Rojnameya Ronahî

Hunermenda dîmenên kêfê

Sala 1893´yan Muzexaneya Louvre di bin mohra qelp a Frans Hals de monograma Judith Leyster nas kir û heman salê li ser berhemên Judith Leysters berhemeke zanistî jî derçû.

Judith Leyster şêwekareke Holandî ya sedsala 17´an e. Wê berê xwe gelekî daye wê yekê ku wêneyên kêfa xelkê xêz bike û birengîne. Heta wê di portreyekî xwe bi xwe yê sala 1630´î de xwe wisa xêz kiriye, weke ku ew wê kêliyê resmê kemanjenekî bi kêf xêz dike.

Judith Leyster sala 1609´an li Haarlema Holandayê hatiye dinê. Û ew yek ji kêm şêwekarên wê “serdema zêrîn” in ku wêneyên wê heta roja me ya îro hatine. Berhemên wê yên şêwekariyê weke yên Barock tên sinifandin û jixwe her kesê ehlê meseleyê vê yekê di cih de dibîne.

Navê wê yê bêî kêmasî Judith Jans Leyster e. Ew zaroka heştan a Trijn Jasperdr und Jan Willensz Leyster bû. Em dizanin ku ew sala 1609 li Haarlemê hatiye dinê ji ber ku qeydiya tehfilandina wê ya li dêrê heye û ew 28´ê Tîrmeha 1609´an hatiye tehfilandin. Ew ne ji maleke piçûk bû. Bavê wê ne arîstokrat bû, lê ji bilî hunerê wî yê cawkerî û çêkirina destmalan, ew xwediyê bîraçêkeriya “De Leystare” bû. Lê navê wê sala 1924´an li petaxê ket û îflasa xwe ragihand.  Axir dîsa jî ji malbatê hat ku keça xwe perwerde bike. Dersên pêşî nîgarkêş Pieter Fransz de Grebber danê. Ew bi wêneyên xwe yên li ser çîrokên dîrokî û portreyan navdar bû.

Piştî sala 1628´an Judith Leyster çû nêzî bajarê Utrechtê, û li wir bi îhtîmaleke mezin peywendiya wê ya pêşî bi şêwekar Hendrick Terbrugghen û Gerrit van Honthorst re çêbûn. Îlona sala 1629´an bi malbata xwe re ew jî bar dike diçe Zaandam a nêzî Amsterdamê. Nayê zanîn ew çiqasî li cem dê û bavê xwe maye, lê em dizanin ku ew di Mijdara 1631´ê de di dema tehfilandina li dêrê de bûye xwişka axretê ya keça Frans Hals, Mariayê.

Zewaca wê ya bi şêwekar Jan Miense Molenaer a sala 1636´an, berevajî mirov li bendê be, kir ku êdî Judith Leyster kêm wêneyan xêz bike. Lê îro gelek ehlên meseleyê qebûl dikin ku modelên wê û hevjînê wê yek bûn û ew li ser gelek berheman bi hev re xebitîne. Yan jî ew li ser berhemên hev jî xebitîne. Ev yek jî sinifandina berhemên wan gelekî zehmet dike. Judith Leyster sala 1660´î li bajarê Heemstede yê Holandayê wefat dike.

Heqê xwe ji şagirt stand

Judith Leysterê piştî sala 1629´an dest pê kiriye û berhemên xwe hem mohr kirine û hem jî dema temambûna wan li ser wan nivîsandiye. Em pê dizanin ku atolyeyeke wê hebû û sala 1633´yan yek ji du endamên jin ên Odeya Nîgarkêşan a Saint Lukas bû. Li ser gelek berhemên Judith Leysterê tesîra Frans Hals eşkere ye. Demeke dirêj hostekaran bawer dikir ew şagirta Frans Hals bûye. Lê lêkolînên paşê derxistin holê ku peywendiya wêneyên wê bi yên Dirck Hals re bêhtir bûye.

Wê bi xwe jî paşê şagirt li ber destê xwe gihandin. Sala 1635´an sê şagirtên wê hebûn û yek ji wan Willem Wouters bû. Piştî ku hostekara wî zewicî, Willem Wouters bêyî destûra wê çû ber destê Frans Hals. Judith Leyster hingê doz li dayika şagirtê xwe vekir û jê nîvê heqdestê ji bo şagirtiyê stand. Hema hema temamê nîvê mayî jî  Frans Hals danê.

Dikare qayîşê bi mêran re bikêşe

Di nava berhemên Judith Leysters de portre, xwezaya ne zindî, xêzên botanîk û herî kêm daxkirinek jî hene. Lê yên herê darîçav, wêne û xêzên cûreyan in. Di van wêneyan de ew ruh bi wan kêliyên rojane yên li ber şewqa rohniya findan tîne. Di van wêneyan de bi piranî yan yek yan jî du kes hene. Em wekî din dibînin ku ew gelek caran tercîh dike ku zarok jê re bibin model. Di nava motîfên wê de xort hene yên ku li flût, tembûra kevin a Ewrûpî yan jî kemanê dixin; em dayikan dibînin ku karê dirûnê dikin yan jî porê zarokên xwe şe dikin; em mêran dibînin ku li dûv jinan digerin, em her wiha mirovên ku li xanan şahiyan dikin jî dibînin.

Theodorus Schrevelius di kitêba xwe ya li ser Haarlem Harlemias (sala 1647´an derçûye) dibêje, “Gelek jin jî hene ku di karê nîgarkêşiyê de hoste ne û heta roja îro jî navdar in û dikarin bidin ber mêran jî; ji wan herî zêde navê Judith Leyster tê hildan; ew tam jî serê rimê ye di huner de, ji wê re kevaniya mala Molena tê gotin, û ew bi xwe jî şêwekarekî navdar e; Judith Leyser li Haarlemê hatiye dinê û li Amsterdamê navdar e.”

250 salan wenda bû

Lê ecêb ew e, tevî ku xelkê hingê hez ji berhemên Judith Leyster kir û bi qedrê wan zanî jî, piştî mirina wê, ew hat jibîrkirin û berhemên wê hê nûka sala 1893´yan ji nû ve hatin kifşkirin. Wêneyên wê beriya wê weke wenda dihatin hesibandin û hin jê jî bi şaşî weke yên Frans Hals hatibûn qeydkirin. Sala 1893´yan Muzexaneya Louvre di bin mohra qelp a Frans Hals de monograma Judith Leyster nas kir û heman salê li ser berhemên Judith Leysters berhemeke zanistî jî derçû. Sala 2016´an jî wêneyekî wê bixwe yê ku wê xêzkiriye yê piştî zewaca wê li Ingilîstanê hat dîtin. Axir îro berhemên wê li Muzexaneyên Den Haag, Leiden, Amsterdam, li Musée du Louvre a Parîsê, National Gallery ya Londonê, National Gallery of Art a Washingtonê û gelek galerî û muzexaneyên din hene.