Rojnameya Ronahî

Enternasyonalîzma Apogerî

Cîger Dilşad

PKK’ê li gorî şert û mercên Kurdistan’ê yên salên 1970’yan û îdeolojîya sosyalîzma pêkhatî bi rihekî enternasyonalîst;keljandina gîyanê Rêber APO û hevalê Heqî Qerar û Kemal Pîr  hatibûn damezrandin û avakirin. Her çiqas di wê heyamê de partîyên sosyalîst pêdivî didîtin ku xwe bi Sovyetê, Sîn’ê, an jî bi Enwer XOCE ve girêbidin û ev yeka wekî pêdivîyeke îdeolojîk dihate şirove kirin jî, PKK’ê bi pêşengtîya Rêber APO qet xwe bi tu cîhî ve girêneda. Rêber APO pir baş dizanî ku mirov, an jî rêxistinekî ve were girêdan mecbûre ku li gorî navenda ku pê ve hatî girêdan sîyasetê bike û têbikoşe. Rêxistina ku bi navendekê ve hate girêdan, di bingehê de hefsarê xwe dide dest wan û bi awayekî objektîf dev ji pêkanîna program û stratejîya xwe ber dide. 20 salan li Surî û Lubnan’ê ma, lê her serxwebûna sîyaseta xwe parast. Bingeha diplomasîyeke Kurdistan’î  ya bi rûmet avêt.

Ji ber ku pêxîrtengîya Modernîteya Kapîtalîst herî pir di dilê Rojhilata navîn kûr bûye, têkoşîna PKK’ê li ser navê mirovahîyê xwedî wateyeke mezin û dîrokî ye. Ji xwe enternasyonalîstê mezin hevalê Kemal Pîr ;”Ez di Şoreşa Kurdistan’ê de azadîya gelan dibîn im”,rastîya PKK’ê pir baş û vekirî bi lêv dike.

Her çiqas hewldanên Rêber APO ji boyî sazkirina enîyeke sosyalîst li dijî faşizma Tirk çêbûn û qet kêm nebûn jî, lê ji ber ku rêxistinên çepgir yên hebûn tev jî ji navikê ve bi dewleta xwe  ve girêdayîbûn, ango şovenîstbûn, encama ku Rêber APO dixwest bi dest nexist. Hewldanên di avakirina enîyeke Kurdistanî de jî ji ber ku ew jî zarokên komperador an jî ji zarokên çîna birjwazî dihatin zêde encam neda.

Li gel hewldanên Rêber APO yên ji bo sazkirina enîyên têkoşînê, lê hewla Rêber APO ya bingehîn xwe gihandina civakê bû. Heta salên du hezarî, ango heta berîya Zayîna Sêyemîn, ji gelek netewan kesên enternasyonalîst yên mîna hevalê Ezîz Ereb, Rojbîn Ereb, Ronahî Alman tevlî PKK’ê bûn û bi lehengî şer kirin û li çîyayên Kurdistan’ê gihan şehadetê.

Încax piştî komplo ya navdewletî, Rêber APO bi guhartina paradîgmayê re asyoyeke nû di sosyalîzmê de vekir. Mijara dewletê, çîn û zorê de tevgerên sosyalîst û bi wan re jî civak ji çembera serdestan ya ku bi destê rehîbên Someran hatibû hûnandin, derxist. Her wiha bi nêzîkbûneke ekolojîk û demokrasîya ku di navendê de jina azad heye, bi temamî hişmendî da guhartin. Bi kurtasî bi paradîgma Modernîteya Demokratîk re enternasyonalîzma ku di PKK’ê de hebû gihand lûtkeyê û PKK’ê bi temamî bû tevgereke enternasyonalîst.

Her çiqas PKK’ê di mercên Kurdistan’ê de têdikoşe jî, di bingehê de li dijî hemû hêzên emperyal têdikoşe. Rêber APO ;”dewleta Tirk dijminê tektîkîye, dijminê stratejîk yê hemû dewletên emperyalîst e. Pergala kapîtalîst bi tevahî yê ”digot. Ji xwe gava mirov li dîroka têkoşîna PKK’ê binêre, mirov vê rastîyê baştir dibîne. Serokê artêşa Tirkî  yê ku teqaud bûyî, lker BAŞBOXA digot”me 5 caran PKK’ê qedand, lê PKK’ê dîsa xwe nûh kir.” Ev, berevajîkirina rastîyê ye. Rastî ew e ku, PKK’ê  ji sala 1984’an û heta niha deh caran dewleta Tirk anîye ber hilweşandinê, lê her carê hêzên emperyal bi hemû hêza xwe ketine dewrê û rêjîma Tirk ya faşist ji hilweşandinê xelas kirine.

