Demokrasî gav bi gav ber bi mirinê ve diçe, faşîzm pêl bi pêl bilind dibe.
Di 16 salên dawîn de hikûmeta AKP’ê hemû nirx, rûmet û pîvanên mirovahiyê kirin qurbana berjewendiyên desthilatdariya xwe. Erdogan, kêm demokrasiya mayî û pergala dewletê yê sedan salî jî dike qurbana dîktatoriya xwe.
Di cîhanê de gelek dîktator di pergala demokrasiyê de bi hilbijartinan hatine ser kar û dawî li demokrasiyê anîne. Hemûyan jî bi wada anîna demokrasiyeke pêşketî, bi îdaya avakirina pergaleke adilane, bi îdaya avakirina dewleteke dewlemend û xurt gav bi gav demokrasî ber bi mirinê ve birine û dîktatoriya xwe ava kirine. Weke ku tê zanîn ji vana mînakê herî dijwar Hîtlere. Hîtler meclîsa xwe bi destê xwe dide şewitandin û dike hinceta tasfiyekirina hemû muxalîfan û tekûz kirina pergala dîktaroya xwe ya faşîst.
Niha Erdogan jî di rêya Hîtler de dibeze. Erdogan hewla derbeya 15’ê tîrmeha 2016’yan a ku meclîs bombekir ji xwe re weke “lutfa xweda” bikar anî û du sale hemû muxalîfan ji qirikrina siyasî derbas dike û gav bi gav pergala dîktatoriya xwe ya faşîst ava dike. Hîtler û hemû dîktatorên dinan bi kîjan wadan dîktatoriya xwe bi gel dane qebûlkirin Erdogan jî bi heman wadan li ser kêmasiyên muxalefetê dîktatoriya xwe bi civakên Tirkiyê dide qebûlkirin.
Erdogan jî weke hemû dîktatoran ji civakê re dibêje; “ji bo pêkhatina demokrasiyeke xurt, ji bo pêkhatina pergaleke adilane, ji bo dewlemendbûna civakê û dewletê pêdivî bi guherîna pergalê heye”.
Geşedanên piştî hilbijartinê û pêve girêdayî di bin navê rakirina rewşa awarte de mayinde kirina rewşa awarte û diyarbûna kabîleya (kabîne) wezîran a şer gelek zelal nîşanê me didin ku rastî tam berevasjiyê van gotinane. Civak bixapandinke mezin re rû bi rû ye, xema wî ne domokrasiyê, ne edalete û ne dewlemendbûna civak û dewletê ye. Yekane xema Erdogan heye, ew jî pêkanîn û tekûzkirina pergala dîktatoriya xwe û dewlemendkirina qabîleya xwe ye.
Erdoganê ku du sale rewşa awarte (OHAL) ji bo avakirina dîktatoriya xwe weke amûr bikar dianî niha jî dixwaze weke pergaleke asayî bi gel bide qebûlkirin. Hetanî niha di rewşa awarte ya derbasdar de biryarnameyên lijneya wezîran (KHK) hebûn, niha di serdema nû de, di rewşa awarteya assayî û domdar bûyî de de fermanameyên serok dewlet (CBK) hene.
Piştî hişbijartinan li Tirkiyê serdemek bi dawî bû û serdemeke nû dest pê kiriye. Di vî serdema nû de pergala dewletê tune ye, hikûmet tune ye. Yek kes û qabîleya xwe hene. Ev yek kes û qabileya xwe makezagona xwe nas nakin, zagonên xwe nas nakin, pîvan û mafên gerdûnî nasnakin, tenê û tenê ferman û fermanameyên yek kesî yên ku hemû nirx, pîvan û rûmetên mirov û civakê bin pê dikin û mafê jiyanê nadin yên muxalîf û cudayan hene.
Erdoganê ku bi wada xurtkirina demokrasiyê ji gel deng xwestibû piştî hilbijartinê gav bi gav demokrasiyê ber mirinê ve dibe. Bê guman serkeftina xwe jî deyndarê muxalfetê ye.
Ji îro şûnve ya diyarde dê sekna muxalefetê be. An, dê bi vê sekna xwe ya belavbûyî ya ku hetanî ji faşîzma Erdogan û Bahçelî re xizmet kiriye berdewam bikin û li benda roja mirina xwe bin, an jî dê di bin navê eniya muxalîf de hêza xwe bikin yek, dawî li serdema ferrnanameyan (CBK) bînin û ji nav kavilên serdema rûxandide Tirkiye ke demokratîk a nû ava bikin.
Berdewama hebûna Erdogan û ya dîktatoriya wî bi mirina demokrasiyê pêkane, lê berdewama hebûna muxalefetê jî bi hebûna demokrasiyê pêkan e.
Nexwe ji bo berdewama jiyana xwe yekane vebjêrka muxalefetê heye, ew jî berxwedan e. Bi kurt û kurmancî, an berxwedan, an mirin.
Mihemed ŞAHÎN