Rojnameya Ronahî

Genetîka dewleta tirk

Cîger Dilşad

Hem li Rojava hem jî li Başûr, derdorên nêzî malbata Barzanî bi zimanê dewleta Tirk dibêjin ku; “ji ber ku PKK li vire, dewleta Tirk êrîş dike. PKK nebe em ê ji êrîşên dewleta Tirk xelas bibin.” Mixabin hinek kesên ku dewleta Tirk baş nas nakin, bi wê gotinê dixapin!

Gava dîroka dewleta Tirk were lêkolîn kirin, an jî çavek were avêtin ser salên sazbûna vê dewletê, wê baş were dîtin ku genetîka dewleta Tirk li ser dijberî û înkarkirina sê rastîyan hatîye avakirin.

1-Înkarkirina mislimanên rastîn; di salên destpêka sazkirina komara Tirk ne bi tenê Kurdên misliman komar û zagonên wê yên ku rastîya gelên Anatolyayê û Mezopotamya yê  ji binî ve radikir, serî rakirin. Herwiha Tirkên li bajarên mîna Konya, Yozgat û Kayserî yê( pişt re netewperestîya Tirk herî pir li van sê bajaran hate pêşxistin, niha jî faşîzma AKP`ê herî zêde ji sermayeya kesk ku li wan her sê bajaran hatîye pêşxistin piştgirêyê digire) serî rakirin, lê bi hovîtîyeke mezin hatin beralîkirin. Încax wekî ku bi tenê Kurdan Şêx Saîd komar qebûl nekirî serî rakirî, raber dikin. Dewsa mislimanên rasteqîqî, mislimanên sexte ku mînaka wê ya herî dawî jî AKP`ê şefê faşist Erdogan e.

2-Înkarkirin û qetilkirina demokrat û sosyalîstan; Mistafa Subhî û 14 hevalên wî ku di behra reş de hatin fetsandin û ji wê rojê de her şoreşger, sosyalîst û demokratên Tirk hatine kuştin Mahîr Çayan û hevalên wî, darvekirin mîna Denîz, Huseyîn û Yusif, an jî di zîndnê de bi îşkengeyek mezin hatine qetilkirin Îbrahîm Kaypakkaya. Ev sîyaseta dewleta Tirk heta îro jî nehatî guhartin. Şûna wan yên mîna Taner Akçan û sosyalîstên çêkirî dagirtin. Ku bi tu awayî nêzî Kurdan nebin. Ji xwe li welatekî mîna Tirkîyê ku bi şerê taybet hatîye sazkirin Kurd, Tirk û gelên din nebin yek, pêkanîna şoreşê zehmetir dibe û sedsalê ku derbas bûye jî têra xwe ev rastî peyitandî.

