Her şoreş bi idea bextewariya mirovan dest pê dike. Wêjeya cîhanê jî ev îdea pejirandiye û diparêze. Du tiştên bingehîn bandorê li pêşketinên şoreşan dikin, azadî û aqil!.. Hemû îdeolojî bi gotina “azadî û aqil” dixwazin cîhanşûmûlî bibin. Lêberalîzm jî, soyalîzm jî bi heman îdealê haraket dikin. Di pratîka her du sîsteman de aqil heye, azadî nîne!.. Lê her du sîstem jî wêjeya cîhanê himbêz dikin, xelatgîr dikin û dixwazin bikarbînin. Wêjeya cîhanê, ji sedî 99, bi “meyl-î soyalîst” haraket dike. Lê lîberalîzm sûdê digire û wek Selahaddîn Eyyubî, hem avê, hem agir di destên xwe de digire.
Bêguman mijara me ne destnîşankirina tivêla rûdêna lîberalîzm û sosyalîzmê ye. Mijara me Şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava, bi taybetî li Rojhilata Navîn dengekî nû ye!…
Şoreşa Rojava bûye hêvî, di xeta sêyemîn de, (îdea gelê demokratîk), riya “azadî û aqil” zemt kiriye. Gelên li herêmê jî, ev xet pejirandine û ligel Kurdan cih girtine. Di nava gelên herêmê de, ereb jî hene û eşîr in. Ev eşîr bi toreya xwe ve girêdayî ne. Bêguman mafê wan e, lê eger tore bi pêşketin û hişmendiya demê re xwe nû nekin, xwe neguherin, dikarin li hemberî pêşketinan bibin asteng. Ev mînak, ji bo hemû beşên civakan e!..
Di şoreşan de rola wêjeyê giring e. Yanî stewihandina hişmendiyê!.. Wêja, şûrê mêjî av dide, dikê pola û disû… Muxatabê wêjeyê, tevahiya mirovahiyê ye; ne eşîr, ne pêşengên şoreşê, ne jî komên xelkê dikarin ji giringî, delalî û germahiya wêjeyê birevin. Wêje, rengekî perwerdê ye, di şoreşan de perwerde giring e.
Şoreşa Rojava, hem bi şans e, hem bêşans e!.. Şans, paradigmeya Ocalan e. Ocalan piştî Hegel, Marx, Bebel û Braudel, beşên civakî, mafê jinan di çarçoveya felsefî, dîrokî û sosyolojîk de, ji nû de nirxandine. Ocalan kultur e, pirtûk e û têgihiştin e!.. Ocalan pêşî kultur, têgihiştin, xwenaskirin, perwerde û xwe rêxisitinîkirin e. Lewma, Ocalan bû dergehekî nû û wek altrenatîfa cîhana du serî derkete holê.
Sahîh e ku, pêdiviya Şoreşa Rojava û parastina wê di gelek aliyan de heye. Ji bo vê jî, min mînaka agir û ava di destê Selahaddîn Eyyubî de da.
Dema ku Selahaddîn Eyyubî, bajarê Basra zemt kir, di destê raste de sewilek av, di destê çepê de meşaleyek girt û kete bajêr. (790), Helbestvana Ereb, Rabia El Adeviyye, hingî helbesta “Agir û Av” nivîsî. Dibêje: “Ez ê meşaleyê biavêjin behiştê / Avê biavêjim agirê dojehê / Divê Xwedê bi evîna wî werê fêm kirin / Ne bi agirê dojehê / Yan jî bi hêviya behiştê”
Şoreşa Rojava, dengek, heyecanek û deriyekî nû ye; demjiyana trajedî û destanên sedsalê derxistin holê. Ji demjiyana helenîstîk, şoreşa Fransa û reel soyalîzmê cûda, demjiyana Kurd-îtopya derxiste holê!.. Pêdiviya Kurd-îtopya bi teqîna kulturê heye. Wêjeya Kurdî, li pey derfetan digere û divê Şoreşa Rojava di vê mijarê de hamleyekê bike.
Rojhilata Navîn, di krîzeke mezin de ye, komên çete û dewletên çete kabûs in; Û em dibêjin, rizgarî di paradîgmeya Ocalan de; divê em zanibin ku paradîgmeya Ocalan kultur e, wêje ye, têgihişin û rêxistinî-tifaq e.
Başûr, mixabinî û heyloo ye!.. Li Bakur hêvî hebû, diktatoriya epîlepsîk (faşîzma serdemê) ew hêvî kuşt. Divê her Kurd zanibe ku li çar aliyên Kurdistanê gurên har hene; li derveyî cîranan jî, komplogerên kîndar, bazirganên selefkar hene. Ligel mînaka agir û ava Selahaddîn Eyyubî, serdema 4. ya Roma jî dikare bibê mînak. Heyecan, derfet, hêvî, deriyê nû û dengê nû!… Pirtûkan, her dem, bandor li destîniya mirovan kiriye.