Rojnameya Ronahî

 Zarokên Efrînê banga  Azadiya Fîzîkî Ya Rêber Apo kirin

Ji bo têkbirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Oacalan xwendekar û mamosteyên Efrînê li navçeya Şêrawa meşek girseyê li dar xistin û banga têkbirina tecrêdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Vîndar Roj/ Şehba

Tecrîda ku di hundir Îmraliyê de li ser Rêber Apo tê birêve birin ji aliyê sîstema faşîzma Tirkiyê ve tevahî zagonên navnetewî û yên mafê girtiyan derbas kirine. Li hember vê yekê tavahî gelê Kurd li Kurdistanê û Ewropayê li ser piyanE û banga şikandina tecrîdê û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Li herêma Şehbayê jî Koçberên Efrînê tevî pêkhateyên li herêmê jiyan dikin her roj li qadan e û ji bo Rêber Apo têkoşîneke bê hempa didin meşandin. Di 28 ê Îlonê de li navçeya Şêrawa ya girêdayî bajarê Efrînê bi sedan mamoste û xwendekarên Kurd û Ererb ji bo têkbirina tecrîdê meşek orgenîze kirin. Her wiha zarok û xwendekaran peyama têkbirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji raya giştî re dan. Têkildarî meşa ku hatiye li dar xistin mamosete Silava Mihemed û xwendekar Cuma Hemo ji rojnameya me re axivîn.

Silava di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya meşa ku hatiye li dar xistin û wiha got: “Tecrîda ku li ser Rêberê gelê azadîxwez Rêber Apo tê meşandin, tecrîdeke derveyî pîvanên exlaqî û mirovî ye. Ji ber vê yekê gel rojane li ser piya ye û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke mezin dide meşandin. Weke ku her kes dizane navçeya Şêrawe xeta yekemîn ya berxwedanê temsîl dike  û rojane dagikeriya Tirkiyê êrîşî van gundan dike. Ji ber vê yekê me jî xwest mamoste û xwendekarên Efrînê li hember dijmin dengê xwe bilind bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşekê li dar bixin. Her wiha xwendekar û zarokên Efrînê li ser fikir û îdeolojiya Rêber Apo ya azadî û demokrasiyê çavên xwe vekirine û li ser hêviya dîtina Rêber Apo jiyan dikin.”

‘Tevgera Azadiyê pilanên dijmin têk bir’

Silava anî ziman ku raya giştî û rêxistinên parastina mafê girtiyan li hember Îmraliyê erkên xwe pêk nayînin û wiha domand: “Ev bû 24 salin Rêber Apo di nava lepên dijmin de jiyan dike. Armanca faşîzma Tirkiyê ew bû ku Rêber Apo ji gel û Tevgera Azadiya Kurdistanê qut bike. Lê belê bi ked û têkoşîn Rêber Apo ew texmînên wan têk bir û felsefeya Netewa Demokratîk niha li tavahî cîhanê deng vedaye. Ji ber ku tekoşîna azadiyê ji 50 salî tê domandin û bi dîlgirtina Rêber Apo nehat hilweşandin. Raya giştî û rêxistina parastina mafên girtiyan yên ku alîgirê faşîzma Tirkiyê dikin. Li hember Serokatî û Îmraliyê bi erkên xwe ranabin”.

‘Dê û bavên me em li ser xeta serokatî û şehîdan mezin kirine’

Di heman çarçoveyê de xwendekarê Efrînî yê bi navê Cuma diyar kir ku bê Rêber Apo jiyan nabe û wiha got: “Dijminê me em ji dîtina Rêberê me mehrûm kirin. Ruxmî ku em biçûkin û me Rêber Apo nedîtiya, lê hezkirina wî bi me re mezin dibe. Dayîk û bavên me em li ser xeta Rêber Apo û ya Şehîdan mezin kirine. ji ber vê yekê bila dijmin baş bizane em dev ji Rêberê xwe bernadin. Bila rojane êrîşî me bike, bila rojane tecrîdê giran bike, lê wê di dawiyê de dijmin bi bin bikeve û bê Serok jiyan nabe”.