3-Qirkirina Ermenîyan, Aşûrîya û Kurdan; ji ber ku gelheya Kurdan pir zêde bû, bi yek carê wekî ku bi Ermenîya û Aşûran kirin, nikarîbûn vê yekê bînin serê Kurdan. Qirkirina Kurdan li demê belav kirin. Piştî Şêx Saîd, Agirî, Sason, Beytşabab û Dêrsimê qirkirina spî kirin bingeha sîyaseta tunekirina Kurdan. Yanê înkarkirina rastîyên gelan. Desthilatdarên dewleta Tirk di sedsalîya komarê de heta astekî mezin xwe ji Ermenîyan û Aşûrîyan xelas kirin, mislimanên sexte yên bi destê dewletê avakirine, wekî pelê mêwê yê ku eybên desthilatan vedişêre, binixumîne, derxistin holê û bi rêya wan deng û wicdanê civaka misliman heta dawîyê ji xwe re bi kar anîn û hêj jî tînin. Ji hêla din ve sosyalîst û komonîstên çêkirî derxistin û ew jî ji xwe re wekî plên mêwê bi kar anîn û hêj jî gelekan bi kar tînin. Bi tenê Kurd mabûn! Bi derketina Rêber APO û PKK re Kurdên li ber sekaretê serî ji gora ku piştî îsyana Agirî yê ku li ser Kurdistan li hatî bin ax kirin,serî rakir û plana dewletê ya ku di sedsalîya komarê de ji xwe re wekî armanc tunekirina Kurdan danîbûn, lê vala derket. Jixwe faşistê Tirk yê bi navê Denîz Baykal, kirasê demokratên sosyal li xwe kiribû, bi awayekî vekirî digot; ‘tam me yê sazbûna netewe dewleta xwe temam bikira APO wekî bela derket holê, APO derneketa, me netewbûyîna xwe temam dikir. Bê guman netewbûyîna ku Denîz Baykal qalê dike, temamkirina qirkirina Kurdan bû. Jixwe heger Kurd li Bakurê welat bihatana tunekirin, Kurd li parçeyên din jî nediman! Ev, rastîyeke! Çimkî gelheya Kurdan herî pir li Bakur e û navenda sîyaseta Kurdistanê ye. Ji hêla din ve dewleta Tirk her dixwaze Mîsakî Millî bi cih bîne. Ango Rojava û Başurê Kurdistanê têxe nav sînorên xwe. Daxwaza dagirkirina Rojava û Baurê welat her tînin ziman û vekirî jî bi lêv dikin.

Di salên 1950’îyan de wezîrê karên Derva yê Tirk Îhsan Sabrî Çaglyangîl  gava diçe Misirê ji serokomarê Misirê Cemal Abdulnasir dixwaze ku radiyoya Kurdî bigrin, li ser daxwaza wî, C.  Abdulnasir dipirse; ‘ma Kurd li cem we hene?’ wezîrê Tirk dibêje; na C. Abdulnasir dibêje ‘naxwe Kurd li cem we tunene, pirsgirêk tune ye.’ Lê, wezîrê Tirk di daxwaza xwe de israr dike. Yanê di wan salan de ne Rêber APO ne jî PKK hebûn, lê bi ta li Misirê radîyoyeke bi zimanê Kurdî weşanê dike, dîsa jî dewleta Tirk qîma xwe nayne ku li wir bi zimanê Kudî tiştek hebe. Çimkî genetîka vê dewleta faşîst li dijî hebûneke Kurd hatî strandin. Gava li ser rûyê dinyayê sazîyek, komaleyek hema çidibe bila bibe were avakirin, dewleta Tirk tunebûna xwe tê de dibîne. Her tiştî dide bi tenê bila Kurd nebin xwedî tiştekî.

Malbata Barazanî ku, berê hinekî sergirtî  îxanet li Kurdan dikir, niha tam bi awayekî vekirî dike, di 25`ê Îlona 2017’an de malbata BarazanÎ xwest reforandumekê çê bike, di serî de yê ku got; ‘bi tu awahî em nahêlin ku dewleteke Kurdan were saz kirin’ dewleta Tirk û şefê wê yê faşist Erdogan bû. Hema bi dewleta Iraq’ê û Îran’ê re dest bi sînor girtinê kirin û gefên êrîşkirina başurê Kurdistan’ê li BARZANÎ’yan xwarin. Yanê dewleteke şoleker be jî, lê navê wê”dewleta Kurdan” be, dîsa qebûl nakin. Lê belê ji ber ku MALBATA BARZANÎ ji navikê ve bi dewleta Tirk ve girêdayî ye, ders jî dernexist û li pişt perdan bêyî ku şerm bike, dibêje; ”PKK asteng kir” halbûkî rêveberên PKK`ê pir zelal helwesta xwe dîyar kirin û berîya artêşa Iraq’ê êrîş bike, rêveberîya Başûr biryara terkirina heremên ku Iraq’ê dixwestin distînin û bêyî ku agahîyê bidin gerîlayên azadîyê direvin û gava dewleta Iraq’ê êrîş kir,gerîlayên azadîya Kurdistan’ê yên herî dawî ji Kerkukê paş ve vekişîyan bûn.

