19’ê Tirmeha 2012’da bi awayekî fermî Kurdên Rojavayê Kurdistanê şoreşa xwe îlan kirin. Her wiha şoreşa xwe bi gelê herêmê jî tacîdar kirin û niha jî xwe birêvedibin.
Pir balkêşe ku di gelek deverên cîhanê yên wek Rojava de, dema xweseriya xwe îlan dikin, -tevahî dewletên cîhanê nebin jî -piranî dewlet û hêz wan qebûl dikin. Lê mixabin tevî ku Kurdên Rojava ev 6 sal in ku şoreşa xwe ilan kirin e, hê jî him nehatine qebûl kirin, him jî êrîşên li ser wan -wek me li Efrînê dît- bênavber didomin.
Lê tişta herî zêde balkêş ewe kû, hêzên navnetewî li her dewletê zêdetir li hember erîşên dagirkeran li ser Kurdan bêdeng in û çavên xwe ji wan êrîşan re digirin. Mînak, 16’ê Cotmeh’ê Kerkûk e. Mînak, Efrîn’e.
Em êrîşên dewletên wek komara dagirker a tirkiyê û dagirkeriyên din jî fêmdikin. Lê em êrîşên dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin hîç fêm nakin. Ji ber ku ew dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin, gunehbarên rewşa Kurdan ên îro ne.
Em Lozan’ê bînin bîra xwe.
Kî mafên gelê Kurd, gelên Ermen û Suryan-Keldan firotibûn?
Kî ji bo berjiwendiyên xwe yên qirêj gelên herêmê radestî Osmaniyan û neviyên wan kirin?
Kî gelên ne misilman gurrkirin û pê re jî di rastê de ji komkujiyên tirkan re hiştin?
Kî bû sedem ku Kurd bi mîlyonan werin qetilkirin, mişextkirin, koçkirin, helandin? Di komkujîya çandî re werin derbaskirin?
Bersiv pir zelal e; dewletên Rojava, dewletên qaşo xwe wek cîhana demokratîk dihesibînin! Hê vekirî em bêjin, dewletên wek Îngîlîstan, Fransa, DYE û nokerên wan…
Çi bû Lozan?
Lozan di roja 24’ê Tîrmehê di sala 1923’an de, hatibû li darxistin. Di vê civînê da qala Kurdan hîç nekirin. Bi tevde Kurd hewaleyî tirkan hatibûnkirin û çarenûsa bi êş û elem wiha hat jiyandin.
Qaşo di civîna Sewrê de maf hatibû dayîn ku Kurd xwe bi xwe rêvebibin. Dîsa -ger bixwazin- dewletekê an jî rêveberiya xwe yên herêmî jî sazbikin.
Lê mixabin dema ku Tirkan bajarê Mûsulê ji bo Îngîlîstanê hiştin, Sewr ji nişkave hat ji bîr kirin û Kurd radestî Tirkan kirin. Komkujiyên ku piştre Tirkan pêşxestin re jî piştgirî dan. Ew parastin. Û ji bo avakirina dîktatorya Kemalîstan jî rê dan.
Ew sistema ku piştra wek sîstema “MÊTINGEHA NAVDEWLETÎ KURDISTAN” hat pênase kirin, di esasê xwe de wiha hat bi cîh kirin.
Di dîroka Kurdistanê de wan dewletên -bi taybet jî Îngîlîstan -rolekî pir xirab leyîstin. Niha jî xanima bi navê Theresa May heman rola qirêj dewirgirtiye û piştgiriya qetilkirina Kurdan û qatilê Kurdan Erdogan dike.
Wan tam beriya sad salî Kurd înkar kirin û neçar hiştin ku Kurd tam sed salî liberxwebidin, niha jî carek din dixwazin Kurdan neçar bihêlin ku Kurd carek din bi şerên pir giran re rûbirû bimînin.
Lê pêwîste herkes bizane ku, Kurd ne Kurdên berê ne. Ev yek. Ya duyem jî pêwîst e ku êdî Kurd jî wek berê tevnegerin, û pêwîst e -çi dibe bila bibe- Kurd xwe bikin yek. Hêzên xwe yên; leşkerî, dîplomatîk, siyasî û rêveberinê bikin yek ango dev ji berjewendiyên xwe yên biçûk û malbatî-eşîrtî berdin.
Em ji bîr nekin ku, tevî ewqasî tekoşîn û berxwedanên mezin hê jî metirsiya qirkirina li ser Kurdan wek sed sal berê didome. Bi hêviya ku îcar Kurd bibin yek da ku neçin yek bi yek…
Qasim ENGÎN