Di vir de ev pirs tê hişê mirov; çima dewletên emperyal ewqasî girîngîyê didin dewleta Tirk? Bersiva vê pirsê, pirseke din bi xwe re tîne; çima hêzên emperyal ewqasî dijmantîya Rêber APO kirin-dikin? Heta îro PKK’ê  dervayî şerê li dijî artêşa Tirk di sala 1982’an de li Lubnan’ê li dijî êrîşa Îsraîl’ê şer kirî û deh milîtanên PKK’ê di wan berxwedanan de şehîd bûn, yekî fîşekek neteqand. Ev e, dijmantîya pergalê ji Rêber APO û PKK’ê re îdeolojîk e. Ji xwe gava Rêber APO paradîgma guhart, nû wê demê PKK’ê xistin lîsteya terorê! Terorîstan, Tevgera ku wê mirovahîyê ji hemû nexweşên pergalê xelas bike PKK’ê wekî rêxistineke terorîst berbelavî raya giştî ya cîhanê kirin.

Lê plana wan ya qirêj negirt. Daxuyanîya ku rewşenbîr, rêxistinên demokratîk, rêxistinên jinan, femînîst, Anarşîst û sosyalîstan di 10’ê Cotmeha 2023’an de li 74 navendan bi daxwaza;”JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PİRİSGİRÊKA KURE RE ÇARESERÎYA SÎYASΔ pir zelal dîyar dike ku 25 sal e  Rêber APO di bin tecrîdeke girankirî de  dîl hatîye girtin jî, felsefe û paradîgma ku bi pêşxistî bûye malê cîhana pêşverû û mirovahîyê. Hinekî dereng be jî, di derengbûnê de kêmasîya me Kurda ye, mirovahîyê bersiva hêzên emperyal  bi daxuyanîya 10’ cotmehê da!  Bi vê kampanya ku li zêdetirî 74 navendan hatîye dest pê kirin, sîyaseta nîşandina PKK wekî rêxistineke terorîst wek topeşeqê (bumerangê) li wan vegerî.

ÇEND TAYBETMENDÎYÊN ENTERNASYONALÎZMA APOGERÎ

Wekî ku tê zanîn heta niha sê rîxistinên enternasyonalîst hatine sazkirin. Enternasyonalîzma yekemîn (1864-1876) wekî yekitîya  sandîkayên karkeran, bi armanca başkirina rewşa karkeran hate sazkirin. Enternasyonalîzma duyemîn(1889-1916) wekî yekitîya  partîyên sosyalîst û sandîkayan saz bû, ew jî bi armanca başkirina rewşa karkeran hate sazkirin. Enternasyonalîzma sêyemîn(1919-1943) wekî yekitîya partîyên komînîst bi armanca pêkanîna şoreşa dinyayê, ku  li hemû dewletên dinyayê partîyên komînîst bibin desthilatdar, hate sazkirin.

Bêguman her çiqas yek ji wan jî negiha armanca xwe jî, di dîroka têkoşîna kedê û dinyayeke adîlane de ristekî wan wê çê bû. Lê di encamê de nikarîbûn ji çembera hişmendîya dewletê derkevin. Di hemûyan de jî nexweşîya şovenîst, reformîst, oportonîst derketin holê. Ji ber ku di encamê de dixwestin rêjîma dewletekê hilweşînin û di şûna wê de yeke din ava bikin, negengaz bû ku pergala heyî derbas bikin. Bi çeka neyar û di qada ku neyar herî pir tê de xurt têkoşîn kirin, mirov nabe serkeftinê!