Ji hêla din ve dewletoka ku îro li başur heye, xêra têkoşîna PKK’ê ye. Çiqas PKK`ê xurt bû û li çar parçeyên Kurdistan’ê bala gelê Kurd kişand ser xwe û li bakur serhildanan dest pê kir, bi perspektîfa DYE û Îngiltere Tirkîyê dengê xwe ji sazbûna dewletoka başur re dernexist. Perspektîfa DYE û Îngiltere li gorî konferansa Qahûre bû ku di wir de derbarê Kurdistanê de çar biryarên giring hatibûn standin û yek ji wan çar biryaran ew bû ku; ”heger roj hat û me nikarî avabûna Kurdistan’ê asteng bikin, em ê Kurdistan’ek kukla,(yanê di bin serwerîya me de be) saz bikin. Ev e bi serhildanan re dîtin ku wê Kurdistan’ek dervayî wan were saz kirin û nikarin PKK`ê têxin bin serwerîya xwe, dewletoka başur saz kirin.

Bi kurt û kurmancî; hebûna gerîlayên Azadîyê li ser axa başur ne sedeme ku dewleta Tirk êrîş bike. Ew gotin,propaganda ya navenda şerê taybet ya dewleta tirk û MALBATA BARZANÎ ye. Pir zû darvekirina Ebdulselam BARZANÎ ji bîr kirin!

MALBATA BARZANÎ li pêşberî çapemenîyê şalûşepik li xwe dikin, bi zimanê Kurdî jî diaxifin, ew jî ji bo zapandina Kurdên nezan e! naxwe tu têkilîya MALBATA BARZANÎ bi Kurdîyetê re tune ye.

Belê, mesele ne hebûna PKK’ê ye. Mesele genetîka dewleta Tirk e. Ku Kurdek li ku devera cîhanê be, divê tu mafê wan tune be. Serokomarekî Tirk wiha gotibû; ”kî ji we re bêje tu Kurdî, tifî ser çavên wan bikin” yanê Kurdbûnî ewqas pîs û  xirab nîşan dida.

Erê Rêber APO û Tevgera Azadîyê hemû planên dewleta Tirk xerab kirin. Rê li ber qirkirina Kurdan girt û îro li ku û çi destkeftîyeke Kurdan hebe, derketibe holê encama têkoşîna Rêber APO û bi xwîna gerîlayên azadîya Kurdistan’ê derketine holê. Ji lewra dewleta Tirk li dijî Rêber APO tecrîdeke di asta qirkirinê de pêk tîne. Tola xwe ji Rêber APO digirin. Lê pêngava ku ji hêla dostên Kurdan û dilsozên paradîgma Rêber APO ve di 10’ê cotmeha 2023’an li çar alîyên cîhanê di bin dirûşmeya ;”JI RÊBER APO RE AZADÎ,JI PIRSGIRÎKA KURD RE ÇARESERÎYA SÎYASΔ hate dest pê kirin,bersiveke dîrokî ye ji hêzên komploger,dewleta Tirk û MALBATA BARZANÎ re. Li me Kurdan jî ma ye ku em wê pêngavê bigihînin encamê.

Di şûna gotina dawî de; divê em bizanibin ku, neyar êrişekê kir,ew welatparêz û dilsozê/a doza gel e! Îro herî pir êrîşî Rêber APO tê kirin, ji MALBATA BARZANÎ re jî xelîçeya sor tê raxistin. Yê/a bi namûs bi tenê vê yekê bîne ber çavên xwe,wê rastîya şerê taybet û derewên MALBATA BARZANÎ bibîne û bi gotinên wan nexape! Divê em ji bîr nekin ku, heger mirov xwe bi xwe nexapîne, zû bi zû kesek nikare wê/wî bixapîn e! Îxaneta MALBATA BARZANÎ ewqasa vekirî derketî holê ku kesên kor jî dikarin bibîn in!