Rojnameya Ronahî

SZK’ê pirtûka Rêzmana Kurmancî îmze kir

Hemza Sêvo/Qamişlo

Piştî xebatek berfireh ya 3 salan ji mijarên rêzimana kurmancî re, SZK’ê berhma xwe ya yekem a bi navê Rêzmana Kurmancî bi beşdarbûna hemû saziyên Rêveberiya Xweser îmze kir.

Îro Saziya Zimanê Kurdî SZK’ê li navenda xwe ya bajarê Qamişlio, bi armanca îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê Rêzimana Kurmancî, çalakiyek li dar xist. Herwiha gelek mamoste, rewşenbîr, saziyên Rêveberiya Xweser tevlî vê çalakiyê bûn.

Destpêkê li ser navê SZK’ê, amadekarên pirtûka Rêzimana Kurmancî, Viyan Hesen û Ferhad Mûsa bixêrhatina hemû kesên beşdar kirin.

Berî ku çalakî were destpêkirin, SZK’ê hemû kesên beşdar vexwendin xuleke bêdengiyê li ser giyanê şehîdan.

Piştre Viyan Hesen di derbarê giringiya sitandardbûna vê berhemê ji bo nivîsîn, weşan û perwerdeyê de wiha got: “SZK’ê bi armanca Standadrkirina zimanê kurmancî dest bi xebata xwe kir. Armanc ji amadekirina vê berhemê, standardkirin e. Ev yek jî wê yekbûnekê di warê nivîsîna bi zimanê kurdî di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de pêk bîne. Çawa ku li Rojava hêzeke leşkerî heye û parastina gel dike, erkê me jî parastina zimanê kurdî ye. Ev berhema ku SZK’ê bi salan li ser kar kiriye, xwedîderketina li zimanê kurdî ye . Derbarê Pirtûka Rêzimana Kurmancî deriyê rexne û nîqaşê ji bo her kesî vekirî ye. ”

Ferhad Mûsa jî di warê naveroka vê pirtûkê de wiha got: “Ev berhem ji 331 rûpelan pêk tê û şeş beşên zimannasî û rêzimanî digre nava xwe. Weke morfolojî, dengnasî, watenasî, ristesazî, rastenivîs û xalbendiyê. Herwiha her beşek jî gelek xalan di nav xwe de dihewîne. Di zaraveya kurmancî de, ev xebat ne ya yekem e, beriya niha xebat li ser van beşan hatiye kirin. Me ev xebat kirin bingeh û sûdeke mezin da me. Lê belê kêmasî di bikaranîna peyv, pênase û têgihên wan berhemên ku berê hatine nivîsîn de hebûn û  bi awayekî şaş dihatin bikaranîn. Me bi riya vê berhemê hewl da ku peyvên guncav û dabeşkirineke nû bidin van beşên ziman. Em bi boneya îmzakrina vê berhmê, pirtûka Rêzimana Kurmancî diyarê gelê kurd, mamoste, rewşenbîr û hemû saziyên xwe dikin.”

Di heman çarçoveyê de nivîskar Deham Ebdilfetah bal kişand ser sûdmendî û giringiya vê berhemê û pêşinyar kir ku pirtûka Rêzimana Kurmancî  ji aliyê hemû saziyê Rêveberiya Xweser ve baş were xwendin. Herwiha destnîşan kir ku rojek ji bo nîqaş û têbîniyê  li ser vê pirtûkê were destnîşankirin.

Di dawî de jî gelek pirtûk ji aliyê Ferhad Mûsa û Viyan Hesen ve hatin îmzekirin û ji bo kesên beşdarî vê çalakiyê bibûn, hat belavkirin.

Hêjayî gotinê ku Rêveberiya Xweser jî di malpera xwe ya fermî de raghand ku wê pirtûka Rêzimana Kurmancî bibe bingehek ji bo nivîsînîn û weşana bi zimanê kurdî ya hemû saziyên wê.