Rojnameya Ronahî

Bila gerdûn bê stran nemîne

Pirtûka Bermal Çem a bi navê “Çemê Stranan” derket. Çem bi gotina, “Bila gerdûn bê stran nemîne û her berbangê bi lêgerîna heqîqeta notaya azadiyê we hembêz bike” dest bi pirtûkê dike. 

Pirtûka Bermal Çem a bi navê “Çemê Stranan” ku ji gotin, nota û çîrokên stranan pêk tê ji Weşanên Aryenê derket. Edîtoriya pirtûkê Roj Agir, redaksiyona wê Şeyma Orhan û Ferhat Patiyev, mîzanpaja wê Jûjî Tasarim, dîzayna bergê Sadik Hangul kiriye û wêneyê bergê pirtûkê Nûredîn Anyig xêz kiriye.

Di pirtûkê de 80 stranên ku gotin û muzîkên wan zêdetir yên hunermend Bermal Çem in hene. Ji van stranan 8 stranên bi navê “Demsal, Bexçê Zarokan, Morî Me, Lîstokên Me, Pepûle Me, Xwezaya Rengînê, Efrîna Min Bi Zeytûne û Dayika Min Rindik” e ku ji bo zarokan hatine nivîsîn di pirtûkê de cih digirin.

‘Stranên min kombûna jiyana min in’ 

Di pirtûka ku Bermal Çem bi gotinên “Em ew rêwiyên li dû notaya azadiyê ne, orkestraya me xweza ye, rîtma stranên me dilê çiyayan e. Bila gerdûn bê stran nemîne û her berbangê bi lêgerîna heqîqeta notaya azadiyê wê hembêz bike” dest pê dike, bi gotinên “Her stranek xwediyê çîrokekê ye. Her çîrokek parçeyek ji jiyana me ye; parçeyek ji heqîqeta ji çavan veşartî. Min xwest ez bibim dengê wê jiyan û heqîqetê da ku bigihînim cîhanê dengê kenê wan kesên dilxweşik, pakrewan, ên xatir ji me xwestin…Lewma stranên min kombûna jiyana min in. Bi hêvî û hesreta welatekî azad…” spasiya xwe pêşkeşî hemû kesên di xebata nivîsandina pirtûkê de cih girtine û ked dane dike.

Weşanên Aryenê bi dîmenekê, bi gotinên“Her straneke di pirtûkê de jiyaneke, her jiyanek beşeke têkoşîna azadiyê vedibêje. Her notaya vê berhemê aydê çiya û zarokên dil azad ên çiya ne. Ev pirtûka ku weke arşîvekê ye jî çîroka wan stranên ku me ji Bermal Çem guhdarkirine vedibêje. Çemê Stranan ji dilê Bermal Çem derket û ber bi dilê wêjehez û muzîkhezan ve dest bi herikînê kir” danasîna pirtûkê kir.

Kêliyeke bêhempa

Li pişta pirtûkê jî ev nivîsa rojnamevan Gulistan Çiya Îke cih digire:“Beriya salan li Çiyayên Kurdistanê em komeke heval û hogir li hev civiyabûn. Li dorhêla me zinarên asê, li nav sînga zinaran cemek diherikî bi gurmegurma mizginiya biharê re. Em bi civat bûn li gel hevalan, bi derd û kulên welat de ketibûn. Lewma dem di bin barê êş, azar û hêviyê de giran giran diherikî. Lê şahiya me jî kêm nedibû. Geh me govend digerand, geh awazeke hêviyê seri radikir li çiyayan, geh em dibûn helbestek li ber têhna agir, li binê taveheyvê. Li berêvareke vî zemanî, dema roj diçû ava, hew min dengek bihîst ji wî milê newalê. Ji binê dareke berûyê dengê sazekê dihat, pê re ji dengekî dilgir û aza tevlî xumxuma çem dibû. Min qesta stranê kir, berê xwe da dara berû û meşiyam. Jineke ciwan di hembêza wê de saz, distirand. Çi bêhempa bû ew kêlî, çend xweş bû. Ma kî dizane, belkû lewma stran hene; ji bo demên bêşîrove bên vegotin.

Strana Bermalê weke çiyayên welat e

Ew deng û awaz ya Bermalê bû, xwe dabû ber dara berû û distirand. Min guh da wî dengî û pê re jî dil. Ji wê rojê ve bênavber Bermal strana dilê xwe, strana dilê me û strana çiyayiyan distirê. Strana Bermalê bilind e, zîz û asê ye, her weke çiyayên welat e. Kûr e dengê wê, ji binê bîra zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran. Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e, bazinê li zenda zinariyan e. Rîtma wê zengila dilê şervanan e, ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê, miriyan ji xewê şiyar dike, pakrewanan oxir dike. Çiyayiya me, stranên dilê me distirîne. Ji yên çûyî, ji yên li vir û yên bên berhev dike êş, hêvî û azadiyê…”