Rojnameya Ronahî

Kargeha Melkê ya çêkirina xertûmên avê

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ev 29 sal in ku welatiyê bi navê Ebdilxenî Melkê kargehek ji bo çêkirina xertûmên avê vekiriye. Têkildarî wê de jî Melkê diyar kir ku kargeha Melkê li ser asta kantona Qamişloyê ya yekem e. Herwiha da zanînin ku armanc ji vekirina vê kargehê xizmeta cotkaran e.

Kargeha Melkê ya çêkirina xertûmên avê, di sala 1994’an de hat vekirin. Ev kargeh di dema niha de li gundê Nesran yê başûr û rojavayê Tirbespiyê ye. Ev kargeh bi taybet ji bo çêkirina xertûmên avdana zeviyan e. Welatiyê bi navê Ebdilxenî Melkê û 2 karkeran ev gargeh vekirine. Herwiha bi awayekî rojane di warê çêkirina xertûman de kar dikin.

Armanc ji vekirina kargehê

Ebdilxenî Silêman Melkê têkildarî armanca vekirina vê kargehê ji rojnameya me re axivî û got: “Min ev kargeh di sala 1994’an de li Tirbespiyê vekir. Sedem ji vê yekê ji ber ku min ev kar ji xwe re weke pîşeyekê hilbijart. Di heman demê de jî ji bo ku ez bi riya wê milê aborî yê taybet xurt bikim û bi saya wê debara jiyana xwe bikim. Piştî demekê min cihê vê  kargehê veguhest bajarê Hesekê, lê ev yek bandoreke neyînî li cotkarên herêma me kir. Kargeha min weke yekem kargeha ji bo çêkirina xertûmên avê ye. Tenê hin kargeh li bajarê Hesekê hene, lê ji bilî vê kargehê ti kargehên din li kantona Qamişlo tune ne.”

Ebdilxenî Melkê wiha berdewamî da axaftina xwe: “Min li ser xwesteka cotkarên herêmê di sala 2000’an de vegeriyam vir û ev kargeh li gundê Nisran çêkir. Berî ku ez di warê abûrî û qezenckirina peryan de bihizirim ez bi astengiyên ku cotkarên kantona me dikişandin, dihizirîm. Ku cotkarên me ji kantona Qamişlo ji bo kirîna xertûman dihatin Hesekê. Ev yek jî ji ber riya dirêj û kirya rê ya ku didan , dihişt ku cotkar û welatiyên me rastî astengiyan werin. Lewma armanca min ya herî girîn ji vekirina kargeha Melkê alîkariya welatiyan bû, ku astengiyan ji ber awayê kirîna wê nekişînin. Di dema niha de jî ez xertûman bi buhayekî guncav difiroşim.”

Awayên çêkirina xertûmên avê

Xwediyê kargeha Melkê, çêkirina xertûmên avê de wiha şîrove kir: ” Ez li vê kargehê li gor xwesteka cotkaran xertûmên ji bo avdana zeviyan çêdikim. Ev yek jî di çarçûveya ferehbûn û dirêjbûna xertûman de dimîne. Li vê kargehê jî xertûmên încek heta 8 înceyan têne çêkirin. Xertûmên avê di bingeha xwe de ji petrolê tê çêkirin, ev made mîna libên nîskan ye û navê wê Sabik e. Ev made li kargehên Ewripî tên çêkirin û li hemû cîhanê tên firotin. Kargehên ku xertûman çêdikin jî vê madeyê dikrin. Ez jî yek ji wan kesan im û ev made bi riya bazirganan ji Şamê werdigirin. Ev made bi riya amûrkê dibin xertûmên ji bo avdanê. Ev amûre taybet ji bo çêkirina van xertûman e. ”

Ebdillxenî Melkê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Destpêkê madeya Sibak dikeve amûrê li ser germahiya 200 pileyan di boriyeke 2 mitroyan de tê germkirin. Di serê wê boriyê de jî tiştek heye jê re qalib tê gotin. Ev made nerm dibe û derbasî qalibekî giroverî dibe. Ev qalib erka wî ferhkirin û tengkirina xertûman e. Ku her qalib mezin dibe xertûma ku tê çêkirin jî mezintir dibe. Da ku ev madeya germ qederekî sar bibe jî li ser boriya qalib, cerneke avê li ser vê boriyê heye. Piştre ev made dibe weke şêweyê xertûmên avê, piştî ku tê kişandin êdî li gor dirêjbûna em dixwazin tê qutkirin. Herwiha bi riya bekeryeke ji hesin pêk tê, tê pêçandin. ”

 Astengî  

Xwediyê kargeha Melkê, Mehmûd Silêman Melkê di derbarê astengiyên ku derdikevin pêşberî karê wî de wiha got: “Di warê kar û xebatê de, pirsgirêkeke rojane derdikeve, ew jî pirsgirêka kêmbûn û qelsbûna hêza elektirîkê ye. Li vê kargehê du amûrên çêkirina xertûman hene û heta ku werin pêxistin 100 Ampêr ji wan re  pêwîst in. Di dema heyî de jî hêza elektirîkê lawaz bûye û van amûran pênaxe. Ji ber vê yekê ez hemû karên xwe li ser elektrîka jenetor dikim. Ji bilî pirsgirêka Elktirîkê jî, ez di warê çaksazkirina van amûran de astengdar dimînim. Kesên ku van amûran çaksazbikin, li herêma me tune ne. Carnan hin parçeyên van amûran xeradibin û kesên ku wan çêdikin jî tenê li Helebê tên dîtin. Lewma ez neçar dibim ku van parçeyan bibim Helebê. Ev jî ji bo min û karên avdaniya cotkaran astengiyeke pir mezin e. ”