî terbiyaya pêkhateyên Sûriyê ye? Li gorî liv û tevgera hêzên mudexeleker û zivirîna goka terorê li ser axa Sûriyê, tê fêmkirin ku piştî heft salan ji aloziyê, ev hêz dixwazin ji nû ve gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve kedî bikin û bajon kozê desthilatdariyê. Dixwazin rê li ber zayîna projeya çareseker û îradeya gelan bigirin. Ji ber vê jî berê xwe dan herêma başûrê Sûriyê Siwêda ku bihneke vînê jê tê. Beriya Siwêda Efrîn bînerê terora siyasî ya
navdewletî bû.
Idrîs HENAN