Rêber APO bi tazîkirina dewletê û hilweşandina hişmendîya dewletê feraseteke nûh ya têkoşînê derxist holê. Enternasyonalîzma APOGERÎ;

1-xwe ji feraseta dewletê, zora bêwate û pesindayîna çîna karkeran xelas kir. Enternasyonala ku dewletê (navê dewletê çi dibe bila bibe, di encamê de wekî Rêber APO dibîje, dewlet wekî sazîyeke dijberî civakê derketî û heta hebe wê koletî jî her hebe.) armanc bike cihê ku biçê wê dîsa xwînmijî, koletî, bindestîya jinê û şer hebe.  Tê zanîn ku di enternasyonalên berê de anarşîstan jî pêşîn cih girtibûn, lê ji ber ku wan enternasyonalan bidestxistina dewletê armanc dikirin, jê hatin avêtin. Lê enternasyonala APOGERÎ de dewlet bi hemû ferasetên wê ve tê red kirin. Ji lewra jî anarşîst jî li paradîgma Rêber APO xwedî derdikevin. Di şoreşa Rojava de hate dîtin ku ji gelek deveran kesên anarşîstan berê xwe dan Rojava û gelek ji wan jî li Rojava şehîd ketin.

Her wiha encama zora dervayî, xwe parastina rewa mirov digihîne navgîna dewletê. Rêber APO got; ”Heger hêza min ya êrîşkirina dinyayê hebe ez êrîş nakim, lê dinya tev jî bibe yek radest nabim û ez ê li ber xwe bidim”. Ev e feraseta parastina rewa ya enternasyonala Rêber APO; ne koletîyê qebûl bike û ne jî koletîyê ferz bike, li ku jî zilm, zordarî û kolekirina jinan, qedexekirina ziman, çand û bawerîyan hebe li dijî derkeve!

Rêber APO bi awayekî mafdar feraseta Marks ya pesindayîna çîna karkeran rexne dike û dibêje; ”Karker koleyên hemdem in. Tiştekî kolan ku mirov pesna wê bide û jê hez bike tune ye. Ji koleyan nayê hez kirin.”  Lenîn jî dibêje; ”Gava zarokek hate dinyayê û hêj fêm nekirî ku kole ye, mirov lomeyan jê nake. Lê gava fêm kir û di jîyana koletîyê de israr kir, wê demê koletî heq kirî.” Redkirina feraseta çîneke başe, çîneke xirabe, civakê parçe dike û di dawîyê de mirov dixe xizmeta dewletê. Bi taybetî jî piştî sedsala 20’an êdî karker jî ne wekî karkerên dema Marks in. Her wiha birjwazî jî ne mîna wê demê nêz dibe. Di dîrokê de hatîye peytandin ku, heger îdeolojîya bindestan ji ya serdestan ne firehtir be, ne xwedî dîtinên civakî be, nikarin bi serbikevin.  Wê timî di çerxa serdestan de li dora xwe bizivirin. Marksîzm û enternasyonalên li  ser wê bingehê saz bûn ketin wê rewşê. Mesele ne nîyeta wan başbû anxirab bû. Nîyeta hemû şoreşgeran baş e û hemûyan xwestine ku civakê azad bikin. Keda tu şoreşgerekî/ê  vala neçûye û naçê jî. Ew derneketibana, ew enternasyonal saz nekiribana, ne gengaz bû ku Rêber APO îro bingeha enternasyonala bêdewlet û di navenda wan de azadîya jin bi pêşbixista!

2-Di her sê enternasyonalîstan de azadkirina jin tunebû. Azadîya jinê nekiribûn navenda têkoşîna xwe. Halbûkî wekî ku Rêber APO dibêje; jin mêtingeha herî kevnar ku dîrok nas dike. Her wiha jin nîva civakê û nîva mirovahîyê ye. Jin; kedkara herî mezin û bêyî ku heqekî bistîne, belaş dixebitandin. Heta ew neyê azadkirin, dawî li desthilatdarîyê nayê. Pergaleke ku azadîya jinê armanc neke, navê wê çi dibe bila bibe wê dagirker be, xwînmij be, despot be û koledar be! Ji ber ku  di navenda Modernîteya Demokratîk de azadîya jinê heye, tevgerên femînîst jî di nav de, hemû  rêxistin û kesên ku azadîya jinan dixwazin felsefa Rêber APO wekî yekane dîtina azadîya xwe dibînin.

Çimkî mêrê ku bi felsefa jina azad û ji bo azadkirina xwe ji feraseta serdestîya li ser jin xelas nekiribe bê terbîya ye! Ji ber ku di navenda paradîgma Rêber APO de azadîya jin heye û pîvana herî bingehîne di nêzîkbûna kes de, ji jinên cîhanê re bûye çavkanîya îlhamê. Ji tecrûbeya enternasyonalîzmên berê hate fêm kirin ku, enternasyonalîzma bê jin nikare bijî û bigihîne armancên xwe. Ji lewra Rêber APO jin wekî pêşenga şoreşê dîyar kir.

