Rojnameya Ronahî

Aîdiyet

Sîpan Şînda

Ez kî me? Ji kû tê me? Ez ê kû ve biçime? Ez aîdê kû derê me? Nasnama min çî ye? Gelo aîdiyet ango hesta aîdiyetê çî ye? Aîdiyet, pêdiviyeka derûnî ya di xweza mirovî de ye. Xwe girêdana bi rayekê ve di derûniya hemû mirovan de heye. Xwe aîdê netewekê, çandekê, erdnîgariyekê, hewayekê dîtin, jiyana xwe li gorî hîmên wê hûnandin tiştên xwezayî ne. Hest û pêdiviya xwe ne bi tenê, lê qetek ji giştiyê dîtine. Rêgeza aîdiyetê ne tenê ji bo mirovan herweha ji bo sewalan jî tiştekî girîng e.

Kesên kû ji vê pêdiviya aîdiyetê têr nebûne, hestên bêqîmetiyê, yên nehewandina di nava civakê de, tenêtî, kûvîtî, kedî nebûna nava civakê, jiyîna jiyaneka di dinya xwe de û hwd dijîne. Nasnama mirovî di vir de pêstûriyê li ser aîdiyeta mirovî çêdike. Ji ber wê kes, her tim di bin pêstûriya nasnamê de li aîdiyeta xwe digere. Nasnama netewî, çandî, zayendî, civakî, perwerdehî, aborî, tenduristî û hwd. Gelek caran nakokî û pevçûn di hundirê mirovî de li ser vê hesta aîdiyetê derdikevine.

Dema mirov li dera kû xwe aîdê wê dibîne disekine û di hişmendiya peywir û berpirsariyên xwe de be, civak xurt dibe. Hinga mirov ji dera kû mirov aîdê wê dişelipe û dûr dikeve, ev jî vediguhere kurmekî nexweşiyê. Mirov dikeve di nava valahiyekê de. Hinga mirov ji rayên xwe dişelipe weke çiqilê ji darê şelipî xirabtir li mirovî tê. Aîdiyeta erdekî, ya gundekî, ya bajarekî, ya malbatakî, ya komelekî, ya civakekî, ya welatekî… evên henê her yekê metaforeke kû mirov bikaribe pê bersiva aîdiyetê peyda bike. Çi tişta kû li ser rûyê erdê, di kaînatê de heyî her yekê aîdiyetek ya xwe heye. Mirov jî bi vî rengî ye. Gelo hesta xwe di nava ahenga xwezayê de dîtin ji bû mirovan metaforek çawa ye? Di nav jiyana xwezayî de her cureyek sewalan aîdê qebîla xwe ye. Pezkûviyak naçe di nav refên guran de nagere, herweha gurek jî naçe bi refdeyek şêr re nagere, ji ber ku ew xwe aîdê wan nabîne. Dema ew ji refda xwe diqetine ew xwe bi tenê dibînine û eva henê jî ji bo jiyana wan tiştekî xetere. Heman tişt ji bo mirovan gelek xirabtire. Ji ber ku mirov xwediyê jiyaneke civakî ne û nirx, irf û edet, rûmet, hişmendî, bîrewerî, têgehiştin bi wan re heye.

Xwedî lê derketin û xweyîtî lê kirin ji bû hesta aîdiyetê pir girîng e. Bi vê sayê hebûn ji mezin dibe. Girêdan û zindî kirina hestên aîdiyetê, civakê xurt û mezin dike. Dema mirov aîdiyeta xwe winda dike, weke dareka rayên wê ji axê qut dibe lê tê. Êdî ew weke “qurmekî hişk e”. Hinga mirov aîdiyeta xwe winda dike, mirov her tim gêje û vedişewişe. Gêjîtî û veşewişîtî halê bê aîdiyetê ye. Hesta bê aîdiyetî mirovî sews dike, ji kûratiya jiyanê dûrdixe û nahêle mirov çi tamê ji jiyanê bistîne. Hesta aîdiyetê mirovî ji ez-ezotiyê dûr dixe, hişmendiyeke hevbeş bi mirovî re ava dike. Ev ji hişmendiyeka hevpar ya civakî derdixe holê. Kesên kû ev hesta aîdiyetê bi wan re nebe, kurmê berûxwetiyê di nava wan de şîn dibe. Ev yek jî di nava demê de pirsgirêkên derûnî bi kesan re çêdike. Di pergala gişgerdûniyê de, aîdiyet li ser metafora nasnamê derdikeve pêş. Eva henê ji li ser kesan pêstûriya derûnî dike. Ez kî me? Ez aîdê kûderê me? Ez ji kûderê hatime û ezê kûderê ve biçime? Dema giraniya aîdiyetê li ser nasnamê hebe, eva henê ji xwedî lê derketin, girêdana kesan ya bi netew, çand, bîrdozî û hizran ve derdixe pêş. Kesên kû li gor hestên aîdiyetê dilivin, girêdayî rêgez û nirxên ew gihandine. Lê kesên çi hestên aîdiyetê bi wan re nebin, çi girêdana wan ya bi jiyanê ve ji nîne. Aîdiyet hesteka kûr e. Mînak gelek kesên kû bi salane li sergumê, li welatên biyanî dijîn, hê ji xwe aîdê wan welatan, civakan, bajaran, çandan nabînin. Ew hêj ji welatê xwe qut nebûne. Qalikê wan her çend li welatên biyanî bin ji, bes dil û giyanê wan li welatê wa ye. Gelek kes di saxiya xwe de nikarin vegerin welatê xwe; ew kul û hesret dimîne di dilê wan de. Lê belê dikin wesêt, dibêjin dema em mirin termê me bibin dera em aîdê wê veşêrin. Aîdiyet ev e.