Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Îsam di meşa çapemeniya azad e bû çira

22/11/2023
in Uncategorized
A A
Şehîd Îsam di meşa çapemeniya azad e bû çira
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Şehîd Îsam Ebdullah şeva 20’ê Mijdara 2022`an de, hemû metirsiyan li ber çavan girt û ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker di bin bombebaraneke dijwar a hewayî de ber bi gundê Teql Beqlêyê girêdayî navçeya Dêrikê ve bi rê ket û di dema belgekirina komkujiya Dêrikê de şehîd bû.

Di 20’ê Mijdara 2022’an, nûçegihanê Ajansa ANHA’yê Îsam Ebdulah dema ku berê xwe da gundê Teqilbeqlê ji bo ku bi kamireya xwe sûcên dewleta Tirk a dagirker tewsîq bike, ji aliyê dagirkeriyê ve hat hedefgirtin û şehîd bû.

Derbarê salvegera şehadeta rojnemevan Îsam Ebdullah, Edîtor û Nûçegihanên Ajansa ANHA’yê ji rojnemeya me re axivîn.

Edîtorê Ajansa ANHA’yê Sîpan Silo diyar kir ku şehîd Îsam Ebdullah ji bo ragehandina heqîqetê gihişt asta şehadetê û wiha got: “Di kesayeta rojnamegeriyê de şehîd Îsam Ebdullah ji bo dengê civaka xwe û rastiya dijmin ragihîne cihanê gihîşt asta şehadetê. Şehîd Îsam bi hemû hêza xwe ji bo gihandina rastiyê ji civakê re kar û xebat dida meşandin. Bi kamêre û pênûsa xwe rihê rojnamegeriya azad temsîl dikir. Helwestên wî yên li ser kar û xebatê, herwiha hewldanên wî yên ji bo zêdebûna pêşketina di warê rojnamegeriyê de ew kir rojnamevanekî serkeftî.”

‘Em soza berdewamkirina riya heqîqetê didin’

Sîban Silo di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdên çapemeniya azad da û wiha got: “Şehîd Îsam beriya şehadeta xwe gelek bîranîn ji me re hiştin, ji ber ku ew nûçegihanê Dirkê bû û ez jî edîtorê navenda nûçeyan bûm û di derbarê xebatê de em di nava peywendiyên berdewam de bûn. Têkiliya me bi hevaltiya ku li ser rêzgirtinê hatiye avakirin, bû. Evîna ku wî li dû xwe hiştiye di giyanên her kesê ku wî nas kiriye, têkiliya wî ya xurt bi derdorên xwe re û hezkirina wî ya ji wan re jî nîşan dide. Em di yekemîn salvegera şehadeta Îsam de wî û hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dûbare dikin ku hemû peymanên navneteweyî piştrast dikin ku hedefgirtina rojnamegeran sûc e û divê berpirsên wê bên cezakirin. Her wiha em soza berdewamkirina rêya heqîqetê bi şehîdên ajansa me; şehîd Îsam, Hogir, Rizgar û Dilîşan nû dikin.”

‘Şehîd Îsam tû carî nayê jibîrkirin’

Di heman çarçoveyê de Nûçegihanê Ajansa ANHA’yê Rinas Ramo jî da zanîn ku wî şehîd Îsam Ebdullah ji nêz de nas dikir û wiha got: “Şehîd Îsam di nava hevkarên me yên kar de dihat hezkirin, dilê wî ji bo xebatê lêdixist û hertim hewl dida ku medyaya Kurdî pêş bixe û ji civaka xwe nêz be. Her dem hewl dida ku kamere û pênûsa xwe bixe xizmeta civaka xwe. Şehîd Îsam fedakarê civaka xwe bû û ji bo me mînak bû, şev û roj kar û xebat dimeşand. Şehîd Îsam bi rihê hevaltiyê dihat naskirin û tucarî nayî jibîr kirin.”

 ‘Şehîd Îsam dilsozê gel û civaka xwe bû’

Di heman mijarê de edîtorê Ajansa ANHA’ê Kemal Necim jî axivî û wiha got: “Rojnamevan Şehîd Îsam Ebdullah, berî her tiştî mirovekî dilsozê jiyanê bû. Dema mirovek dilsozê jiyanê be, bê guman wê rêzê bide hemû regez û hêmanên jiyana xwe û jiyana derdora xwe jî. Dema ku hîna ciwan bû, li zanîngiha Şamê dixwend, ew dilsozê malbata xwe bû û ji bo ku barê malbatê sivik û carna jî alîkariyê bike wî di ber xwendinê xwe de kar dikir. Ew her dem dilsozê gel û civaka xwe bû.”

‘Şehîd Îsam bû pêşengê qada rojnamevaniya azad’

rpt

Kemal Necim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku Şehîd Îsam dest bi karê rojnamevaniyê kir, ew kar ji bo wî qadeke nû bû, ji bo ku di karê xwe de serkeftî bibe hin regez pêwîstbûn, mîna dilsozî, xwestek, vîn û ked, ev jî taybetmendiyên şehîd Îsam bi xwe bû. Lewma di demeke kurt de fêrî kar bû, her wiha bû sozdarê pêşengên qada rojnamevaniya azad. Her dem ew li cihê pêwîst bû û rastî radigihand. Bi heval û derdora xwe re jî dilsoz bû, ji wan fêr dibû û ew fêr dikirin.”

Post Views: 124
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.