Ji hêla din ve em dibînin ku di hemû şoreşan de di serî de jin hebû, lê ji ber ku wan dewlet ji xwe re kirin armanc, dewlet jî dijminê herî kevnar yê jin ê ye, bi destxistina dewletê re jin hate beralîkirin. Di civakê de kî bi dewletê re li hev bike jî, jin nikare bi dewletê re li hev bike. Dewlet ,bi gotineke din pergala baviksalarî, ji sosyalîstan, demokratan, oldaran bi kurtasî ji hemû dijberên xwe herî pir ji jina azad ditirse! Ji bo ku jin nebe hêz, ew bi gelek cûran xistine bîreke kûr. Hebûna herî pîroz jin-dayîk kirine hebûnek, ji bo bi cih anîna kêfa mêr. Ev e,Rêber APO bi sazkirina girêdana dîyalektîk ya  di navbera”JIN JÎYAN AZADΔ de, perdeya ku ji 5 hezar salî de avêtibûn ser çavên mêjîyê jinan û civakê çirand. Ji lewra tevgerên feminîst ku zû bi zû di tu platforman de nedihatin cem hev îro li 74 navendan bi anarşîstan, demokratan,  bawermendan û rêxistinên jinan yên din re xwedî li Rêber APO derdikevin.

3-Enternasyonalîzma Rêber APO sazkirina dewleteke nûh armanc nake, jîyaneke li gorî ahengîyeke bi xwezayî re, ango ekolojîyê diparêze û hebûnên li ser rûyê erdê  ku mirov xwedî nirxe û divê çawa mafê mirov yê jîyanê heye mafê hemû hebûnan heye, bingeh digire. Civakeke ku ekolojîyê neparêze nikare bibe demokratîk û ne gengaze ku azadîya jinê biparize. Jin û xweza bingehên hebûna mirovahîyê ne. Jin domahîka xwezayê ye mêr jî domahîka jinê ye. Her sê enternasyonalên berê ji ber ku xwe ji hişmendîya dewletê xelas nekiribûn, di encamê de ew jî mîna birjuwazîyan nêzî ekolojîyê bûn. Mirovê/a ku nikare cih û derdora ku lê dijî,  ji lewtandin, talan kirin û xirakirinê biparêze, wê çawa siberoja xwe misoger bike? Dinyayeke ava wê hatî herimandin, hewayê wê hatîye qirêj kirin, daristanên wê hatine şewitandin, qol kirin,talan kirin, bosteke ax nehiştine ku mirov tê de çandinîyê bike û                                  xwedîkirina xwe bidomîne, cihekî ku sewal-heywan tê de bijîn nemabe û gava heywan daketin nava bajaran werin qetil kirin, ji ber hişmendî û hêrsa karê zêde lîstandina bi genetîka her tiştî, xweza weke hebûneke hov were dîtin de wê siberoja mirovahîyê çawa be?

Her çiqasî di sedsala19’an û nîvê pêşîn yê sedsala 20’an de dîtina ekolojî bi pêş neketibû jî, lê mesele ne ew e, tiştekî ku hebûna mirov qest dike, lê ji ber ku bi berçavka dewletê li her tiştê dihat nêrîn, ev rastîna nedihatin dîtin. Rêber APO dibêje; “Gava min xwe ji  hişmendîya dewletê xelas kir, wekî ku her tişt gazî min dikir û digot; ’APO ka min ji nûh ve şirove bike.’ Ji lewra min her tişt ji  nûh ve girt dest.

Bi kurtasî xweza tune be, ekolojîya dinyayê tarûmar bûba, wê enternasyonalîst li ku û çawa bijîn? Ji ber ku Modernîteya Demokratîk perspektîfa rast û têrker dide mirovahîyê, kesên xwe nêzî partî û rêxistineke sîyasî nedikirin,  îro paradîgma Rêber APO hembêz dikin.

4-Her sê enternasyonalên berê nêzî demokrasîyê nebûn. Pir rengbûna civakî bingeh negirtin. Demokrasî nekirin awayê jîyanê. Ji xwe xwestina demokrasîyê wekî feraseteke birjuwazî dihate dîtin. Ji vir jî fêm dibe ku birjuwazî çiqasî bi rastîyan lîstî. Hêza li dijî demokrasîyê wekî ku demokrasî milkê wan e, bi tevgerên sosyalîst dabûn qebûl kirin.

