Rojnameya Ronahî

Rêxistina Sara: Em ê roja 25’ê  Mijdarê bigihînin armanca wê

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê tevahiya rêxistinên jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi çalakiyan kirin. Rêxistina Sara li herêma Şehbayê tekez kir ku ew ê asta tîkoşîna li dijî tundiyê bilindtir bikin.

Zana Roj/ Şehba

25 ê Mijdarê weke rojeke cîhanî li dijî tundiya li ser jinê hatiye naskirin. Li hemberî zihniyet û piratîka tund ya ku ji sed salan ve li ser jinê tê meşandin, ev roj ji aliyê cîhana ku ew sedema vê tundiyê ye hatiye hilbijartin. Di vê rojê de tavahî rêxistinên parastina mafê jin, famînîst û jinên cîhanê dest bi çalakî û xwepêşandanan dikin. Tundiya li ser jin mijareke ku bi dîrokê ve girêdayî ye. Bi sedê salan jinên ku xwedawend bûn li ser dest hişmendiya rahib û sermayedaran  rola wan di civakê hat tepisandin. Jin di bin destê serdestan de tenê bibû amûra zayînê. Roja 25 ê Mijdarê jinên cîhanê li hember netew dewlet û hişmendiya wê ya derheqê jin de rabûn ser piyan. Jinên ku rastî tundiyê dihat ji Xwîşkên Mîrabel de bigire û hemû jinên bindest serî li hember vê tundiyê rakirin û banga wekheviyê kirin. Li ser vî esasî ev roj weke rojeke cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinê hatiye hilbijartin.

Têkildarî 25’ê Mijdarê  endamên Rêxistina Sara a Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê  Zêneb Xelîl û Tekoşîn Mihemed ji rojnameya me re axivîn.

‘Rêxistina Sara li hermber hemû jinan xwe berpirisyar dibîne’

Zêneb Xelîl di destpêkê de destnîşan kir ku Rêxistina Sara li hemberî tundiya ku li ser jinê tê meşandin hat avakirin û wiha got: “Li hember tundiya ku li ser jinê tê meşandin  hemû cîhan di nava bêdengiyê de. Jinê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û jin neketiya wê ferqê. Jin li her derê her deqê di çar aliyê cîhanê de tê kuştin, revandin, tecawîzkirin, işkencekirin û bikar anîn. Gelek rêxistinên parastina mafê jinê di cîhanê de hatine avakirin. Lê belê hîn jî civak ji zihniyeta xwe ya desthilatdar rizgar nebûye û jin dibe qurbaniya vê  zihniyetê. Rêxistina Sara ku li bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, weke aliyeke fermî li hember tundiya ku li ser jinê tê kirin xwe berpirisyar dibîne û hemû xebatên tên kirin ji bo azadî û parastina mafê jinê ye. Herwiha Rêxistina Sara ji bo hemû jinên cîhanê têkoşîna li hember tundiyê dide meşandin.”

Di koçberiyê de diyardeyên tundiyê

Zêneb anî ziman ku di rewşa koçberiyê û siyaseta ku tê meşandin de tundî li ser jinê zêdetir dibe û wiha domand: “Weke ku tê nasîn koçberî rê li ber gelek zehmetî û pirsgirêkên civakî û malbatî vedike, ne tenê di nava Kurdan de di giştî cîhanê de ev yek hatiye tesbîtkirin. Zehmetiyên jiyanê yê ku di asta yekemîn de di malbatê de tê kişandin, jin ya herî zêde dibe qurbaniya van zehmetiyan, di encamê de jin ji aliyê malbat, hevjî û civakê ve rastî tundiya laşî û ruhî tê.”

`Wê têkoşîna jina azad bê xurtkirin’

Tekoşîn Mihemed jî diyar kir ku di sedsala 21’emîn de divê jin ji tundî û desteserkirinê bê rizgarkirin û wiha got: “Jin xwediyê hebûn û destkeftiyên dîrokî ye. Hebûna wê di civakê de nîşaneya herî xweş û watedayîna jiyanê geş dike. Li hemberî zihniyeta sedê salan û bi berdewamkirina xeta têkoşîna jinê, divê di sedsala 21’emîn de tavahî cureyên tundaiya ku li ser jinê tên pêkanîn bên redkirin û têkoşîna jina azad ya ji bo hebûna xwe bê xurtkirin.”

`25 ê Mijdarê divê bigihêje armanca xwe`

Têkoşîn Mihemed bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo me her roj weke roja 25’ê Mijdarê tê dîtin. Divê hemû jinên azad yên xwedî helwest li hemberî tundiyê, têkoşînê bikin û her kêlî li hemberî zihniyeta ferzkirî bibin topeke ji agir û dîroka 25’ê Mijdarê bikin heqîqet.”