Rojnameya Ronahî

Seyd û Nêçîr

Sîpan Şînda

Nêçîrvanî yek ji çanda mirovahiyê ya herî kevin e. Ji berê û pê de mirovan xwe elimandine nêçîrvaniyê û nêçîr demekî dirêj bûye jêderka debara mirovahiyê. Hetanî îro jî di gelek civakan de mirov vê kevneşopiyê dibîne.

Peyva seyd û nêçîrê di zimanê Kurdî de yek wateyê didine. Li piraniya Kurdistanê peyva nêçîrê tê bikaranîn lê belê peyva seydê jî li herêmên weke Botan û Behdînan tête bikaranîn. Ji ber wê bila çi şêlûbûn nekeve di serê we de. Îro çûna nêçîrê û bûyîn nêçîrvan ne tişteke ji rêzê ye. Her çend civakên seretayî demeke dirêj debara xwe bi nêçîrvaniyê kiribin jî, îro şert û mercên mirovahiyê gelekî hatine guhertin û wateya nêçîr û nêçîrvaniyê jî hatiye guhertin. Di serî de nêçîrvanî girr e. Kesê ku ew girrê nêçîrê kete di zikê wî de, êdî nikare zû bi zû dev jê berde. Ya duduyan jî, hemû kes dikare biçe nêçîrê, lê hemû kes nikare bibe nêçîrvan. Ji ber ku ew hunereke. Ji beriya her tiştî, divê nêçîrvan bizanibe ka wê di kîjan rojê de, di kîjan seetê de biçe nêçîrê. Ya din jî, divê nêçîrvan bizanibe wê biçe kûderê nêçîrê. Bi teybetî nêçîrvaniya pezê kûvî, ya kew û hwd li her derê nabe. Heke tu di demê xwe de neçî nêçîra pezkûviyan, tu nikarî nêçîrê bikî. Mînak, xweş tê bîra min, dema ez zarok bûm bavê min diçû nêçîrê. Di zivistanê de dema berfek hindik biketa ew diçû nêçîrê. Ji ber ku wî digot dewsa sewalên kûvî peydakirin hêsanîtir e. Di rojên xedar û berf de zû bi zû nediçû nêçîrê ji ber ku ew xetere bû û li gorî wî mirovî nedikarî çi dewsa peyda bike yan ji sererast bike. Havînê ji serê sibê zû diçû ber kewan. Wî li dora kehniyan kûlik çêdikir û hêj tarî diçû li kûlika xwe de rûdinişt û li hêviya kewan dima heta bêne ser avê. Ya sisîyan, di nêçîrvaniyê de segvanî şert e. Heke tu ne segvan bî tu nikarî çi nêçîrê bikî û tê her tim dest vala li ser malê de bê.

Ji berê û pê de nêçîrvanî di nav civaka Kurd de heye û belave. Ji feqîran bigire heta mîr û begên Kurdan nêçîrvanî kirine. Mînaka herî tê zanîn yek jê Mihemed Begê Mîrê Bota ye. Li gorî tê gotin, Mîr Mihemed Beg gelek ji seyd û nêçîrê hezdikir. Wî her tim çeka xwe dihilgirt, bi heval û hogir û xulamên xwe ve diçû seydê û bi heftî heftî dima li çolê. Dibêjine girê nêçîrvaniyê ketibûye di zikê wî de û dema ew demekî neçûya nêçîrê hedara wî nedihat. Heta dema ew diçe nêçîrê du nêrîyên kûvî yên gelekî berketî ji xwe re nîşan dike û dibêje divê tu kes van herdû nêrîyan nekuje. Navê yekê dike Efin û yê din jî dike Hejale. Dibêjin ev herdû nêrî dihatin li ser şetê Cizîrê av vedixwarin û diçûn, lê tu kesê ji tirsê Mîr Mihemed Begê de nediwêrî wan bikuje. Dibêjin hemû nêçîrvanên herêma Botan jî Efin û Hejale nasdikirin û tu kesê dengê xwe li wan nedikir.

Peyva nêçîrvan peyveke nêr e. Ji ber ku di dîrokê de nêçîrvanî her karê mêran bûye. Û heta niha jî welê didome. Ji ber wê di nav Kurdan de Nêçîr û Nêçîrvan navên mêran in.

Bê goman gelek tişt hene ku mirov li ser nêçîrvaniyê bêje. Lê belê dev ji gotinê berdin  û heke zewqa nêçîrvaniyê li we jî dabe, qet dilê xwe nehêlin û rojekê ji xwe re herin nêçîrê û wê kulê di dilê xwe de nehêlin.