Di enternasyonala Rêber APO de demokrasî gîyana jîyanê bi xwe ye. Jîyaneke jin a azad tê de cihê xwe negire, her kes bi bawerîya xwe û bi rengekî azad  nikaribe xwe biparêze, her çand û ziman bi awayekî serbest nikaribe xwe pêş bixe, wê çawa bikaribin bi hev re bijîn? Di encamê de dewleta sovyet jî di navde hemû dewletên sosyalîzma pêkhatî ji çerçoveya netewa dewletê derneketin, bi zora îdeolojîyê hewldan ku hinkahîyan di nava piranîyê de bihelînin. Rêxistin û dewletên sosyalîst û komînîst ji her curê dîtinan re girtî bûn . Ne bi tenê ji dîtinên dijber re, her wiha ji dîtinên di nava wan de pêş diketin re jî girtî bûn. Demokrasî ne bê pergalîye û dilê kê çi xwest bike. Demokrasî; her kes bi reng, deng û çanda xwe bijî û bi her awayî berpirsyare ji parastin û pêşxistina sîyaset û axlqê civakî ye, jîyaneke berpirsyarîya civakî dide ser milê mirov. Ango demokrasî pêşîya pêşîn rihekî berpirsyarîya civakî û dîrokî dixwaz e. Dengeya optîmal ya parastina ferd û civakê di her mercî de bingeh digire. Di serî de jî demokrasî dijberîya çand û hemû ferasetên dewletê dixwaze ye.

Rêber APO dibêje; “Demokrasî bê çalakî nabe”  Demokrasîya bê çalakî galegaleke vala ye, pasîfîzekirina civakê ye û dûrxistina civakê ji rêya heqîqetê ye! Va ye li dewletên Rojava qaşo demokrasî heye. Lê kesek, partîyek an jî rêxistinek rasterast cewhera dewletê rexne bike û li dijî hebûna dewletê xwe bi rêxistin bike tiştekî neyê serî namîne. Yanî ”Tu dikarî ji xwe re xeber bidî, lê nikarî dîtinên xwe bi rêxistin bikî, nikarî bi awayekî civakî hesab bixwazî, nikarî bi awayekî civakî daxwazan bikî”, ev e  bingeha demokrasîya Rojava ye. Gîyana enternasyonalîst  hevkarî, bi hev re têkoşîn, piştgirî û xwedî derketina li hemû mafên mirovane, ji her kes û hemû gelan re ye. Jinek, kalek, zarokek, daristanek, çemek, heywanek û bi kurtasî çi hebûnek li ku devera dinyayê rastî zilm, nemafîyê an jî bi awaeyekî biêşe kesê/a  enternasyonalê APOGERÎ pê diêşe û bi hemû hêza xwe li dijî êşda disekine.

5-Taybetîya herî girîng ya enternasyonala APOGERÎ ew e ku rasterast axaftina civakê dike, civaka mirovahîyê ji xwe re muxatab  digire û li ser bingeha KONGRA DEMOKRATÎK YA CÎHANÊ hewl dide ku hemû hêza mirovahîyê di qanalekê de li dijî Modernîteya Kapîtalîst têxe tevgerê. Rêber APO dilîneke wiha bi pêşxist. Ji lewra jî di 10’ê cotmeha 2023’an de ji hemû beş ,rêxistin û kesayetan li dora Rêber Apo heleqeyek ji vîna mirovahîyê hûnandin. Tam di roja ketina sala 26’an ya komploya navdewletî de pêngaveke ku enternasyonala APOGERÎ li cîhanê deng bide dest pê kirin, pir watedar e! Komplogeran dixwestin ku Rêber APO di dojeha Îmralî de bidin ji bîr kirin, ev pêngav bû bersiva herî girîng ji wan hêzan re.

6-Antîkapîtalîst, li dijî karê zêde, sanaîya ku ekolojîyê xera dike, koparatîfbûnê, ku tê de jîyaneke komînal heye û doste bi hawîrdorê re, bingeh digire. Çimkî çiqasa kar ewqasa bê axlaqî, çiqasa kar ewqasa xirabûna xeleyên civakî û ekolojî, çiqasa kar ewqasa xwînmijî û çiqasa kar ewqasa kêm demokrasî, ewqasa zorî û ewqasa şer. Ji lewre li dijî Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokartîk çareserîye ji hemû pirsgirêgên civakî re. Heger jin û ked neyên azadkirin, negengaze ku pergala kapîtalîzmê hilweşe mirovahî ji wê îletê xelas bibe. Ji ber vê taybetiyê jî hemû kes û hêzên antîkapîtalîst re asoyeke nûh vebû. ji lewra jî wan kes û rêxistinan di kampanya yê de cihê xwe girtin.

Rêber APO berîya dîl were girtin wiha gotibû; ”Ji niha ve dikarim bêjim ku, ez wenda bikim jî,gel qezenc kirî ye.” Dîroka têkoşîna Rêber APO û PKK’ê ya li dijî komplogeran raber kir ku, ne bi tenê gelê Kurd qezenc kirî, bi gelê Kurd re mirovahîyê jî qezenc kirî. Her wiha Rêber APO qezenceke dîrokî hem bi destxist û hem jî dîyarî mirovahîyê kir!

Taybetmendîyeke girîng ya vê kampanya yê jî ew e ku xwedî derketina li paradîgma Rêber APO ye. Yanî ne wekî xwedî derketina li N.MENDÊLA ye. Ya MENDÊLA ji ber ku bê sûnc di zîndanê de dihate girtin,bû. Ya Rêber APO di gel bê sûnc di zîndanê de ye, li paradîgma û felsefa Rêber APO xwedî derketinek heye. Ji ber vê, ev kampanya destpêka serkeftine stratejî ye.

Ji lewra her çiqas roja 10’ê Cotmehê roja ku qetilama li Gara Enqerê pêk hatibe jî, divê em wekî gelê Kurd vê rojê wekî ROJA SERKEFTINA PARADÎGMA RÊBER APO pîroz bikin.  Bêguman pîrizkirina herî rast ew e ku felsefa Rêber APO bigihînin her devera ku mirov lê dijîn û rûniştandina 10 ŞAXÊN NETEWEBÛYÎNA DEMOKRATÎK e.Wekî kes ez ji serkeftina şoreşa Rojava pirtir bi vê çalakîya serkeftina Paradîgma Rêber APO dilşad û kêfxweş bûm. Çimkî wekî kesekî Kurd, zarokê vê heremê û evîndarekî xeta Rêber APO ji serkeftina felsefa Rêber APO pê ve tiştekî naxwez im .Her wiha, incax bi xwedî derketina mirovahîyê li paradîgma Rêber APO serkeftinên  me yên din mayînde dibin. Ji lewra ji hemû kesên ku tevlîbûne, keda wan têde çêbûye re spas dikim ku kêfxweşîyeke wiha dîyarî me û mirovahîyê kirine.  Bê guman ji boyî me Kurdan gaveke pir mezin e, lê ji boyî Rêber APO gaveke biçûk e!

Dirûşmeya  JIN JÎYAN AZADÎ ku gîyana  Rêber APO û paradîgma ku pêşxistî ye, her wiha dirûşmeya enternasyonala APOGERÎ ye! Û îro bûye malê mirovahîyê!

Bê guman ji bo ev kampanya bi ser bikeve peywîreke dîrokî dikeve ser milê  jin û ciwanên Kurdistan’î. Bi taybetî jî jin û ciwanên ku zimanên bîyanî dizanin û yên li dervayî welat jîyan dikin. Kesên ne Kurdistan’î kampanyeke dîrokî dane dest pê kirin. Lê me wekî gelên Kurdistan’î jî  maye ku felsefa Rêber APO bigihînin beş û kesên ku hêj tevlî kampanya yê nebûne. Her jin û ciwanek xwe bigihîne 3-4 kesan, wê di demeke kurt de kampanya bigihîne armanca xwe.

Herî dawî vê bêjin; piştî ku Rêber APO paradîgma guhart, hemû kadro û milîtanên PKK’ê kesên enternasyonalîst in. Kurd dibe, Alman dibe, Tirk, Ereb, Fars, Rus dibe, ji kîjan neteweyê dibe bila bibe tev enternasyonalîst in! Yanî bi tenê yên ji dervayî Kurdistan’ê hatî û tevlî PKK’ê bûye wekî enternasyonalîst nayên dîtin. Çimkî PKK’ê bi xwe Tevgereke enternasyonalîst e. Kadroyeke/î PKK’ê îro li serê çîyayên Kurdistan’ê têdikoşe, sibe wê li devereke din bi gîyana Heqî, Kemal, Ezîz, Rojbîn, Ronahî û Gîvara têbikoşin.